Wezareta Koçberan:15000 koçber ji Kampa Holê vegeriyan Êraqê
Êraq 12:33 PM - 2025-07-27
Ajans
Kampa Holê
Wezareta Koç û Koçberan ya Êraqê îro roja Yekşem rêkefta (27-07-2025)
an di daxuyaniyekê de vegera berdewam ya koçberan ji Kampa Holê ya li başûrê parêzgeha Hesekê ya Rojavayê
Kurdistanê ragihand û têde destnîşan kir ku 15 hezar Êraqî ji Kampa Holê
vegeriyane welatê xwe ku 10 hezar ji wan vegeriyane deverên xwe, û tekez kir ku
ev veger nîşanek e erênî ye daku ew koçber ji nû ve tevlî jiyana xwe ya civakî
bibin.
Cîgirê Wezîrê Koç û Koçberan, Kerîm El-Nûrî, ji Ajansa Nûçeyan ya El - Êraqiye
re got: Pêvajoya vegerandina koçberên ji Kampa Holê hîna jî berdewam e daku ew vegerin
cih û warên xwe,her weha destnîşan kir ku Wezareta Koçberan rolek e mezin digel
rêxistinên navneteweyî di vegerandina wan de ji bo cih û warên wan dilîze.
Navbirî destnîşan kir ku Wezareta Koçberan piraniya Êraqiyên li Kampa Holê bûn vegerandine
deverên wan, ku ev nîşanek e erênî ye daku ew ji nû ve beşdarî jiayana civakî bibin.
Cîgirê Wezîrê Koç û Koçberan got: 15 hezar Êraqî ji Kampa Holê hatine vegerandin, ku 10
hezar ji wan vegeriyane herêmên xwe, û hîna jî 5 hezar kesên din li kampa Ceda mane,niha
kar ji bo amadekirina wan tê kirin daku piştre wan vegerînin cih û warên wan.
Navbirî got: Nêzîkî 18 hezar kes hîna jî li Kampa Holê mane,
dema ku derfet çêbibin, piştî bi dawîbûna hûrbîniyên ewlehiyê di dosyeyên wan
de, ji bo cih û warên ew jî dê bên vegerandin.
Kampa Holê yek ji kampên herî metirsîdar yên cîhanê tê hejmartin, ji ber ku malbatên çekdarên herî tundrew yên Dewleta Îslamî (DAIŞ), yên bi regez Sûrî, Êraqî û biyanî, têde hene, ew çekdar di heyva Sibata 2019an de di dema operasyona li dijî hêlîna dawîn yên çekdarên DAIŞê li bajarokê El-Baxozê hatibûn desteserkirin piştre ew ji bo Kampa Holê hatibûn veguhastin, heya niha çendîn welatên biyanî welatiyên xwe yên di nav rêzên DAIŞê de ji Rêvberiya Xweser wergirtin û ew vegerandin welatên wan.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Berdevka Çavdêrên Şefafiyet: Ji bo çavdêran pirsgirêk hene
05:45 PM - 2025-11-11 -
Şalaw Kosret Resûl: Îro rojeke dîrokî û çarenivîse
02:09 PM - 2025-11-11 -
Serokkomar daxwaza beşdarbûna berfireh di hilbijartinan de dike
01:29 PM - 2025-11-11 -
Berdevkê YNK: Dengê xwe bidin partiya ku xizmeta we dike
10:12 AM - 2025-11-11
zêdetir tamaşe bike
Li Silêmanî, Kerkûk, Helebçe, Raperîn, Koyê û Germiyanê, YNK hêza yekem e.
07:54 PM - 2025-11-11
Dest bi Proseya hejmartina dengan hat kirin
05:59 PM - 2025-11-11
Serok Bafil: Ji bo xizmetê ya çar salan bi lez biçin ser sindoqan
05:18 PM - 2025-11-11
Xalid Şiwanî: Baweriya me bi dengderên me heye
03:48 PM - 2025-11-11
zortrin xwendraw
-
Serokê YNKê serkeftina hilbijartinê li welatiyan pîroz dike
Kurdistan 08:23 PM - 2025-11-11 -
Dest bi Proseya hejmartina dengan hat kirin
Kurdistan 05:59 PM - 2025-11-11 -
Serok Bafil: Ji bo xizmetê ya çar salan bi lez biçin ser sindoqan
Kurdistan 05:18 PM - 2025-11-11 -
Li Silêmanî, Kerkûk, Helebçe, Raperîn, Koyê û Germiyanê, YNK hêza yekem e.
Kurdistan 07:54 PM - 2025-11-11 -
Xalid Şiwanî: Baweriya me bi dengderên me heye
Kurdistan 03:48 PM - 2025-11-11 -
Komîsyon: Hilbijartin pir baş birê diçe
Kurdistan 11:26 AM - 2025-11-11 -
Serokkomar daxwaza beşdarbûna berfireh di hilbijartinan de dike
Êraq 01:29 PM - 2025-11-11 -
Serokkomar: Beşdarbûna berfireh di hilbijartinan de tekane rêya serrastkirina şaştiyane
Êraq 10:13 PM - 2025-11-10






Aplîkêşin

