Civata Serkirdatiya YNKê dê sibê bicive

Kurdistan 11:09 PM - 2024-04-17
Logoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê PUKMEDIA

Logoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê

YNK

Civata Serkirdatiya YNKê dê sibe Pêncşemê 18-4-2 bicive.

Biryare sibe encûmena serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bicive û di dema diyarkirî de li ser helbijartinên parlamentoyê gotûbêj bike. YNKê hemû amadekarî kirine û navên namzedên xwe yên her çar herêman pêşkêş kirine.

Berdevkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Saadî Ehmed Pîre ji PUKMEDIA re ragihand: “Sibe roja Pêncşemê 18-4-2024 li ser amadekariyên hilbijartinan û gotûbêjkirina çawaniya proseyê, Encûmena Serkirdatiyê dê bicive.

“YNK’ê hemû amadekariyên pêvajoyê kirine, em ê çawaniya destpêkirina kampanya hilbijartinê nîqaş bikin.’’ Berdevkê YNKê got.

Biryar e roja 10ê Hezîrana 2024ê hilbijartina şeşemîn rûniştina Parlamentoya Herêma Kurdistanê bê lidarxistin. Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê wê birêve bibe.

Pêştir Berdevka Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê Cumana Gelayî ji PUKMEDIA re ragihandibû: Komîsyonê hemû amadekariyên xwe bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê li gorî dema xwe kirine.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket