Serok: Em piştgirî nadin ti grûpên ku êrîşî welatên cîran bikin

Kurdistan 12:49 PM - 2024-03-04
Serok Bafil Celal Talebanî Ajansan

Serok Bafil Celal Talebanî

Serok Bafil

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê BafIl Celal Talebanî dibêje ku aramiya Êraqê ji bo navçeyê pir girîng e û peywendiyên baş li gel welatên cîran hene û divê ji bo pêşxistina rewşa ewlehiyê van peywendiyan xurt bike û pêş bixe.

Pêwendiyên bi Tirkiyeyê re
Serok Bafil Celal Talebanî dibêje: Em bi ti alî û girûpeke çekdar re hevkariyê nakin ku li dijî Tirkiyê kar bikin, em alîkariya Amerîka dikin bo rûbirûbûna rêxistina terorîstî ya DAIŞê li ser bingeha yasaya ku ji aliyê Parlamentoya Kurdistanê ve hatiye derxistin.

Herwaha got: Em piştevaniya ti aliyek û girûpekê nakin ku dijminatiya Tirkiyê bike û her êrîşekê li ser welatên cîran bike, di dema dawî de êrîşên asmanî berdewam bûn û di encamê de hejmarek ji hemwelatiyan şehîd bûn di nav de hevalên min jî hebûn. Divê Tirkiyê siyaseta xwe binirxîne û vegere çalakiyên hevbeş û bi Yekîtî re ti dijminatiyê neke, deriyên me ji çalakî, diyalog û têgihiştinê re vekirî ne û em ti carî li ser mafên me û berjewendiyên hevwelatiyan li Herêma Kurdistanê bazariyê nakin.

Derketina hêzên Amerîkî ji Êraqê
Bafil Celal Talebanî di dema beşdarbûna xwe di semînarekê de li kêleka Dîdara Diyaloga El-Rafîdên li jêr dirûşma (Pêşeroja Mirov: Kirîz û Veguhertin) bi amadebûna girûpeke mezin ji berpirs û kesayetiyên siyasî û dîplomasî got: Divê Amerîka xwe biparêze û rê li ber alozbûna rewşê bigire û ez di wê baweriyê de me ku sedemên wê hene ji bo destpêkirina hin êrîşan, hinek alî hene dixwazin hêzên Amerîkî ji Êraqê derkevin, lê divê Êraq siyaseteke hevseng bişopîne ji bo bihêzkirina rewşa ewlehî, peywendiyên baş di navbera Amerîka û Êraqê de sûdeke mezin di bihêzkirina rewşa ewlehiyê de heye.
Têkiliyên navneteweyî yên hevseng

Serok Bafil Celal Talebanî got: Divê em bi hemû giringî li peywendiyên xwe yên navdewletî binirin ku hebûna hêzên hevpeymanan ji bo şerê terorîstan hatine û em dibînin ku metirsiyên DAIŞê kêm bûne, lê hîn jî maye. Divê pêwendiyên me li gel hemû welatan baş be ji bo rûbrûbûna DAÎŞê û xurtkirina ewlehiyê. Divê hêzên Amerîkî li Êraqê bimînin û armancên xwe diyar bikin. Divê em girîngiya mayîna van hêzan ji bo perwerdekirin hêzên Êraqî zanibin û li gorî pêşkeftin û teknolojiya hevdem tevbigerin.
Got jî: Em di rewşeke awarte de dijîn û em naxwazin ti gel bibe qurbanê nakokiyên serbazî û emnî li herêmê, çareser kirina kêşeyan divê bi rêya diyalog û têgihiştinê be û ne bi tundî û bikaranîna hêzê be.

Peywendiyên Herêma Kurdistanê û Êraqê

Derbarê peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Êraqê de, Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê jî dibêje: Pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal hêdî hêdî ber bi başbûnê ve diçin, hinek mijarên girêdayî dadweriyê û biryarên Dadgeha Federal hene zehmet bû, lê em dikarin fersendê bi kar bînin ku di derbarê hemî dosyayan de bibin yek.

Got jî: Pirsgirêka bingehîn ew e ku hinek kes hene li ser kursî rûniştine û rexne li kurdan dikin, em şanaziyê bi dîroka xwe li Êraqê dikin û eger em yekdeng bûna serkeftina me mezintir bû. Em şanaziyê bi hevaltiya xwe li gel her kesî dikin Şîe, Sunne, Amerîkî û Îranî. Divê em bi hev re kar bikin da ku mafên xwe bi dest bixin û parastina welatiyên xwe bikin. Nabe bi Bexdayê re wek dijmin mijul bibin. Belê, divê em di nav xwe de hevkariyê bikin, ji hevpeymanên xwe li Bexdadê sud werbigrin û bi awayekî realîst ji bo paşeroja me kar bikin, divê hemû aliyên siyasî zanibin ku Yekîtiya Niştimanî ti aliyekî dijminê xwe nabîne û ji bo paşerojeke geş a Êraq û Herêma Kurdistanê bi her kesî re mijûl dibe.


.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket