Lûtkeya Dukan: Ji bo çareserkirina pirsgirêkan divê gavên pratîk bên avêtin
Kurdistan 07:12 PM - 2022-11-24Civîna bilind a aliyên Siyasî Herema Kurdistan
Îro Pêncşemê li ser vexwendina fermî ya Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî li mala Serok Mam Celal ,li bajarê Dûkanê civîna bilind a partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê di çarçoveya diyaloga nişitmanî bi armanca yekrêzî û çareseriya pirsgirêkan li Êraqê û Herema Kurdistanê birêvecû.
Mijara sereke ya civîna havîngaya Dûkanê gotûbêjkirina pêşhatên dawî yên siyasî, aborî û hewlekarî yên li Herêma Kurdistanê, Êraq û navçeyê bû.
Di civînê de tekez li ser bihêz kirina peyîwendiyên di navbera hêz û aliyên Kurdistanî de hate kirin û pêwîst hate dîtin ku bilez pêngavên çareser kirina pirsgiêkan werin avêtin. Her wiha li ser berfirehkirin û berdewamkirina civînên aliyên siyasî yên Kurdistanê,ji bo pêşxistina peywendiyan , yekxistina hêz û şiyanan ku dûr be ji nêrînên partiyan bo çareserkirina pirsgirêkên li pêşiya rastiya navçe û Êraqê hene , ev armanc jî ji bo derbaskirina pirsgiêkan e ku li ser lihev kirin di civînê de.
Di beşeke din ya civînê de, hemû aliyan tekezî li ser berdewamiya diyaloga navbera aliyên siyasî ji bo bidestxistina pirojeya hevbeş a Kurdistanî ya yekrêziya niştimanî kirin.
Di civînê de helwestek cidî li ser rewşa nebaş a jiyana xelkê hate standin û eşkere kir ku jiyan û rewşa xelkê gihiştiye wê astê ku pêwîste hemû aliyên siyasî ji bo çareseriya pirsgirêkan û başkirina jiyana welatiyan pêngavan bavêjin. Xebat ji bo damezrandina encûmeneke bilind li herêmê bi beşdariya hemû aliyan ji bo biryardan û dîtina çareyan ji bo hemû pirsgirêk û arîşeyên ku aliyên xwe niştimanî hene bê kirin. Ev pêngav weke faktoreke parastina yekrêziyê, parastina ezmûna herêmê ye, bidestxistina geşbûna zêdetir ji bo gel, bihêzkirin û parastina pêkhateya herêmê hate nirxandin.
Di civînê de tekezî li ser aştî û aramî, ewlehî, serweriya yasa û saziyên dewletê, têkoşîna li dijî gendeliyê, rûbirûbûna îmhakirina çavkaniyên giştî û serkeftina proseya çaksaziyê ya resen hat kirin.
Ji bo yekitî û yekrêziya Kurdistanê biryara berdewamiya van civînana hat dayîn.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
09:56 PM - 2024-04-25 -
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
01:41 PM - 2024-04-25 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
05:53 PM - 2024-04-24 -
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
07:47 PM - 2024-04-23
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
02:16 PM - 2024-04-24
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
09:45 AM - 2024-04-24
Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
05:11 PM - 2024-04-23
zortrin xwendraw
-
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
Kurdistan 01:41 PM - 2024-04-25 -
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
Kurdistan 09:56 PM - 2024-04-25