Qubad Talebanî: Têkîliyên xwe yên navdewletî pêş dixin
Kurdistan 09:01 PM - 2025-04-10Qubad Talebanî di Foruma Aborî ya Delphi de li Yûnan`ê
Foruma Aborî ya Delphi de li Yûnan`ê berdewam e di karên
xwe û Cîgirê Serokwezîrên herêmê jî di panêlekê de li Foruma Aborî ya Delphi ya
Yûnan`ê de got: Peywendiyên me bi Ewropa, Emrîka û heta Awustralya re pêşve diçin û em ê wan
bêtir jî pêş bixin.
Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîrên Herêma Kurdistan`ê di dema beşdarbûna di panêla
10.ehemîn Foruma Aborî ya Navdewletî ya Delphî li Yûnan`ê de got: Tevî ku Rojhilata Navîn di hin aloziyan re
derbas dibe, lê me Kurdan hewl da ku di çarçoveya Êraq`ê de biryara rast bidin,
ew jî çespandina aştî û aramiyê li Rojhilata Navîn e, ku ev çend sal in Kurd
hewl ji bo wê yekê didin.
Her weha aşkere kir ku, li ser vê bingehî jî ku aramiya
peywendiyên me yên bi Ewropa, Emrîka û heta bi Awustralya re pêşdikeve û
zêdetir pêş dikeve, ji ber ku em Kurd her dem ji cîhanê re vekirîne û dixwazin
azad bijîn, lewra me gelek
qurbanî dane û parêzgariyê li aramiya Kurdistan, Êraq û navçeyê didin.
Cîgirê
Serok Wezîrên Herêma Kurdistan`ê amaje bi yekê kir ku her çende herêma me bi
awayekî xwezayî gelek derfetên kar ji me re peyda kirine û Kurd bi giştî xwedî
ruhê karsazî û nûjeniyê ne, li
ser vê bingehî em dixwazin
nifşên paşerojê û ciwanên me bibin bazirgan û sermayedarên girîng, me hewl da
ku sûdê ji teknolojî û nûjeniyê werbigirin ku xweşbextane li parêzgeha
Silêmaniyê girîngiyek zêdetir tê dayîn,ji ber ku gumana me nîne ku di pêşerojê
de neft nemîne lewra pêwîste em pişt bi şiyanên xwe ve girê bidin.
Her wiha got: Niha cîhan behsa gaza Kurdistan`ê dike, em jî
dixwazin gazê bikin çavkaniyek wuzeyê ji bo hemû cîhanê û refahê ji bo xelkê me
daku gelê me jê sûd werbigire, her çende niha Hewlêr û Silêmanî wek du parêzgehên Herêma Kurdistan`ê
geşbûneke mezin dîtine, lê armanca me ew e ku em vê pêşketinê zêdetir pêş
bixin.
Derbarê rola jinan di hikûmeta herêm û Herêma Kurdistan`êde bi giştî Cîgirê Serok Wezîran got: Çi
welatek bêyî beşdariya jinan nikare bi ser bikeve, em li Herêma Kurdistan`ê
giringiyeke mezin didin karînên, ji ber ku welat pêwîstî bi pêşketina jinan
heye, eger em dixwazin civakek çalak hebe pêwîstiya me bi jinên çalak heye.
Qubad Talebanî derbarê pêkanîna hikşmeta bê ya Herêma
Kurdistan`ê ragihand ku di dema borî de me hilbijartineke serkeftî encam dane ku hejmarek zêde xelkê me têde beşdar bûn,ji ber ku baweriya wan bi proseyê
hebû û niha YNK û PDK`ê ku roleke wan ya mezin heye di pêkanîna hikûmeta nû,
nêzîkbûneke gelek baş di navbera wan de heye û hewlên me yên ji bo pêkanîna
hikûmeta nû berdewam in, her weha em dixwazin zal bin li ser kêmasiyên dema
borî de hebûn, û em dixwazin Kurdistan pir baş were birêvebirin, lê girîng nine
ku kî birêve dibe.
Cîgirê Serok Wezîran di panêlê de aşkere kir ku ji ber
rewşa deverê em dixwazin hikûmetek çalak hebe û hewlên me ji bo dîjîtalkirina
hikûmetê berdewam bin, di vî warî de em zêdetir giringiyê didin ciwan û nifşên
xwe yên paşeroja me.
Di dawiyê de Cîgirê Serok Wezîrên Qubad Talebanî got: Em
kêfxweş in ku peywendiyên me yên baş digel hevkarên me yên li Ewropa, Emrîka û
welatên din hene û emê peywendiyên xwe pêş bixin, her weha em karê bi wan re jî bilind dinirxînin, Hêjayî gotinê ye ku em ji Yûnan`ê û ji vê
forumê gelek tişt fêr bûn, gelek tiştên me yên hevpar bi hevre hene, ez hêj bêtir kêfxweş im ku îro
me karîbû têkiliyên xwe yên bi Yûnan`ê re di warê firokvanî, aborî, tûrîzm û
çandiniyê de zêdetir pêş bixin û em hewl bidin di demeke nêzîk de geştên rastexwe
yên esmanî yên di navbera Esîna û Silêmaniyê de dest pê bikin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Berdevka Çavdêrên Şefafiyet: Ji bo çavdêran pirsgirêk hene
05:45 PM - 2025-11-11 -
Şalaw Kosret Resûl: Îro rojeke dîrokî û çarenivîse
02:09 PM - 2025-11-11 -
Serokkomar daxwaza beşdarbûna berfireh di hilbijartinan de dike
01:29 PM - 2025-11-11 -
Berdevkê YNK: Dengê xwe bidin partiya ku xizmeta we dike
10:12 AM - 2025-11-11
zêdetir tamaşe bike
Li Silêmanî, Kerkûk, Helebçe, Raperîn, Koyê û Germiyanê, YNK hêza yekem e.
07:54 PM - 2025-11-11
Dest bi Proseya hejmartina dengan hat kirin
05:59 PM - 2025-11-11
Serok Bafil: Ji bo xizmetê ya çar salan bi lez biçin ser sindoqan
05:18 PM - 2025-11-11
Xalid Şiwanî: Baweriya me bi dengderên me heye
03:48 PM - 2025-11-11
zortrin xwendraw
-
Serokê YNKê serkeftina hilbijartinê li welatiyan pîroz dike
Kurdistan 08:23 PM - 2025-11-11 -
Dest bi Proseya hejmartina dengan hat kirin
Kurdistan 05:59 PM - 2025-11-11 -
Serok Bafil: Ji bo xizmetê ya çar salan bi lez biçin ser sindoqan
Kurdistan 05:18 PM - 2025-11-11 -
Li Silêmanî, Kerkûk, Helebçe, Raperîn, Koyê û Germiyanê, YNK hêza yekem e.
Kurdistan 07:54 PM - 2025-11-11 -
Xalid Şiwanî: Baweriya me bi dengderên me heye
Kurdistan 03:48 PM - 2025-11-11 -
Komîsyon: Hilbijartin pir baş birê diçe
Kurdistan 11:26 AM - 2025-11-11 -
Serokkomar daxwaza beşdarbûna berfireh di hilbijartinan de dike
Êraq 01:29 PM - 2025-11-11 -
Serokkomar: Beşdarbûna berfireh di hilbijartinan de tekane rêya serrastkirina şaştiyane
Êraq 10:13 PM - 2025-11-10






Aplîkêşin

