Serdana Serok Bafil...Piştgiriya berdewam a ji bo Rojava û hewldanên çareserkirina pirsgirêkan
Kurdistan 01:52 PM - 2022-12-22
Serdana Serok Bafil...Piştgiriya berdewam a ji bo Rojava û hewldanên çareserkirina pirsgirêkan
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî serdana herêma Rojava kir û li gel Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li Êraq û Sûriyê General Matteo MacFarlane û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mazlûm Ebdî civiya.
Di hevdîtinê de Serok Bafil tekez li ser baldariya Yekîtiya Niştîmanî ya li ser çareseriya aştiyane ya pirsgirêkan kir û got: Em bi hemû hewlên xwe hewl didin ku diyalog bibe bingehek ji bo çareser kirina kêşeyan û têperandina rewşa heyî û diyar kir ku bê guman têkiliyên me bi Rojava re wê berdewam bikin û em hewl didin pêş bixin. Yekîtiya Nîştimanî xwe xizmetkarê hemû Kurdan dibîne, Kurdbûn ji bo me cihê şanaziyê ye û hebûna me bi hevgirtin û yekrêziya me ve girêdayî ye.Vê serdanê bandorên erênî yên mezin hebû û peyamên cuda nîşan dan ji ber ku her kesî pêşwazî li vê serdanê kir ku yekem car e berpirsekî bilind ê kurd serdana Rojava dike.
Diyalog bingeha çareseriya pirsgirêkan e
Berpirsê Desteya Pêwendiyên Kurdistanê ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê Saler Serhed ji PUKMEDIA re ragihand: Yekîtiya Niştimanî bi serpereştiya Serok Mam Celal diyalog û jihevtêgihiştinê ji bo çareserkirina kêşeyan weke karê xwe yê pêşîn dibîne.
Got jî: Yekîtiya Niştimanî aştî û diyalogê li ser asta Herêma Kurdistanê û dervey welat ji bo karê xwe dike bingeh û Serok Bafil jî heman rêbazê dişopîne, herweha Mekteba Siyasî, Encûmena Serkirdayetî û kadroyên Encûmena Serkirdayet jî heman rêbazê dimeşîne.
Yekîtiya Niştimanî xwediyê pirsên netewî ye
Saler Serhed wiha pê de çû: Yekîtiya Niştimanî xwe xwediyê dozên netewî dibîne û di şerê li dijî terorê de piştevan û piştgira bihêz a Rojava bû, ji ber wê jî destpêşxeriyên çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên siyasî, dîplomasî û diyalogê pêşniyar dike.
Çawa ku serok Mam Celal destê aştiyê dirêj dikir û kar bo çareser kirina hemû pirsgirêkan bi rêya diyalog û têgihiştinê dikir, serok Bafil Celal Talebanî jî bi heman awayî kar bo çareser kirina kêşeyan dike.
Yekîtiya Niştimanî bijardeya şer red dike
Saler Serhed dibêje: Yekîtiya Niştimanî bijardeya şer ji bo çareserkirina pirsgirêkan red dike û li hember de jî baweriyê bi diyalog û jihevtêgihîştinê ji bo çareserkirina pirsgirêkan dike.
Got jî: Serdana Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bo Rojava, ji bilî hevdîtinên wî yên girîng ligel aliyên siyasî bi armanca bihêzkirina diyaloga niştimanî tê û aliyên siyasî, dîplomatîk û dîrokî jî hene û armanca wê jî pêşxistina diyalogê ye.
Piştivanî û piştgiriyek xurt
Endamê Encûmena Serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Letîf Nîroyî ji PUKMEDIA re ragihand: Serdana Serok Bafil Celal Talebanî bo Rojava û hevdîtinên wî ligel berpirsên wê derê, piştgiriya Yekîtî bo Rojava û beşên din ya Kurdistanê diyar dike.
Got jî: Serdana Rojava û bi taybetî hevdîtina li gel Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mazlûm Kobanî û Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li Êraq û Sûriyê General Matteo Macafarlan berdewamiya siyaseta Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê di piştgirîkirina beşên Kurdistanê de ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi rêya aştiyê.
Serdanê peyamên girîng araste kirin
Latif Nîroyî dibêje: Asayîş û aramiya Rojava giringiyeke taybet ji bo Yekîtiya Niştimanî û Herêma Kurdistanê heye û bi dîtina rewşa wan navçeyan bi amadebûna serkirdeyên pilebilind ên hevpeymaniya navdewletî û ligel Serok Bafil Celal Talebanî bê guman peyamek girîng e.
Ev serdan serdaneke dîrokî ye ji ber ku bi me dide zanîn ku têkoşîna niştimanî û piştevanîkirina beşên din yên Kurdistanê tevî zehmetî û metirsîyên xwe, Yekîtiya Niştimanî dê li ser vê rêyê berdewam be.
YNK ji bo piştgîriya parçeyên Kurdistanê ti hewldanan ji dest nade
Çavdêrê siyasî û rojnamevan ê Rojava Remezan Kerîm dibêje: Yekîtiya Niştimanî ji bo alîkariya tevahiya Kurdistanê ti hewlek ji dest nedaye û li ser cîbicîkirina nêzîkatiya biaqilane ya Serok Mam Celal berdewam e.
Got jî: Helwesta Yekîtîya Niştîmanî ya Kurdistanê li rojhilata navîn giring û mezine û serdana serok Bafil Celal Talebanî bo Rojava dibe alîkar bo pêşvebirina doza Kurdî li Sûriyê.
Got jî: Siyaseta aqilane ya Yekîtî siyaseteke niştimanî ye û girêdayî hemû beşên Kurdistanê ye.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Medyaya Ukranî:Li Çernîgovê teqîn,li Kîevê jî hişyariya esmanî
10:24 AM - 2025-12-06 -
Srokatiya Komarê: Pesendkirina biryara nasandina du grupan wek terrorist red dike
08:15 PM - 2025-12-05 -
Zelalbûnek derbarê biryara di rojnameya Îraqê de hatiye weşandin, Sûdanî daxwaza lêpirsîna lezgîn dike
04:56 PM - 2025-12-04 -
9 namzed ji bo posta Serokwezîrê Federal
11:49 AM - 2025-12-04
zêdetir tamaşe bike
Xwepêşandan li bajaroka Xebat berdewam e
08:05 PM - 2025-12-05
Seidî Pîre: Derhênerê sînaryoya vê carê jî ne baş bû
12:02 PM - 2025-12-05
Dahata hefteya borî zêdetir ji 11 milyar dînare
10:04 AM - 2025-12-05
Cewher Axa Herkî: Bi îşkenceyê win nikarin baweriya xelkê bi dest bînin
11:00 PM - 2025-12-04
zortrin xwendraw
-
Medyaya Ukranî:Li Çernîgovê teqîn,li Kîevê jî hişyariya esmanî
Cîhan 10:24 AM - 2025-12-06 -
Buhayê Tomen li hemberî Dolar gelekî daketiye
Cîhan 10:49 AM - 2025-12-06 -
Seidî Pîre: Derhênerê sînaryoya vê carê jî ne baş bû
Kurdistan 12:02 PM - 2025-12-05 -
Xwepêşandan li bajaroka Xebat berdewam e
Kurdistan 08:05 PM - 2025-12-05 -
Dahata hefteya borî zêdetir ji 11 milyar dînare
Kurdistan 10:04 AM - 2025-12-05 -
Srokatiya Komarê: Pesendkirina biryara nasandina du grupan wek terrorist red dike
Êraq 08:15 PM - 2025-12-05


.jpg)



Aplîkêşin

