Parlementarek: Divê li Hewlêr û Duhokê jî biryarên wêrek bidin
Kurdistan 06:51 PM - 2022-12-25
Parlementarek: Divê li Hewlêr û Duhokê jî biryarên wêrek bidin
Piştî serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî hejmarek gilî ji welatiyên navçeya Serçinar wergirt biryar da ku ew cihên ne cuncaw digel ol û îslamê werin daxistin û serok bixwe çavdêriya proseya girtina wan cihan kir.
Divê Hewlêr û Duhok li Silêmaniyê binêrin
Endamê Parlemanê Kurdistanê Zekerî Ehmed Ismaîl ji ajansa fermî yê Yekîtî re PUKMEDIA re got divê Hewlêr û Duhokê jî li Silêmaniyê binêrin û biryrên mîna wê bidin û her cihekî dûrî ol û kiltora kurdî dabixin. Li wan deveran cihên ne şiyaw hene û berpirsên hizbî li piştê ne lê divê hikûmet bi erka xwe rabe û ji bo xatirê çend berpiran mijarê paşguh neke.
Berpirs li piştê wan in
Heman endamî Parlemanê got: hin berpirs hene ku beşek ji dahata wan cihan werdigrin jiber wê ywkê em daxwaz ji hikûmet dikin ku wan cihan bigre û kiltor û mîrata kurdewarî biprêze.
Divê hikûmet biryarên wêrek bide
Ji bo çareserkirina van pirsgirêkên ku li komalge derketine wek Silêmanî pêdivî bi standina biryarên wêrek hene û divê hikmûmet rê ne de berpirsaên Hewlêr û Duhokê ku bi azadî xeletiyê bikin da ku dewlemendtir bibin û civakê jî pîstir bikin û têk bibin .
Têkoşîna serok Bafil li vir nawestê
Endamekî parlemena Kurdistanê ragihand ku ew karên ku serok Bafil encam dane, li şûna ku li kirinên Serok Bafil binêre wî rexne dike.
Endamê fireksiyona Yekîtî Şêrîn Yunis ji PUKMEDIAre ragihand ku girtina wan şûnan li Serçinar ji aliya serok Bafil ve cihê destxoşî û şanaziyê ye Şoreşa çandê ya Serok Bafel li ser çanda Kurdî ya bedew ava bûye û li ber kesî namîne.
Partî çi kiriye?
Derbarê hin rexneyên çend parlementerên nûzîkî wê partiyê de Şêrîn Yunis dibêje Fireksiyona zer agayan li mîjûya partiya xwe nînin partiya wan jî ji bo yasayî û kurdperweriyê yek gav neavêtiye.
Baregeha Barzanî li ser navê hikûmetê biryaran dide
Serokê partiya we bi çi yasayekê dikare şandên biyanî bibîne dema ku serokê Herêma Kurdistanê heye û kurê birayê wî ye, biryarên hikûmetê ji baregeha Barzanî tê girtin ne ji serokatiya Hikûmetê.
Ez spasiyê li Serok Bafil nakim ji ber ku ew serokê partiya min e û hemû kurd pesnê wî didin, ji ber ku biryar di cihê xwe de bû, lê eger hikûmeteke me ya dadperwer hebe, pêwîst nake serokê partiyê van tiştan bike. Serokwezîr guh nade hest û çanda gel û tenê xwe dibîne. Di partiya xwe de jî kes jê razî nîne.
Serokê Lijneya Bilind a Dadweriyê ya Êraqê piştgiriya Serok Bafil dike
Di wê barê de serokê Encumena Bilind a Dadwerî ya Êraqê Fayq Zêdan li Bexdayê di civîna di gel serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Talebanî de destxweşî li Serok Bafil kir ji ber wan biryarên vê dawiyê û got: Ev biryarên wêrek pêngavekî girîng in bo rêkxistina civakê û em jî palpiştî wê yekê ne.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Medyaya Ukranî:Li Çernîgovê teqîn,li Kîevê jî hişyariya esmanî
10:24 AM - 2025-12-06 -
Srokatiya Komarê: Pesendkirina biryara nasandina du grupan wek terrorist red dike
08:15 PM - 2025-12-05 -
Zelalbûnek derbarê biryara di rojnameya Îraqê de hatiye weşandin, Sûdanî daxwaza lêpirsîna lezgîn dike
04:56 PM - 2025-12-04 -
9 namzed ji bo posta Serokwezîrê Federal
11:49 AM - 2025-12-04
zêdetir tamaşe bike
Xwepêşandan li bajaroka Xebat berdewam e
08:05 PM - 2025-12-05
Seidî Pîre: Derhênerê sînaryoya vê carê jî ne baş bû
12:02 PM - 2025-12-05
Dahata hefteya borî zêdetir ji 11 milyar dînare
10:04 AM - 2025-12-05
Cewher Axa Herkî: Bi îşkenceyê win nikarin baweriya xelkê bi dest bînin
11:00 PM - 2025-12-04
zortrin xwendraw
-
Medyaya Ukranî:Li Çernîgovê teqîn,li Kîevê jî hişyariya esmanî
Cîhan 10:24 AM - 2025-12-06 -
Buhayê Tomen li hemberî Dolar gelekî daketiye
Cîhan 10:49 AM - 2025-12-06 -
Seidî Pîre: Derhênerê sînaryoya vê carê jî ne baş bû
Kurdistan 12:02 PM - 2025-12-05 -
Xwepêşandan li bajaroka Xebat berdewam e
Kurdistan 08:05 PM - 2025-12-05 -
Dahata hefteya borî zêdetir ji 11 milyar dînare
Kurdistan 10:04 AM - 2025-12-05 -
Srokatiya Komarê: Pesendkirina biryara nasandina du grupan wek terrorist red dike
Êraq 08:15 PM - 2025-12-05


.jpg)



Aplîkêşin

