Siyasetmedar Adil Ebdulmehdî : Serok Bafil wekû Serok Mam Celal e
Kurdistan 11:05 PM - 2022-11-26Serok Bafil Celal Talebanî û Serokwezîrê berê Adil Ebdulmehdî :
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî li Bexdayê ligel siyasetmedarê navdar û serokwezîrê berê yê Êraqê Dr.Adil Ebdûlmehdî hevdîtin pêk anî.
Di hevdîtinê de pêşveçûnên dawî yê siyasî û karnameya hikûmeta nû ya Êraqê hat gotûbêjkirin û têkez li ser serkeftina proseya çaksaziyê û pêşkêşkirina xizmetguzariyên zêdetir hat kirin.
Serok Bafil rol û pêgeha Dr.Adil Ebdûlmehdî di pişgiriya mafê rewa yê gelê Kurd di demên cûda cûda de bilind nirxand ,ji ber ku Yekîtî qet helwestê mêrxas yê kesayetiyên Niştimanî bîr nake ku hewla pêkva jiyane dane û diyar kir ku YNK heta niha jî bi heman siyaset û stratejiya Serok Mam Celal kar dike, ku têde aramî, yekrêzî û pêkvejiyan heye.
Li hember de jî serokwezîrê berê yê Êraqê pesna rol û siyaseta niştimanî ya Serok Bafil wek serkirdeyekî ciwan û bibandor da ,ku di qonaxên dijwar de hewlê aştî dide, û ber bi nêzîkbûna aliyan û çareserkirina pirsgirêkan ve diçe nirxand, û her ev yek jî wiha kir ku roleke bibandor di pêkanîna hikûmeta nû de bileyîze û Baweriya Êraqiyan bi dest bixe. Got jî: Siyaseta niha ya YNKê bi serokatîya Bafil, siyaseta aqilane serok Mam Celal tîne bîra me,ku pê kari dikir ji bo bidestxistina berjewendîyên bilind û niştimanî wek karê sereke temasê jî dikir.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
09:56 PM - 2024-04-25 -
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
01:41 PM - 2024-04-25 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
05:53 PM - 2024-04-24 -
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
07:47 PM - 2024-04-23
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
02:16 PM - 2024-04-24
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
09:45 AM - 2024-04-24
Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
05:11 PM - 2024-04-23
zortrin xwendraw
-
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
Kurdistan 01:41 PM - 2024-04-25 -
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
Kurdistan 09:56 PM - 2024-04-25