Yekîtî tekez dike ku pêwîste hemû alî beşdarî rêveberiya Kerkûkê bibin
Kurdistan 12:18 AM - 2024-03-08Civîna mekteba Siyasî û Helbûsî
Şandeke pilebilind a Mekteba Siyasî ya Yekîtiya
Niştimanî ya Kurdistanê li Debaşan pêşwaziya Mihemed Helbûsî Serokê Partiya
Teqedum û şanda pê re kir.
Di hevdîtinê de her du aliyan rewşa giştî ya
Herêma Kurdistanê û Êraqê gotûbêj kirin û tekez li ser berdewamiya diyaloga
avaker di navbera aliyên siyasî de ji bo derbaskirina kêşeyan kirin.
Di civînê de tekezî li ser pêwîstiya hemahengî
û hevkariya hevbeş di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî ji bo
çareserkirina destûrî û yasayî ya kêşeyên heyî yên di navbera her du aliyan û
parastina berjewendiyên hevbeş bi awayekî ku bibe fakterek ji bo aramiya
zêdetir bo welat.
Di hevdîtinê de dosyaya îdareya Kerkûkê hate
gotûbêjkirin û proseya yasayî ya pêkanîna hikûmeta xwecihî ya Kerkûkê hate
gotûbêjkirin û di civînê de tekez li ser pêwîstiya çareser kirina kêşeyên ku rê
li ber vê proseyê vedikin bi awayekî ku hemû hewldan bo xizmetkirina
parêzgariya Kerkûkê û xizmetkirina parêzgarê Kerkûkê bin, hate kirin. hemû
pêkhate û neteweyên wê bê cudahî.
Şanda bilind a Mekteba Siyasî tekez li ser
giringiya ortaqiya rasteqîne û karê hevbeş di navbera hemû aliyên serketî yên
Kerkûkê de û parastina çanda biratî û pêkvejiyanê bi awayekî ku bibe sedema
beşdarbûna hemû aliyan di rêveberiya nû ya Kerkûkê de. Her wiha di civînê de
daxwaza rakirina astengiyan û lezkirina avakirina rêveberiya xwecihî ya Kerkûkê
jî hate kirin.
Li beşekî dinê vê hevdîtinê de, bihêzkirina
peywendiyên dualî û karê hevbeş di navbera her du aliyan û pêwîstiya
pêşdebirina kar û hemahengiya hevbeş di navbera Yekîtiya Niştimanî û Partiya
Teqedum de hate gotûbêjkirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Silêmaniyê wê kargeheke cilûbergên leşkerî bê vekirin
08:32 PM - 2024-05-13 -
Partiya Zehmetkêşan: Helwestên YNKê bi nirx in
05:27 PM - 2024-05-13 -
73 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
09:35 AM - 2024-05-12 -
Emê bibin alîkar ku peywendiyên Kurdistanê û Iraqê bihêztir bibin
02:15 AM - 2024-05-12
zêdetir tamaşe bike
Qubad Talebanî: Pirsgirêka mûçe hat çareserkirin
02:10 PM - 2024-05-13
Cîbicîkirina biryarên Dadgeha Federal dibe merc bo şandina mûçe
02:00 PM - 2024-05-13
Serok Komarê tekezî li ser pêwîstiya parastina çavkaniyên avê ji qirêjiyê dike
01:51 PM - 2024-05-12
Serok Bafil: di rêvebirina welat de bi hevkariyeke rasteqînî bawer in
06:33 PM - 2024-05-11
zortrin xwendraw
-
Qubad Talebanî: Pirsgirêka mûçe hat çareserkirin
Kurdistan 02:10 PM - 2024-05-13 -
Cîbicîkirina biryarên Dadgeha Federal dibe merc bo şandina mûçe
Kurdistan 02:00 PM - 2024-05-13 -
Hêzên Asayîşê li Silêmaniyê ' Dûpişk' girtin
Kurdistan 05:11 PM - 2024-05-13 -
Partiya Zehmetkêşan: Helwestên YNKê bi nirx in
Kurdistan 05:27 PM - 2024-05-13 -
Li Silêmaniyê wê kargeheke cilûbergên leşkerî bê vekirin
Kurdistan 08:32 PM - 2024-05-13