Berdevkê hikûmetê xeta cudahiyê xêz dike
Kurdistan 09:57 PM - 2023-01-03
Cûtiyar Adil berdevkê Hikûmet
Bêdengiya Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li hember bûyerên Hewlêrê û daxuyaniyên wî yên derbarê bûyerên Silêmaniyê de, ew wek berdevkê partiyekî nîşan dide ne yê hikûmetê .
Berpirsê liqê Silêmaniyê ya Yekîtiya Rojnamevanên Kurdistanê got: “Cihê nakokiyan di navbera berdevkê hikûmetê de bûye sedem ku xelkê asayî cudahiyê hîs bikin û helwestên wî bi banek du nefes binirxînin.
Di şeva sersalê de li Hewlêrê 2 bûyerên êrîşan pêk hatin, lê berdevkê hikûmetê helwesta hikûmetê bi tevahî cuda anî ziman, ji bo bûyera Silêmanî dengê xwe bilind kir û ji bo ya Hewlêrê bêdengî hilbijart, di heman demê de divê hikûmet û berdevkê wê xwe ji cihêkariyê dûr bixin.
Berdevkek bi yek ban û du nefesBerdevkê hikûmetê di pîşeya xwe de bi zelalî ferqê di navbera Hewlêr û Silêmanî de dike û xelkê asayî jî hest bi du helwêstên berdevk kirine.
Sekreterê Yekîtiya Rojnamevanên Kurdistanê Şaxê Silêmaniyê Karwan Enwer Ji PUKMEDIA’yê re wiha got: “Berdevkê hikûmetê berdevkê hikûmeteke ji Zaxo heta Xaneqînê ye, nikare bibe yek ban û du nefes , li Hewlêrê 72 rojnamevan hatin girtin û bi tometên cuda hatin cezakirin,hikûmetê helwestek nezelal nîşan da, lê ger rojnamevanek li Silêmaniyê were girtin, dê di nava çend saetan de daxuyaniyekê bide û şirove bike.”
Karwan Enwer got: "Ne tenê di warê rojnamevanî de, di warê civakî û siyasî de jî, berdevkê hikûmetê cudahiyê di navbera Hewlêr û Silêmaniyê de dike, kiryar gihîştiye wê astê ku bi zelalî tê dîtin. Divê bê zanîn ku li ser helwestên wî yên cuda gelek gotar hatine nivîsandin Xelqê asayî bi awayekî normal fêm dikin û li ser hesabên xwe yên taybet behsa helwesta berdevkê hikûmetê dikin.” Karwan Enwer got.
Divê hikûmet zîhniyeta zonê derbas bikeLi Hewlêrê jî 2 êrîşên mîna yên li Silêmaniyê hatin kirin, lê Berdevkê hikûmetê diyar kir ku helwesta hikûmetê ji ya Silêmaniyê cuda ye û dengê xwe bilind kir û ji bo kesên li Hewlêrê bêdeng e û ti helwestek wî nîne, lê divê hikûmet dûrî rêya cudabûnê be.
Rêkxerê Navenda Metro ya Parastina Mafê Rojnamegeran Rehman Xerîb ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (PUKMEDIA) re ragihand: “Divê daxuyaniya fermî ya hikûmetê ji zihniyeta zonê derkeve. "Bûyerên ku ji bo Hewlêrê bi êş in, ji bo parçeyên din ên Kurdistanê jî bi êş in."
Rêvebiriya ne adil li Kurdistanekî adil de
Tîma PDKê ya di hikûmetê de Silêmanî kiriye armanc ,eger tiştek li Silêmaniyê diqewime mezin dikin lê beravajî bûyerên di bin kontrola xwe de didizin û vedişerin .
Endamê Buroya Çapemeniya YNK’ê Arian Mihemed ji PUKMEDIA’yê re axivî.“Hemû hevparên rêveberiyê ji perspektîfa ekîba PDK’ê tenê Silêmanî dikin hedef û ji bo we jî li Silêmaniyê mêşekî dikin ga û tiştên di bin destê wan de diqewme vedişêrin û hunda dikin.
“Hikûmet bi rêya berdevkê xwe amade ye li ser her bûyerek li Silêmaniyê biqewime daxuyaniyekê bide, lê li hember tiştên ku li deverên din û di bin siya xwe de diqewimin bêdeng dimîne.“Li Kurdistana adil rêvebiriyekî ne adil.
Zêdetirî 2 roj in hikûmet û asayîşa Hewlêrê li hember du bûyerên Hewlêrê ku jimarek kur êrîşê ser keç û jinan kiribûn di şeva sere sale de.
Li gor zanyariyên PUKMEDÎyê, heta niha ti gumanbarek derbarê bûyerê de nehatiye desteserkirin, herwiha li Silêmaniyê jî dosyayeke bi heman rengî derbarê keçekê de hatiye encamdan û ji ber wê bûyerê 19 kes hatine girtin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Medyaya Ukranî:Li Çernîgovê teqîn,li Kîevê jî hişyariya esmanî
10:24 AM - 2025-12-06 -
Srokatiya Komarê: Pesendkirina biryara nasandina du grupan wek terrorist red dike
08:15 PM - 2025-12-05 -
Zelalbûnek derbarê biryara di rojnameya Îraqê de hatiye weşandin, Sûdanî daxwaza lêpirsîna lezgîn dike
04:56 PM - 2025-12-04 -
9 namzed ji bo posta Serokwezîrê Federal
11:49 AM - 2025-12-04
zêdetir tamaşe bike
Xwepêşandan li bajaroka Xebat berdewam e
08:05 PM - 2025-12-05
Seidî Pîre: Derhênerê sînaryoya vê carê jî ne baş bû
12:02 PM - 2025-12-05
Dahata hefteya borî zêdetir ji 11 milyar dînare
10:04 AM - 2025-12-05
Cewher Axa Herkî: Bi îşkenceyê win nikarin baweriya xelkê bi dest bînin
11:00 PM - 2025-12-04
zortrin xwendraw
-
Medyaya Ukranî:Li Çernîgovê teqîn,li Kîevê jî hişyariya esmanî
Cîhan 10:24 AM - 2025-12-06 -
Buhayê Tomen li hemberî Dolar gelekî daketiye
Cîhan 10:49 AM - 2025-12-06 -
Seidî Pîre: Derhênerê sînaryoya vê carê jî ne baş bû
Kurdistan 12:02 PM - 2025-12-05 -
Xwepêşandan li bajaroka Xebat berdewam e
Kurdistan 08:05 PM - 2025-12-05 -
Dahata hefteya borî zêdetir ji 11 milyar dînare
Kurdistan 10:04 AM - 2025-12-05 -
Srokatiya Komarê: Pesendkirina biryara nasandina du grupan wek terrorist red dike
Êraq 08:15 PM - 2025-12-05


.jpg)



Aplîkêşin

