Partiyên serketî yên Kerkûkê li Bexdadê dicivin

Kurdistan 09:36 AM - 2024-02-22
Komcivîna aliyên serrkeftî yên Kerkûkê Nivîsgeha rojnamevanî yê serok Bafil

Komcivîna aliyên serrkeftî yên Kerkûkê

YNK

Bi amadebûna serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî û Serok Wezîrê Êraqê Mihemed Şiya Sûdanî, aliyên serkeftî li Kerkûkê wê li Bexdadê bicivin.

Duh Çarşemê li Bexdayê bi amadebûna Serokê Yekîtiya Niştimanî Bafil Celal Talebanî, Mihemed Şiya Sûdanî û aliyên serkeftî yên li Kerkûkê lihev civiyan û li ser pêkanîna hikûmeta xwecihî ya Kerkûkê û destnîşankirina parêzgar û serokê encûmena parêzgehê gotûbêj kirin.

Di hilbijartinên 16 û 18y 12- 2023an de li parêzgeha Kerkûkê, hilbijartinên encumenên parêzgehên Iraqê li 15 parêzgehan hatin encamdan, hevpeymaniya Kerkûkê ya di navbera YNK û Partiya Komonîst a Êraqê de bi 157 hezar dengan li parêzgehê herî zêde deng bidest xist û bû hêza yekem ji hemû pêkhateyan re.


PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket