Girîngiya serdana serokê YNKê bo Rojavayê Kurdistanê

Kurdistan 06:46 PM - 2022-12-21
Serok Bafil bi hevserokê PYDê û fermandarê HSDê re civiyaye....

Serok Bafil bi hevserokê PYDê û fermandarê HSDê re civiyaye....

Di barê serdana serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê serok Bafil Celal Talebanî bo Rojavayê Kurdistanê de û girîngiya wê serdanê beşek ji kesayetiyên siyasî û çalakvan û rojnamevan û çavdêrên siyasî kurdî nerîn û dîtinên xwe ji bo PUKMEDIAyê tînin ser ziman.

Elî Şemdîn; Serok Bafil Celal Talebanî ji me re gotibû wê serdana Rojavayê bike

Elî Şemdîn: Em vê çûna serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê berêz Bafil Talebanî ne suprîz bû, û em agahdarin ku gotibû wê serdana Rojavayê Kurdistanê bike û bi rastî jî serdan kir .
Rola Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê ji serdema serok Mam Celal ve ji 2011 ve û her di destpêka tevgera kurdî ve xwedî rolin û serdana serok Bafil jî cihê rêz û pîrozbahiyê ye û em serkeftinê jê re dixwazin.

Ev çûndin gelek girînge ji ber ku di asteke bilind de ye ku kurê serok Mam Celal e û serokê YNKê ye û pêwîste aliyên PYDê û HSDê vê fedekariya kak Bafil û YNKê li ber çavan bigrin ku yek ji wan daxwaza guhertinan dikin ku mijara rakirina wêne û dirûşman ku nebin sedema serêşiyê û dujmin jê sûd digrin bêne rawestandin ku ji dostaniyê dibêjin û ev yek, em jî amadene eger YNKê ji me bixweze em amadene, lê diyare ku ev serdana aliyekî xwe ewlehî û serbazî heye. Serdaneke wiha yekrêzî bibe an na, ev yek wê ji HSDê û PYDê were xwestin ku li ber çavan bigrin û roleke xwe bibînin ji bo yekrêziyê û hewil bidin li gel aliyên din ê kurdî jî jihevnas bikin.

Kaban: Ev serdan bingeheke ji bo damezrandina kongireya netewî Kurdistanê ye

Di barê serdana serok Bafil bo Roavayê Kurdistanê serokê Navenda Ciyostratîjî ya Xwendinê Ibrahîm Kaban derbarê serdana serok Bafil bo Rojavayê Kurdistanê wiha dinirxîne:
Serdana serok Bafil bo Rojavayê Kurdistanê gelek girînge ku di vê dema hestyar de serdana Rojavayê Kurdistanê bike û Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê herdem xwediyê roleke mezin û girînge û tê wê wateyê ku serok Bafil nameyekê arasteya hemû kes û aliyan dike ku em kurd her yekin û xwedî gotar û helwesta netewî kurdî ne û xwezyarê yekrêza mala kurdî ne. Ev derbasbûna serok Bafil ji bo Rojavayê Kurdistanê wek pêngaveke gelek girîng û watedare ku wek berê li Kobanê û Şengalê û li her deverekî Rojavayê Kurdistanê piştîvan û hevsoz û alîkarbûye, îro jî bi heman awayî siyaseta rast dubare dike û ev pêngav dibe bingeheke ji bo damezrandina kongireyeke netewî Kurdistanî ye ku serok Bafil serdana serok general Mazlûm Ebdî dike. Pêwîste hemû kurdek vê serdanê girîng û pîroz bibîne û piştgir be û bi çavake girîng û baş.

 

Remezan Kerîm; Ev serdana Serok Bafil  girêdayî û tememakirina karê pêştir Serok Mam Celal e

Koordînatorê kar û barê kurdên Soviyeta berê Remezan Kerîm ji malpera PUKMEDIA re ragihand di derbare serdana dîrokî Neteweyî ya Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê birêz Bafil Talebanî got: 
Yekem; Ev serdana Serok Bafil  girêdayî û tememakirina karê pêştir Serok Mam Celal e ji bo hamû Netewa Kurd çi li salanê 70-yan dema Yekîtî Damezra li Rojhava çi li pirosêsa Aştî li Bakûrê Kurdistan navberî birêz Ocelan û Serok Ozal de,çi li mesela sala 2011 an de dema Serok Mam Celal û Sero Beşar Asad hevdîtin kirin û Rojhavayê Kurdistan ser biriyarê ewan damezra ,çi li mesela Rojhilatê Kurdistan zemanê Dr.Qasimlo û çi ji Raperîna 1991 li Başûr ji bo Rojhava wekû vekirina deriyekî nefesê jiyanê bû  di rewşa ku hemu derî hatibûn girtin  û di bin tehdîtekî ciddî ya ji navçunê de bun kurdê Rojhava.

Duyem ;ve serdane Niştimanî ye,Neteweyîye,Dîplomasîye,Siyasîye ,Leşkerî û Hewlekarî ye bi pirojeyekî dewlemend ji bo Yekkirina Kurdan û aştî û aramî li  Kurdistana Mezin bi piştgiriya Navdewletî bi Serokatiya birêz Bafil Talebanî despê kiriye.

Sêyem; Di 100 saliya Peyîmana Lozan de kurd li hember du hilbijartin bû Yan ji nav biçin bo 100 salê din Yan bikin derfet maf warbigirin u azad bin.Serdana Serok Bafil Warçerxaneki bû ku Diroka 100 salên dike derfet bo Kurdan.

Çarem;Ev Mêrxasî u cesaretekî mezin bû bi çavnetirsî li  hember  Dewletên Dagirker,ji ber vê Yekîtî û Serokê xwe berjiwendiyê Kurdan dan ser hamû tiştî ,ev ruhekî nû da Kurdan li hamû Cihanê û Kurdê Rojhava bi zindî dîtin ku Yekîtî wekû hamû dema li dîrokê de bi tayîbet sala 2014 li Kobanê bu firiyadres bo wan.

Pêncem;Ev serdan wê bibe sedema avakirina Yekîtiya Neteweyî ku Yekxistina mala Kurdan bi xwe re bîne bibe derfetek ku Kurd di vê sedsalê de bibin xwedan statû û ji qurbanî dane rizgar bibin.

Şeş;Serok Bafil û Serok Mazlûm Abdî bûne pira zêrîn navberî Rojhava û Başûr de,bûna helqa hevgirêdana Kurdan bi hev ve ev Werçerxanekî nû ye di Dîroka Kurdan de.

Heft;Serok Bafil pêş ev serdana Serokê YNKê bû lê piştî ve serdanê dibe û bû yek ji Serokê Kurdan.

Serdana serok Bafil di vê demê de gelek watedar û dîrokî ye

Hozan Efrînî wek nivîskar û rojnamevan di barê serdana serok Bafil Celal Talebanî de dibêje: Ev serdan dîrokî û gelek watedar e ku di vê dema herî hestyar û dijwar de ye ku gef û hereş li Rojavayê Kurdistanê têne kirin û serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê serok Bafil Celal Talebanî serdana Rojavayê dike û ev yek nameyeke ji hemû welat û kes û aliyan re ku rastiya helwesta Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê ji bo yekrêziya gelê kurd û yekbûna mala kurdî pêngaveke dîrokî nîşan dide û ev yek cihê rêz û pêzanînê ye.
Efrînî di dirêjahiya axiftina xwe ajansa fermî ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê ( PUKMEDIA)yê re got: Em hemû dizanin ku Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê her ji destpêka kar û xebatên xwe ve, xwedî rol û helwest û pêngavên rasteqîne ên di xizmeta doza gelê kurd de bû ye û ji ber vê jî, YNKê pêngaveke mezin û bihêz di barê yekrêziya aliyên siyasî ên Kurdistanî li Dukanê encam da û aliyên siyasî Kurdistanî û Êraqî li Bexdadê di mala serok Mam Celal de saz kir û îro jî berê xwe da Rojavayê Kurdistanê û dest bi gotûbêjên derbarê yekrêziya part û aliyên kurdî ên Rojavayê Kurdistanê kir û ev yek dibe belgeheke girîng ji bo dîroka kurdî û bingeheke bihêz ji bo rastiya vejandina têgeha yekrêiya aliyên siyasî kurdî ye ku wê di demên pê de bête bi cih kirin.

 

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket