Rakan El-Cibûrî rastiya têkiliyên xwe yên bi Partiya Demokrat re eşkere dike
Kurdistan 04:53 PM - 2022-12-26
Rakan El-Cibûrî rastiya têkiliyên xwe yên bi Partiya Demokrat re eşkere dike
Berpirsê Navenda Rêkxistinên Kerkûkê yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê tekez kir ku pêwendiyên Partiya Demokrata Kurdistanê li gel parêzgarê Kerkûkê Rakan Cibûrî berdewam hene.
Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat Kemal Kerkûkî di daxuyaniyekê de berî niha ji medyaya partiya xwe re îdia kiribû: Em qebûl nakin Rakan Cibûrî weke parêzgarê Kerkûkê ji ber ku li ser Kerkûkê hatiye ferzkirin.
Lê Cibûrî di hevpeyvînekê de ligel kanala (Felûce) piştrast kir ku serokê Hevpeymaniya Serwerî Xemîs El-Xencer destpêşxeriya lidarxistina civînekê di navbera wî û Partiya Demokrata Kurdistanê de girtiye û bi rastî civîn di navbera wî û Şexwan Ebdullah serkirdeyekî Partiya Demokrat de li mala Xemîs El-Xencer ha lidarxistin.
Parêzgarê Kerkûkê yê bi wekalet diyar kir ku di civînê de wan çend mijar gotûbêj kirine û diyar dike ku El-Xencer peyam û daxwazên xwe ji berpirsên hikûmeta herêmê re radigihîne.
Têkiliya Partiya Demokrat bi Rakan El Cibûrî re xurt eBerpirsê Navenda Rêkxistinên Kerkûkê ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Rewend Mella Mehmûd di daxuyaniyekê de ji malpera fermî ya Yekît PUKMEDIA re ragihand: Piştî bûyerên referanduma Herêmê û rûdanên ku li Kerkûkê pêk hat, me û Partiya Demokrat dikaribû parêzgarekî kurd ji bo Kerkûkê hilbijêre, lê Barzanî ne xwest û gelek pîlan çêkir da ku kesekî kurd nebe parêzgarê Kerkûkê û hemû ew rêkeftinên ku di navbera Yekîtiya Nîştimanî û Hizba Demokrat de hatine encamdan ,partiya Demokrat sedema cîbicînekirina wan bû.
Berpirsê Navenda Rêxistinên Kerkûkê diyar kir ku Partî bi rêya Kemal Kerkûkî dixwaze raya giştî bixapîne ku ti pêwendiya wî bi Rakan Cibûrî re nîne, lê Cibûrî rastiyan eşkere dike û nîşan dide ku pêwendiyeke wî ya bihêz bi Partiya Demokrat re heye.
Rewend Mela Mehmûd her wiha got; Di hevdîtinên pêkanîna hikûmeta nû ya Êraqê de, Partiya Demokrat bi Sadir û aliyên din re li hev kiribû ku Rakan Cibûrî weke parêzgarê Kerkûkê bimîne û piştevaniya wî bikin lê Cibûrî tekez dike ku Şexwan Ebdullah pira pêwendiya wî û Partî ye.
Helwesta parêzgariya Kerkûkê mafê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ye
Rewend Mela Mehmûd dibêje: Li gora destkeftiyên hilbijartinan, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê xwediyê dengê piraniya Kerkûkê ye û mafê wê ye ku parêzgareke kurd hilbijêre, herweha yekîtî di bernameya karê hikûmetê de ku pêşkêşî serokwezîr Mihemed Şeya Sûdanî kiriye, bi awayekî eşkere behsa asayîkirina rewşa Kerkûkê û cîbicîkirina madeya 140 ya destûrê kiriye û di bernameya hikûmetê de jî hatiye destnîşankirin.
Daxwazên Yekîtiya Niştimanî ya girêdayî navçeyên nakok ji aliyê hikûmeta Êraqê ve ketine cîbicîkirinê, ji wan aktîvkirina Komîteya Bilind ji bo cîbicîkirina madeya 140 ya destûrê, dabeşkirina bûdce û mûçeyên lîwaya 20 ya hevbeş li navçeyên nekok, herwiha çareserkirina pirsgirêka xwendina kurdî li Kerkûkê.
Hevpeyvîna Rakan Cibûrî ya derbarê hevdîtina bi Şexwan Ebdullah re wiha ye;
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Medyaya Ukranî:Li Çernîgovê teqîn,li Kîevê jî hişyariya esmanî
10:24 AM - 2025-12-06 -
Srokatiya Komarê: Pesendkirina biryara nasandina du grupan wek terrorist red dike
08:15 PM - 2025-12-05 -
Zelalbûnek derbarê biryara di rojnameya Îraqê de hatiye weşandin, Sûdanî daxwaza lêpirsîna lezgîn dike
04:56 PM - 2025-12-04 -
9 namzed ji bo posta Serokwezîrê Federal
11:49 AM - 2025-12-04
zêdetir tamaşe bike
Xwepêşandan li bajaroka Xebat berdewam e
08:05 PM - 2025-12-05
Seidî Pîre: Derhênerê sînaryoya vê carê jî ne baş bû
12:02 PM - 2025-12-05
Dahata hefteya borî zêdetir ji 11 milyar dînare
10:04 AM - 2025-12-05
Cewher Axa Herkî: Bi îşkenceyê win nikarin baweriya xelkê bi dest bînin
11:00 PM - 2025-12-04
zortrin xwendraw
-
Medyaya Ukranî:Li Çernîgovê teqîn,li Kîevê jî hişyariya esmanî
Cîhan 10:24 AM - 2025-12-06 -
Buhayê Tomen li hemberî Dolar gelekî daketiye
Cîhan 10:49 AM - 2025-12-06 -
Seidî Pîre: Derhênerê sînaryoya vê carê jî ne baş bû
Kurdistan 12:02 PM - 2025-12-05 -
Xwepêşandan li bajaroka Xebat berdewam e
Kurdistan 08:05 PM - 2025-12-05 -
Dahata hefteya borî zêdetir ji 11 milyar dînare
Kurdistan 10:04 AM - 2025-12-05 -
Srokatiya Komarê: Pesendkirina biryara nasandina du grupan wek terrorist red dike
Êraq 08:15 PM - 2025-12-05


.jpg)



Aplîkêşin

