YNK siyasetê dixe xizmeta xelkê
Kurdistan 12:08 PM - 2023-01-02
YNK siyasetê dixe xizmeta xelkê
Yekîtiya NiştimanÎ ya Kurdistanê bi awayekî cidî kar dike ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de û vekirina rûpeleke nû di navbera her du hikûmetan de.
Serok Bafil Celal Talebanî di du hevdîtinên ligel Rewta Hikmeta Niştimanî birêz Ammar El Hekîm û Serokê Hevpeymaniya Fetih Hadî El Amirî de amaje bi maf û destkeftên darayî yên gelê Kurdistanê kir û got: Niyeteke niştimanî heye ku pirsgirêkên di navbera Herêm û Bexdayê de li ser bingeha destûrê çareser bikin, ji ber wê jî divê hemû alî hevkar û piştevan bin ji bo bidawîkirina vê pirsgirêkê û vekirina rûpeleke nû di peywendiyên me yên siyasî de daku em hemû kar ji bo bidestveanîna armancên bilindtir û avakirina pêşerojeke geştir bikin.
Di her du civînan de Serok Bafil tekez li ser yekxistina hewlên bo gihandina rêkeftineke niştimanî li ser pişka herêmê û dabînkirina xercên darayî kir û got: Çend sal in Herêma Kurdistanê û xelkê wê bacên vê pirsgirêkê didin û bûne qurbaniyên nakokiyan, lewra em dixwazin ligel birayên xwe û dostên xwe yên li Bexdayê bi awayekî niştimanî û teqez vê kêşeyê çareser bikin û wan rewşan bi dawî bînin, û ev yek ji bo Yekîtiya Niştimanî ya pêşîn e, û dê bi hemû hêza xwe bi vî awayî kar bike.
Pêwîste pirsgrêk bi yekcarî bêne çareserkirinNûnerê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Kerîm Şukr di daxuyaniyeke taybet de ji PUKMEDIA re ragihand: Em di Yekîtiya Niştimanî de pêwîst dibînin ku bi yekcarî kêşeyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de çareser bibin.
Got jî: Em tekezî li ser wê yekê dikin ku li gor destûrê kêşeyên hilawîstî çareser bibin û rûpeleke nû ya peywendîyên herêma Kurdistanê û hikûmeta federal bê vekirin.
Pirsgirêkên kevn û pêhevNûner Kerîm Şukr dibêje: kêşeyên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de kevn û demdirêj in û divê gav bi gav bên çareserkirin û divê em hemû kar ji bo çareser kirina wan bikin.
Wî her wiha got; Ev hikûmet û şexsê serokwezîr Mihemed Şeya El-Sudanî bi kurdan re nêzîkbûnek heye û bi çareserkirina pirsgirêkên li ber çavan e û di bernameya xwe ya wezîran de cih girtiye û em hêvîdar in ku xalên li ser mijarê biguhere bo çareserkirina pirsgirêkên berdest bi awayekî radîkal bikeve nav gavên rastîn.
Wext e ku pirsgirêkên domdar çareser bibinNûnera çarçoweya hemahengiyê Zehra El-Becarî ji PUKMEDYA re ragihand: Her sal dema ku em nêzîkî gotûbêja bûdceya federal dibin, pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de derdikevin holê.
Herwaha got: Herêma Kurdistanê beşeke bingehîn a Êraqê ye ji ber wê jî pêwîst e bi awayekî radîkal li ser van pirsgirêkan bê çareserkirin, ji ber ku pirsgirêkên di navbera birayan de ne û ne li welatekî din in.
Em piştgirî didin xebatên ji bo çareserkirina pirsgirêkanNûnera Zahra El-Becarî dibêje: Hikûmeta niha hikûmeteke lihevhatî ye û ji aliyê hemûyan ve tê qebûlkirin, lewra bi baweriya min dema çareser kirina kêşeyên heyî hatiye.
Herwaha got: Em piştevaniya her hewl û bangekê dikin bo çareser kirina kêşeyên di navbera herêma Kurdistanê û hikûmetê de û vekirina rûpelek nû, ji ber ku ew pirsgirêk di çarçeweya yek welat de ne û li ser esasê destûrê bi awayekî radîkal dikarin bên çareser kirin.
Ji bo çareserkirina pirsgirêkan hewldanek mezinNûnerê pêkhateya Feylî Husên Mêrdan ji PUKMEDIA re ragihand: Hemû aliyên siyasî hewla çareserkirina pirsgirêkan, bidawîkirina nakokiyan û dîtina çareyên rasteqîne ji hemû kirîzan re dikin.
Got jî: Ji bo dîtina pêwendiyeke mezin ji aliyê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê ve ji bo çareserkirina nakokiyan û bidawîkirina qeyranan û her xalek ku bibe alîkar bo çareserkirina pirsgirêkan em bi hemû awayî piştevaniya wê dikin.
Divê pirsgirêk bên çareserkirinNûner Husên Mêrdan herwiha got: Di navbera parêzgehên din û parêzgehên Herêma Kurdistanê de peywendiyên baş û civakî hene û divê pirsgirêkên li ber çavan bên çareserkirin ku ya herî girîng dosya petrolê ye.
Got jî: Xebatên Yekîtîya Niştîmanî hewlên bi bereket in û meyla çareserkirina kêşeyan heye û pirranîya wan kêşeyan li ser çareser kirina kêşeyan li hev kirine û di paşerojê de bibînin ku qeyran dê çawa bin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Medyaya Ukranî:Li Çernîgovê teqîn,li Kîevê jî hişyariya esmanî
10:24 AM - 2025-12-06 -
Srokatiya Komarê: Pesendkirina biryara nasandina du grupan wek terrorist red dike
08:15 PM - 2025-12-05 -
Zelalbûnek derbarê biryara di rojnameya Îraqê de hatiye weşandin, Sûdanî daxwaza lêpirsîna lezgîn dike
04:56 PM - 2025-12-04 -
9 namzed ji bo posta Serokwezîrê Federal
11:49 AM - 2025-12-04
zêdetir tamaşe bike
Xwepêşandan li bajaroka Xebat berdewam e
08:05 PM - 2025-12-05
Seidî Pîre: Derhênerê sînaryoya vê carê jî ne baş bû
12:02 PM - 2025-12-05
Dahata hefteya borî zêdetir ji 11 milyar dînare
10:04 AM - 2025-12-05
Cewher Axa Herkî: Bi îşkenceyê win nikarin baweriya xelkê bi dest bînin
11:00 PM - 2025-12-04
zortrin xwendraw
-
Medyaya Ukranî:Li Çernîgovê teqîn,li Kîevê jî hişyariya esmanî
Cîhan 10:24 AM - 2025-12-06 -
Seidî Pîre: Derhênerê sînaryoya vê carê jî ne baş bû
Kurdistan 12:02 PM - 2025-12-05 -
Xwepêşandan li bajaroka Xebat berdewam e
Kurdistan 08:05 PM - 2025-12-05 -
Dahata hefteya borî zêdetir ji 11 milyar dînare
Kurdistan 10:04 AM - 2025-12-05 -
Srokatiya Komarê: Pesendkirina biryara nasandina du grupan wek terrorist red dike
Êraq 08:15 PM - 2025-12-05 -
Buhayê Tomen li hemberî Dolar gelekî daketiye
Cîhan 10:49 AM - 2025-12-06


.jpg)



Aplîkêşin

