Hikumet 8 sale bûdceyê ji parlamentoyê vedişêre

Kurdistan 06:40 PM - 2022-11-15

Hikumeta Herêma Kurdistanê ev 8 sal in proje yasaya bûdceyê pêşkêşî parlamentoyê nekiriye, ku rê li ber gendelî, neşefafiyet û bêdadiyê di bûdceyê de vekiriye û projeyên hikumetê li parêzgehan ku nadin wan.
Ev awayê rûbirûbûna bûdce, dahat û xerciyan jî cureyeke din a nerêveberiya li herêmê ye, ji ber wê jî YNK û aliyên din ê  Herêma Kurdistanê wek eniyek kar dikin ji bo serrastkirina rêveberiya nebaş li herêmê.
Şêrko Cewdet ke Serokê  Komîteya Darayî ye, li parlemana Kurdistanê dibêje Hikumeta Herêma Kurdistanê proje yasaya bûdceya salên (2014, 2015, 2016, 2017, 2018, 2019, 2020, 2012, 2022) ji Parlamentoya Kurdistanê re neşandiye.

 

Nebûna bûdceyê lawaziya huqumetê ye

Herwaha got: Li cîhanê ji bilî huqumeta herêma Kurdistanê ti huqumetek ku xwe ji şandina proje yasaya bûdceyê bo parlamentoyê venaşertiye, ev jî lawaziya herî mezin a vê hikumetê ye.
Wî got: "Beşek mezin ji gendeliya di dahat û xerciyên vê huqumetê de heye, herwiha neheqiya di cîbicîkirina pirojeyên ji parêzgehekê bo parêzgehekê din û nebûna desthilata wezîran, nebûna bûdceyê ye".

 

Nebûna bûdceyê li Herêma Kurdistanê dîktatorî çêkir

 

 Wî got: "Nebûna bûdceyê bûye sedem ku desthilat di nav serokwezîr de bêne komkirin û ev yek jî bûye sedem ku dîktatoriya biryardanê di vê kabînê de li gorî kabîneyên berê serdesttir be û bibe sedema nerazîbûnan."
"Ne ez weke serokê Komîteya Darayî, bêguman ti kes li Herêma Kurdistanê nizane dahata rastîn a huqumetê çiqas e û çawa tê xerckirin, ev jî sedemeke siyasî ye li pişt wê neheqiya ku li Herêma Kurdistanê heye."

 

Huqumet nahêle parlamento li ser butceyê tevbigere

 
Nebûna bûdceya Herêma Kurdistanê çavkaniya hemû gendelî û newekheviyên di xerckirina dahatan de ye.
Serokê Fraksiyona Yekgirtû li Parlamentoya Kurdistanê Şêrko Cûdet ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) PUKMEDIA re ragihand; Ji ber vê yekê em dikarin bibêjin ku 8 sal in huqumet dahata xwe bi awayekî neyasayî xerc dike û haya parlamentoyê jê nîne.
Herwaha got: Kêmbûna bûdceyê li herêmê bûye sedem ku dahat û xerckirin ji sedî 100 ne şefaf û ne diyar bin, ku ev yek jî çavkaniya hemû gendelî û newekheviya herêma Kurdistanê ye. Şêrko Cevdet  wiha dibêje.

 

Tişta diqewime trajediyek e

 
Proje yasaya bûdceyê giringtirîn proje ye ji bo rêkxistina dahat û xerciyan û dabeşkirina wan di navbera sektor û projeyan de û rê li ber gendelî, neşefafiyet û neheqiyê digire.
Şêrko Cevdet ragihand: “Ti behaneyek ji bo neşandina bûdceyê ji bo parlamentoyê nemaye, ji ber ku eger huqumet di şer û krîzê de be, heta di rewşên nexwestî de jî, hesabê Meclîsê neke  û ev  yeka  karesat çêdike .”
“Di heyama 8 salên borî de, Komîteya Darayî gelek caran daxwaza bûdceyê kiriye, heta ku me dozgerê giştî agahdar kir ku ev yek mafekî giştî ye û divê rola xwe bilîze. 

 

Me her demsalê butçeyek xwestiye

 

Fraksiyona YNKê û piraniya fraksyonên din çendîn caran daxwaz ji huqumetê kirine ku proje yasaya bûdceyê bişîne, lê hincet nîşan dane.
Endamê Fraksiyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Rojan Mihemed Kerîm ji PUKMEDIA re ragihand: “Di destpêka her demsala yasayî de, Fraksiyona Kesk daxwaz ji huqumetê kiriye ku proje yasaya bûdceyê bişîne parlamentoyê.
Rojan Mihemed Kerîm got: "Huqumet proje yasaya bûdceyê naşîne parlamentoyê da ku bûdce, dahat û xercî ne diyar be û lêkolîn li ser neyê kirin û ji ber ku haya parlamentoyê ji bûdceyê nîne, huqumet bi dilê xwe dahatê xerc dike."

 

Di bûdceyê de newekheviya xerckirinê pêk tê û YNK jî vê rêbazê red dike

 

 Nebûna proje yasaya bûdceyê ji aliyê hikumetê ve encamên xirab, cureyekî nerêveberiyê derdixe holê û divê were rastkirin.
Rojan Mihemed Kerîmî got: “Ne şandina bûdceyê ji bo parlamentoyê bûye sedem ku hikumet bi awayekî nedadperwerane projeyan li parêzgehan cîbicî bike, ji ber wê jî niha YNKê helwêst girtiye û dixwaze neheqî û rêbaza xelet a hikumetê sererast bike.
“Piraniya dahata herêmê diravê petrolê ye û diyar e dahata petrolê xwediyê kê ye û girêbestên petrolê kê kiriye û dahat ji bo kê ye? Parlamenterê YNKê got.

 

Hincetên hikumetê gelek in

 

 Encumena Wezîran ev 8 sal in bi hincetên cuda proje yasaya bûdceyê ji Parlamentoya Kurdistanê re neşandiye.
Serokê Fraksiyona Azadî Mohîdîn Hesen ji PUKMEDIA re ragihand: “Me her demsala yasayî daxwaza bûdceyê kiriye, lê ji ber nebûna bûdce û ne zelalbûna dahat û xerciyan, hikumetê proje yasa ji parlamentoyê re neşandiye.
Her wiha got: “Eger îradeyek hebe, niha jî ku dema parlamentoyê dirêj kiriye, projeyasaya bûdceyê ji parlamentoyê re were şandin û gotûbêj li ser were kirin û divê parlamento jî xwediyê wê vîdiyo be.
Bûdce ew dahata giştî ye ku ji aliyê parlamentoyê ve li gor yasayê tê rêkxistin, parlamento biryarê dide ku bi çi awayî û bi çi pilan û bernameyan bi awayekî adil were xerckirin, lê ya ku niha li Herêma Kurdistanê tê şopandin bi temamî berovajî vê yekê ye, ev jî rêyeke din a xelet e ya desthilatdariya Herêma Kurdistanê ku Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û aliyên din daxwaza serrastkirina wê meyla şaş dikin.

Dr. Xalid Heyder aşkire kir ku zelalbûneke girîng ji aliyê serkirdeyê naskirî yê Yekîtiya Nîştimanî Ya Kurdistanê (YNK)ê kak Bafil Celal Talebanî ve li ser vê babetê hatiye kirin.
PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket