Nirxê neftê berdewam dadikeve
Cîhan 10:32 AM - 2025-04-29
PUKMEDIA
Nirxê Neftê
Nirxê Nefta xav îro roja Sêşemê, 29ê Nîsana 2025an, kêm bûye,
ji ber ku veberhêneran ji ber şerê bazirganî yê berdewam di navbera Emrîka û
Çînê de du aboriyên herî mezin yên cîhanê, hêviyên xwe yên mezinbûna daxwazê
kêm kirin.
Peymanên pêşerojê yên nefta xav ya Birênt bi 44 Sentan, an jî %0.7, daket 65.42
Dolar serê bermîlekê heta demjimêr 04:00 GMT. Peymanên pêşerojê yên nefa xav ya
West Texas ya Emrîkî bi 40 Sentan, an jî %0.6, daket 61.65 Dolar serê bermîlekê,
her du pîvan jî roja Duşemê ji 1 Dolarî zêdetir daketin.
Li gorî piraniya aborînasên di anketa Reutersê de, hewldana Serokê Emrîka Donald
Trump a ji nûve şekildana bazirganiya cîhanê bi sepandina bacên gumrikê li ser
hemî hawirdeyên Emrîkî astengiyek mezin çêkiriye ku aboriya cîhanî îsal bikeve
nav qeyranê.
Çîn, ku bi bacên herî bilind bandor bûye, bi bacên xwe yên li dijî hawirdeyên Emrîkî
bersiv daye, û şerekî bazirganî di navbera du welatên sereke yên xerckerên neftê
de gur kiriye,ev yek bûye egera ku şirovekar pêşbîniyên xwe yên daxwaz û nirxê neftê
bi tundî kêm bikin.
Her wiha, balê dikişîne ser civîna OPEC+ ya 5ê Gulanê, ku têde welatên endam
dikarin zêdekirina hilberînê ji bo çareserkirina dînamîkên dabînkirina cîhanî
bifikirin, di heman demê de, faktorên jeopolîtîk - di nav de danûstandinên
nukleerî yên DYA-Îranê û rageşiyên herêmî li Rojhilata Navîn jî hesta bazarê
şekil didin.
Ev hejmar dilgiraniyên weberhêneran li ser zêdebûna
dabînkirina cîhanî nîşan didin, di heman demê de bazarên neftê ji ber ne zelaliya
li ser nakokiyên bazirganî yên di navbera Çîn û Emrîka de, du bikarhênerên wuze
yên herî mezin yên cîhanê de, ne aram dimînin, û bendewariyên kêmbûna daxwaza
sotemeniyê zêde dikin.
Di heman demê de, danûstandinên etomî yên bi Îranê re faktorek din e di
guhertina bazara neftê de, eger nefta Îranê bi bandor vegere bazarê, mîqdarên
mezin ji petrola Îranê dê werin hilberandin û dabînkirina cîhanî zêde bikin û
dibe ku bibe sedema kêmbûna bêtir a nirxan.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Medyaya Ukranî:Li Çernîgovê teqîn,li Kîevê jî hişyariya esmanî
10:24 AM - 2025-12-06 -
Srokatiya Komarê: Pesendkirina biryara nasandina du grupan wek terrorist red dike
08:15 PM - 2025-12-05 -
Zelalbûnek derbarê biryara di rojnameya Îraqê de hatiye weşandin, Sûdanî daxwaza lêpirsîna lezgîn dike
04:56 PM - 2025-12-04 -
9 namzed ji bo posta Serokwezîrê Federal
11:49 AM - 2025-12-04
zêdetir tamaşe bike
Xwepêşandan li bajaroka Xebat berdewam e
08:05 PM - 2025-12-05
Seidî Pîre: Derhênerê sînaryoya vê carê jî ne baş bû
12:02 PM - 2025-12-05
Dahata hefteya borî zêdetir ji 11 milyar dînare
10:04 AM - 2025-12-05
Cewher Axa Herkî: Bi îşkenceyê win nikarin baweriya xelkê bi dest bînin
11:00 PM - 2025-12-04
zortrin xwendraw
-
Medyaya Ukranî:Li Çernîgovê teqîn,li Kîevê jî hişyariya esmanî
Cîhan 10:24 AM - 2025-12-06 -
Buhayê Tomen li hemberî Dolar gelekî daketiye
Cîhan 10:49 AM - 2025-12-06 -
Seidî Pîre: Derhênerê sînaryoya vê carê jî ne baş bû
Kurdistan 12:02 PM - 2025-12-05 -
Xwepêşandan li bajaroka Xebat berdewam e
Kurdistan 08:05 PM - 2025-12-05 -
Dahata hefteya borî zêdetir ji 11 milyar dînare
Kurdistan 10:04 AM - 2025-12-05 -
Srokatiya Komarê: Pesendkirina biryara nasandina du grupan wek terrorist red dike
Êraq 08:15 PM - 2025-12-05


.jpg)



Aplîkêşin

