Serokkomar bang li Meclîsa Nûneran dike ku qanûnek adil ji bo jinan derxîne

Êraq 01:24 PM - 2025-07-26
Konferansa  Roja Îslamî ya Têkoşîna li dijî Tundûtûjiya  li ser Jinan Nivîsgeha Çapemeniyê ya Serokkomariyê

Konferansa Roja Îslamî ya Têkoşîna li dijî Tundûtûjiya li ser Jinan

Serok Bafil

Serokkomarê Iraqê dibêje:"Tundûtûjî li ser  jinan li dijî qanûn û olê ye û divê hemû mafên wan di hemû waran de werin parastin.’’

Serokkomarê Iraqê Dr. Ebdulletîf Cemal Reşîd di 17emîn Kongreya Roja Îslamî ya Têkoşîna Tundûtûjiya  dijî  Jinan de ku li ofîsa Emmar Hekîm hate lidarxistin, gotarek pêşkêş kir  got:"Di salên dawî de, diyardeya tundûtûjiya li dijî mirovan bi giştî û bi taybetî jinan, ji ber pevçûnên siyasî û terorîzmê zêde bûye, bi belavbûna medyaya civakî re bêtir eşkere bûye û yekîtîya malbata Iraqê tehdît dike.’’

"Tundûtûjî li ser  jinan li dijî qanûn û olê ye û divê hemû mafên wan di hemû waran de werin parastin," wî got.

Wî eşkere kir:"Gelek jinên Iraqî ji hêla rejîmên li pey hev ve hatine marjînalîzekirin, di rolên xwe de ji ber nebûna ezmûn û jêhatîbûnê hatine sînordarkirin, ku wan ji mafên wan bêpar kiriye. Ew rastî gelek kiryarên nemirovane hatine, di nav de zewacên bi zorê û kevneşopiyên din ên civakî yên nexweş."

Wî zêde kir:"Em bang li Meclîsa Nûneran dikin ku gavên cidî bavêje ber bi derxistina qanûnên ku ji bo jinan dadperwer in û li gorî çarçoveya destûrî ne, di nav de pêşnûmeya Encumena Bilind a Hêzdarkirina Jinan ku par ji hêla serokatiyê ve hatî pêşkêş kirin.’’

Dr. Ebdulletîf Cemal Reşîd zêde kir:"Beşdariya siyasî ya jinan ji ya ku em hêvî dikin kêmtir e, û em hêvî dikin ku jin wekî hevkarên sereke di avakirina civak û welêt de hemî mafên xwe bistînin."

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket