Ciwan Îhsan: YNK baweriya xwe bi hilbijartinan heye û ew parêzvanê rasteqîne ye

Rêportaj 09:59 AM - 2023-01-30
Ciwan Îhsan  PUKMEDIA

Ciwan Îhsan

YNK

Endama Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Dr.Ciwan Îhsan tekez kir ku YNK di wê baweriyê de ye ku hilbijartin yek ji stûnên proseya demokrasiyê ye.

Endama Mekteba Siyasî got jî: Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ti carî nebûye û nebe asteng û baweriya wê bi danûstandina aştiyane ya desthilatê heye, lê Yekîtiya Niştimanî daxwazên rewa derbarê hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de heye, ji wan paqijkirina tomara dengderan,aktîvkirina Komisyona Hilbijartinan, û guhertina yasaya hilbijartinan bi awayekî ku garantiya hilbijartinên şefaf bike.
Dr.Ciwan Îhsan di hevpeyvînekê de ligel malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê PUKMEDIA ku dê piştre were weşandin got: Yekîtiya Niştimanî ne li Êraqê û ne jî li ser jiyan û debara welatiyan, ti carî tawîz nedaye û nake, ev jî peyameke zelal e yê Serok Bafil Celal Talebanî û bi eşkere jî ragihand.
Wê diyar kir: Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ji bo diyalog, jihevtêgihîştinê û yekrêziya Kurdan li Bexdayê vekirî ye û ti şert û merc ji bo yekrêziya mala Kurd nîne.
Dibêje: Birêz Qubad Talebanî berî ku hizbî be, mirovekî dewletî ye û em piştevaniya wî dikin û wî mirovekî serkeftî dibînin û di heyama derbasbûyî de gelek barê giran hilgirtiye û bi wî re mijûl bûye. ew bi berpirsiyariya tevahî di nava hikûmetê de ne.

Yekîtiya Niştimanî bi hilbijartinan bawer e
* Dosyaya hilbijartinan li Herêma Kurdistanê mijara lêkolîn û gotûbêjên siyasî ye, nêrîna Yekîtiya Niştimanî ji bo vê dosyeyê çi ye?
- Siyaseta Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê îro li ser çend astan e ku yek ji wan astan girêdayî peywendiyên navxwe yên Herêma Kurdistanê ye derbarê dosyayên hilbijartinan de, ji ber ku Yekîtiya Niştimanî ji destpêkê ve nebûye asteng ji bo lidarxistina hilbijartinan li Herêma Kurdistanê û ev pirensîpeke berdewame ya Yekîtiya Nîştimanî ya ku têdikoşe ji bo demokrasiya rast û baweriya bi pevguhertina hevdu heye. xelk li gorî sîstema dengdanê tevbigerin û xelk beşdarî biryar û rêvebirina siyasî bibin, ji ber wê jî Yekîtiya Niştimanî di wê baweriyê de ye ku hilbijartin yek ji stûnên demokrasiyê ye û ti carî nebûye û wê nebê  asteng li pêşiya wê.

Yasaya hilbijartinê nehatiye guhertin û qeyda dengdêran jî ne zelal e
Hilbijartinên ku Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê dixwaze çi ne, yan jî pêşmercên wê çi ne?
- Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê dixwaze hilbijartinên şefaf û dadperwerane li Herêma Kurdistanê birêve biçe û di berjewendiya welatiyan de be û Yekîtî weke hêzeke sereke û ji destpêkê ve dixwaze sîstema hilbijartinan li Herêma Kurdistanê ji nû ve binirxîne. û yasayeke nû ya hilbijartinan were pejirandin ji ber ku prose pêwîstî bi yasayeke nû heye û yasa kevin bûye û pêwîstî bi serrastkirinê heye, ji ber ku piştî her hilbijartinan pêwîste em li sîstem û yasaya hilbijartinan vegerin.
Û wê got jî: Ji ber ku Yekîtiya Niştimanî dixwaze tomara dengderan paqij bike ,navên miriyan û awareyan  werin jêbirin, ku dê bibe bingehek ji bo dengdanê ku proseya hilbijartinan pê ve girêdayî ye, rêxistinên ku di vê warê de jî dixebitin jî piştrast dikin ku ev qeyda ji hilbijartinan re nabe û nabe em pişt bidin qedeke biguman, herweha divê em pirsa kêmneteweyan û aktîvkirina Komîsyona Hilbijartinan jî çareser bikin.

Daxwazên Yekîtiya Niştimanî xizmeta proseya hilbijartinan dike
* Partiyên mayî yên siyasî çawa li daxwaz û çavdêriyên Yekîtiya Niştimanî dinerin?
- Daxwazên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê ji aliyê piraniya aliyên siyasî ve tên qebûlkirin û piştevaniya wan tê kirin, ji ber ku ev daxwaz rewa ne û daxwaza girseya gel e jî berî ku daxwazên siyasî bin û divê parlamentoya Kurdistanê ji bo cîbicîkirina têbîniyên pêkanîna Hilbijartinên paqij û zelal kar bike bi şêweyekî li gor ezmûna Herêma Kurdistanê û sûdmendê Êraqê jî be.
Ji ber wê yekê, li ser asta Herêma Kurdistanê nêrîna Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê diyar e, ji bo berjewendiya giştî ye, û îsrar û baldariya Yekîtî ji bo parastina ezmûn û çarçoveya Herêma Kurdistanê û nvaûdengê wê ya demokratîk.


Yekitiya Niştimanî bi hikûmetê re xizmeta welatiyan dike
* Nêrîna Yekîtiya Niştimaniya li ser Hikûmeta Herêma Kurdistanê weke ortaqa bingehîn di wê de çi ye?
- Ev dosya û rewşa netêgihîştina ku di heyama borî de li Herêma Kurdistanê rû da, ji ber siyaseta şaş a danûstandinê ligel Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û aliyên din ên di warê rêveberî û rêveberiyê de ye, ji ber wê jî têbîniyên Yekîtiya Nîştimanî di vê derbarê de rewa ne û divê bi awayekî radîkal werin çareser kirin.Em dixwazin ezmûnek serketî be ku xizmetguzarî ji welatiyan re bê cudahî û dadperwerî di hemû beşan de pêşkêş bike û ne berovajî vê yekê.
Û wê got jî: Yekîtiya Niştimanî xwedî dîrok û têkoşîneke dirêj e, xwediyê bi hezaran şehîdan e, û ev hemû jî ji bo ku gelê me bi azadî û demokratîk bijî û mafên xwe pêk bîne û gel di bin siya hikûmetê de bijîn, û eger ev tişt nebin wê demê mafê Yekîtî heye ku rêbezê rast bike, û ev jî erkê partiyên din ên kurdî ye.

Qubad Talebanî zilamê dewletê û kesayetek serkeftî ye
* Gelo Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê dê vê berpirsiyariyê hilgire ser milê xwe, yanê siyaseta karkirina wê di vî warî de wê li ser asta Herêma Kurdistanê û Êraqê be?
- Dîroka Yekîtiya Niştimanî, girseyên wê, bandora wê ya navxweyî, Êraqî û navdewletî girîng e û giranî û pêgeha xwe heye,hejmareke siyasî yê bi hêz e lewra dê van taybetmendiyan bixe xizmeta girseyên gel. Yekîtiya Niştimanî ne li Êraqê û ne jî li Herêma Kurdistanê ji bo debara jiyana welatiyan ti tawîz nedaye û nake, ev peyameke eşkere ya Serok Bafil Celal Talebanî ye ku bi eşkere ragihandiye û bi rastî jî li ser kar dike.
Û wê got jî: Yekîtî dê vê karîgerî û hêza çendalî bixe nav berjewendiya Herêma Kurdistanê û ji bo xizmetkirina girseyên xelkê li ser asta Herêma Kurdistanê û Êraqê bikar bîne, ji ber wê jî tîma Yekîtiya Nîştimanî li Hikûmet û birêz Qubad Talebanî cîgirê serokwezîr di nav hikûmetê de bi sebir û dîplomasiyê re mijûl bûn û em bi hemû awayî piştevaniya wan dikin, Tîma Yekîtiya Niştimanî baldare ku xwedî rêveberî û rêveberiyeke hêja be û baweriya me û gel bi wan heye, em jî wek partî piştevaniya Qubad Talebanî dikin û em wî kesayetiyekî serkeftî dibînin û di heyama borî de di nav hikûmetê de bi hemû bîhnfirehî û berpirsiyarî re mijûl dibe û wek kesayetiyek xwedan berxwedan û sebireke mezin di kar de ye.

Yekitiya Niştimanî, parêzvanê rasteqîne yê mafên kurdan li Bexdayê ye
* Siyaseta Serok Bafil Celal Talebanî û Yekîtiya Niştimanî li ser asta Êraqê û stratejiya karkirina siyasî ligel hêzên Êraqî çi ye?
- Siyaseta Yekîtiya Niştimanî li ser asta Êraqê gelek zelal e û pirensîpên wê jî rijd in û em li ser wê kar dikin, felsefeya Yekîtiya Niştimanî jî ew e ku bi hemû berpirsyarî li hember pêşhatan re mijûl bibe wek çawa Serok Mam Celal nexşerêyek ji bo mijûlbûna bi kêşeyan daniye û xêzên vê nexşerê diyar in û Yekîtiya Nîştimanî bi serpereştiya Serok Bafil Celal Talebanî kar li ser wê dike û parastina rasteqîne ya mafên rewa û destûrî dihewîne. Li wir jî Yekîtiya Niştimanî giranî, pêgeh û tekoşîna xwe dixe xizmeta gelê Kurdistanê, tê wateya aktîvkirina siyaseta Yekîtiya Nîştimanî ya ji bo xizmetkirina welatiyan ji ber ku ew hêzeke ji girseya gele û ev rêya rast ya siyaseta ku Yekîtiya Niştimanî dişopîne ye.
Serok Mam Celal ji destpêkê ve bi hêz û ezmûn û jîra siyasî, beşdarî Yekîtiya Niştimanî bû û ligel aliyên din ên siyasî yên Êraqê ji bo avakirina Êraqa nû kar kir. Talebanî ku nûneratiya siyaseta Yekîtiya Niştimaniî ya Kurdistanê dike û di serdana xwe ya bo Bexdayê û danûstandinên xwe yên ligel aliyên siyasî de, li ser parastina mafên Kurdan kar dike.


PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket