YNK plana guhertina rewşa demografîka navçeya Kurdî red dike

Kurdistan 10:48 AM - 2025-07-28
Karwan Yarweys PUKMEDIA

Karwan Yarweys

Deverên Kurdî dervayî îdareya Herema Kurdistanê

Biryarderê Fraksiyona YNKê ya li Parlamentoya Îraqê ji Serokkomarê Îraqê re nameyek şandiye û daxwaza betalkirina plana  guhertina rewşa demografîk, sînorên îdarî û erdnîgarî ya navçeya Qeretepe ku navçeyekî  Kurdîye  kiriye.

Karwan Yarweys, biryarderê fraksiyona YNKê ya li Parlamentoya Îraqê, ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (PUKMEDIA) re gotiye:"Li gorî madeyên 67 û 140 ên destûra bingehîn a Îraqê, min nameyek ji Serokkomarê Îraqê re wekî parêzvanê yekem ê destûrê şandiye û jê xwestiye ku tedbîrên pêwîst bigire da ku plana deskarîkirina navçeya Qeretepe ya madeya 140 a destûrê betal bike."

"Hefteya borî, min serpereştiya kampanyayekê kir ji bo berhevkirina îmzeyan ji serokên fraksiyonan û endamên Meclîsa Nûneran û 105 îmze hat komkirin  dij bi guhertina guhertina statuya Qeretepe .Fraksiyona YNK li dijî guhertina  demografî û rêveberiya deverên  Kurdî dervayî îdareya herema  Kurdistanê name ji 3 Serokatiyê Îraqê  û Wezareta Plankirinê re şand. Encama yekem a hewldanên me ew bû ku navçeya Kulaco ji komployê were derxistin.

PUKMEDIA

Nivîsara fraksiyona YNK:

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket