Zelalbûn rûyê demokratîk ê hikûmetê nîşan dide
Kurdistan 12:39 PM - 2022-12-21
Zelalbûn rûyê demokratîk ê hikûmetê nîşan dide
Zelalbûna dahat û xerciyan wek bingehê demokrasiyê li welatan tê dîtin û hewla cîgirê serokwezîr Qubad Talebanî di vê çarçoveyê de li Herêma Kurdistanê, Êraq û heta li navçeyê jî bêmînak e.
Serok Mam Celal destpêşxer bû bo şefafiyetê li Hikûmeta Herêma Kurdistanê û ji bo Yekîtî jî her demekê desthilatê yekem li hikûmetê ku serokê hikûmetê li cem bê kabîneya wê li dahat û xercê zelaltir bû.
Yekîtî û ZelalbûnYasenas û xwedî birwanameya macstêr li girêbesta naft Behcet Ehmed ji malpera fermî ya Yekîtî PUKMEDIA yê re ragihand ku; Ji destpêka avakirina hikûmeta Herêma Kurdistanê heya niha ger Yekîtî xwedî biryar û serok ba wê hewla zelalbûna dahat bida.
Serok Mam Celal Desteya Çavdêriya Darayî ava kirBehcet Ehmed got jî piştî avakirina rêveberiya Silêmaniyê ya hikûmeta Herêma Kurdistanê di sala 1999an de, Desteya Çavdêriya Darayî bi biryara Serok Mam Celal ve hate avakirin ku di wê demê de ji bo Herêma Kurdistanê mijareke nû û balkêş bû û bi vî awayî hikûmetê karibû hemû dahat û xercî baştir rêkbixista.
Qubad Talebanî dahênan li zelalbûnê kirHer weha Ev hewla cîgirê serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî destpêşxeriyrkr kem wêne ye ne tenê li ser asta Herêm û Êraq belku li ser asta navçeyê bi tevahî, ji ber ku ev yekemîn care hikûmetek bi aşkireyî dest bo çeksazî û zelalbûnê di dahatê de bike.
Yekîtî Dahata naftê zelal dikeYasenas Behcet dibêje; Eger dahatên naftê jî bi dest yekîtî de ba wê bi heman şêwa zelal bikre û wê li rêya dîwana çavdêriya darayî ragihandiba.
Zelalbûna Yekîtî Partî bêzar kiriyePirojeya Qubad Talebanî bi navê Şefafiyetê tîma Partîya Demokrat di hikûmetê de bêzar kiriye, ew xiztine berdem du rêge ku bixwe nizanin çi bikin.
Endama Serkirdayetiya Yekîtî Dilpak Tahêr ji PUKMEDIA re got; Şefafiyet gaveke pir wêrek û demokratîk e û tîma Partî ya di hikûmetê de bêzar kir û xiste ber dubendiyekê ku nizanin çi bikin.
Yan çav li Yekîtî bikin yan Gendelî wê berdewam beDilpak herweha dom kir û got tîma Partî di hikûmetê de divê li Yekîtî binirin û dahatên naftê û ne naftê aşkire bikin yan jî li ser vê şêwaza kilasîk yê gendel berdewam bin û wek niha kez nizanbe dahat çende û lêçun û xerc çun dibe .
Pêngava duyem a zelalbûnê bi rêve yePêngava yeke a zelalbûnê tiştek nehêştiye ku bi nediyarbûna dahat û çawaniya xerckirina wê were tawanbar kirin, Pêngava duyem ewe ku zelalbûna dahatên naftê û ne naftê di hikûmetê de aşkire bike ku li ser daxwaza xelk û parleman û aliyan e.
Roja 15-12-2022 piştî 30 sal hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser destê Qubad Talebanî bû xwediyê pirojeya zelalbûnê di dahat û xerciyê de.
Niha rojane xelk dikare hemû dahatên ne naftî yê parêzgeha Silêmaniyê û Helebçe û herdu rêveberiyên serbixwe Raperîn û Germiyan di malpera Şefafiyetê de bizanin.
Li gor nuhtirîn amara malpera Şefafiyetê www.shafafiat.com duh duşemê dahata parêzgeha Silêmanî û deverên wê 16 milyar û 713 milyon û 114 hezar dênar bû.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Berdevka Çavdêrên Şefafiyet: Ji bo çavdêran pirsgirêk hene
05:45 PM - 2025-11-11 -
Şalaw Kosret Resûl: Îro rojeke dîrokî û çarenivîse
02:09 PM - 2025-11-11 -
Serokkomar daxwaza beşdarbûna berfireh di hilbijartinan de dike
01:29 PM - 2025-11-11 -
Berdevkê YNK: Dengê xwe bidin partiya ku xizmeta we dike
10:12 AM - 2025-11-11
zêdetir tamaşe bike
Li Silêmanî, Kerkûk, Helebçe, Raperîn, Koyê û Germiyanê, YNK hêza yekem e.
07:54 PM - 2025-11-11
Dest bi Proseya hejmartina dengan hat kirin
05:59 PM - 2025-11-11
Serok Bafil: Ji bo xizmetê ya çar salan bi lez biçin ser sindoqan
05:18 PM - 2025-11-11
Xalid Şiwanî: Baweriya me bi dengderên me heye
03:48 PM - 2025-11-11
zortrin xwendraw
-
Serokê YNKê serkeftina hilbijartinê li welatiyan pîroz dike
Kurdistan 08:23 PM - 2025-11-11 -
Dest bi Proseya hejmartina dengan hat kirin
Kurdistan 05:59 PM - 2025-11-11 -
Serok Bafil: Ji bo xizmetê ya çar salan bi lez biçin ser sindoqan
Kurdistan 05:18 PM - 2025-11-11 -
Li Silêmanî, Kerkûk, Helebçe, Raperîn, Koyê û Germiyanê, YNK hêza yekem e.
Kurdistan 07:54 PM - 2025-11-11 -
Xalid Şiwanî: Baweriya me bi dengderên me heye
Kurdistan 03:48 PM - 2025-11-11 -
Komîsyon: Hilbijartin pir baş birê diçe
Kurdistan 11:26 AM - 2025-11-11 -
Serokkomar daxwaza beşdarbûna berfireh di hilbijartinan de dike
Êraq 01:29 PM - 2025-11-11 -
Serokkomar: Beşdarbûna berfireh di hilbijartinan de tekane rêya serrastkirina şaştiyane
Êraq 10:13 PM - 2025-11-10






Aplîkêşin

