Qubad Talebanî pereyên malbata Çemçemal vedigurîne

Kurdistan 05:55 PM - 2023-01-02
Cîgirê serokwezîr Qubad Talebanî

Cîgirê serokwezîr Qubad Talebanî

Bi biryarê Qubad Talebanî pereyên malbata Çemçemal ku tev şewitîne tên guhertin.
Cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî biryar da ku ew pereyên hatine şewtandin ê malbateke kurd li Çemçemalê, wê werin guhertin.

Di wê barê de, sekretrê rojnamevanî ya cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji malpera PUKMEDIA`yê re ragihand: Cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî biryar da ku ew hemû pereyên hatine şewtandin ê malbateke kurd li Çemçemalê, wê tev werin guhertin û bikin bi pereyên nû ji ber ku jimareya bankê li ser wan pereyan maye.

Di 2 rojên derbasbûyî de, 37 milyon dînarên Êraqê û bi qasî 5 hezar dolar û tevahiya kelûpelên malekê li Çemçemalê hatibûn şewtandin û ji ber wê jî, Qubad Talebanî wek hevkarî ji bankê Herêma Kurdistanê re biryara veguhertina ew pereyên şewitî daye ku jê re bidin guhertin û tev nû bikin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket