Sibê roja komkujiya Tileran û Tilhasilê ye
Kurdistan 05:00 PM - 2022-07-26
Sibê 27-7- 2022`an roja komkujiya Tileran û Tilhasilê ye.
Qirkirina gundên Tileran û Tilhasilê, yek ji pêngavên komkujiyên herî destpêkê li dijî vîna azad ê gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê ku ji aliyê komên çete ên ser bi DAIŞ û Eniya Nusreyê pêkhatibû.
Di roja 27-7-2013`an de, li herdu gundên kurdan li rojhilatê bajarê Helebê, di encama êrişên komên çekdar ên ser bi Eniya Nusre û DAIŞê û komên ser bi artêşa Azad ên bi navê opozisayona Sûrî tevdigerin de, komkujiyek bi serê xelkên Tileran Tilhasilê encam dan û ev yek bû sedema nîgeraniyan gelê kurd li wan navçeyên ku têde komên çete çalakin.
Di wê demê de, rêxistina Hawar ya mafên penaberan ku niha bi Rêxistina Hawar ya Civaka Sivîl tê naskirin, dest bi lêkolînekê kir ku çawaniya encamdana wê komkujiyê li ser gelê me ku şandek bi serokatiya serpkê rêxistinê Hozan Efrînî ji Silêmaniyê derbasî bo Herêma Efrînê bû, hevdîtin bi malbatên ku ji Tilerean û Tilhasilê reviyan re kir û encama wê jî, bi riya kenalên kurdî û ajansan ku ji wan jî kenalên Gelê Kurdistan û Kurdsatnewsê û ajansa ajansa Hawarnesê aşkire kir.
Hawarê aşkire kir ku di encama wê komkujiyê de, bêhtir ji (35) ciwanên kurd ên aştîxwaz bûne qurbaniya êrişên wan çeteyên tawanbar ên ku bi awayekî gelek dijwar û govane jiyana wan ciwanan jinavbirin û tev şehîdkirin ku di nav wan de, nemir Adil ê temendar jî hebû ku wek şêxê wan şehîdan tê bi nav kirin.
Her weha di heman demê de jî, daxuyaniyek ji aliyê Hevbendiya Nîştimanî ya Demokratîk a Sûrî ve jî li ser heman mijarê hatibû dayîn ku wiha ye: "Salvegera bi êş ji dîroka Sûriye nûjen bi ser me de hat û maskê opozisyona Sûriyê ku destekê ji Tirk digire, eşkere kir. Di 27`ê Tîrmeha 2013`an de rêxistinên radîkal li dijî şêniyên Til Eran û Til Hasilê komkujiyek pêk anî. Ev rêxistinên radîkal hêzên şerker ên Meclisa Wetenî ya Sûriyê ye ku sivîl dikuştin û komkujiyên DAIŞ, El-Nusra û komên din ên li dijî şêniyên Til Eran û Til Hasilê, rewa dikirin. Komkujiyên li van her du bajarokan ne sekinî, lê belê gihaştin piraniya herêmên gundewarên Helebê, Şehba, Minbic, Reqa û gundewarên wê paşê Girê Spî û Serêkaniyê.
Dî roja 19-10- 2013 dîsa li Til Eran komkujî, vê carê rêjîma Esed lêxist û 14 kes şehîd û 16 kes jî birîndar xistin...
Hêzên Rêjîma Baas bajaroka Til Hasil û Til Eranê yên girêdayî Helebê ne, ku piraniya şêniyên wan kurdin topbaran kirin. Di encama topbarana rejîmê ya li ser bajarokê Til Hasil û Til Eranê de, 14 welatiyên sivîl jiyana xwe jidest dan û 16 welatî jî birîndar bûn.
Çavkaniyên nêzî Lîwai Cebhet El Ekrad diyar kirin, ku piştî komên çekdar ên girêdayî DAIŞ'ê ji bajarokê Sifîrê reviyan, xwe li bajarokê Til Eranê veşartine. Hêzên rejîmê jî bajar bi topan bombebaran kir û di encama bombebaranê de 7 kesan ji heman malbatê bi giştî 13 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane.
Her wiha li gorî agahiyên hatine bidestxistin hêzên Rêjîma Sûriyê derdora demjimêr 09.00’an de bajaroka Til Hasil ku piraniya şêniyên wê kurdin topbaran kiriye. Hate hînbûn ku di encama topbaranê de welatiyekî kurd jiyana xwe ji dest daye û hin welatiyên din jî birîndar bûne. Çavkaniyên herêmî diyarkirin ku hêzên rêjîma Sûriyê heta wesayîtên welatiyên sivîl jî bi fûzeyan hedef girtine û topbaran kirine.
Navên welatiyên Til Eran ên jiyana xwe jidest dane wiha ne: Remezan Hemûd Kiradî yê 26 salî, hevsera wî Qitna Elî Begçî ya 18 salî, Ezîza Remezan Kiradî 2 salî, Edla Hemûd Kiradî 17 salî, Ibrahîm Hemûd Kiradî 15 salî, Umer Hemûd Kiradî 13 salî, Macid Hemûd Kiradî 5 salî, Nesrî Nafi Hecî Hibo 40 salî, Xalid Nafi Hacî Hibo 33 salî, Hesen Naso Hemo Hacî Hibo 62 salî, Emar Xelîl Beşo 25 salî, Emar Xelîl Qadiro 15 salî û Neda Xalid Şimo ya 5 salî.
Her weha piştî dagîrkirina komên çekdar ji herdu gundên kurdî re, rewşa jiyana wan gundiyan ber bi xeraptirîn rewş veçû. Ne kereb û ne jî av kok nema.
Kerebeeya Tileran û Til Hasilê piştî 4 salan vegeriya ango di sala 2017-08-30 de bi tevahî vegeriya navçeyê.
Li gorî welatiyên Tileranê ku ji sala 2013`an ve, kerebeya herdu gundên Tieran û Til Hasilê hatibû birîn û bi taybetî piştî komkujiya li dijî xelkên wê herdu gundane.
Ev çar salin gelê herdu gundan, bê kerebe û bê av bûn, lê piştî rizgarkirina deverên ser bi Tebqayê ve, ava Tileranê careke din vebû, her bi awayeke pir baş hate vekirin û êdî xelik sûdmend bûn ji rizgarkirina gundwarên Reqa û Tebqayê.
PUKmedia-Hozan Efrînî
hewal ziyatr
-
Emê zêdetir hevkariya Iraq û Herêma Kurdistanê bikin
05:33 PM - 2024-04-27 -
Êrîşa balafirên bêmirov ên Kormorê bû sedema bertekên navneteweyî
10:56 AM - 2024-04-27 -
Talebanî : Bi siyaseta Deste Gul a Mam têkoşînê bidomînin
10:42 PM - 2024-04-26 -
Dahata Silêmanî ya heftane zêdetirî 20 milyar e
11:15 AM - 2024-04-26
zêdetir tamaşe bike
Îmarat: Êrîşa li ser Kormorê teror û binpêkirineke navdewletî ye
06:07 PM - 2024-04-27
Du şandên Herêma Kurdistanê û Iraqê dê serdana Kormorê bikin
12:59 PM - 2024-04-27
Li ser êrîşa firokeyên bê firokevan lêkolînek despê kir
10:31 PM - 2024-04-26
Divê derbarê êrîşa firokeyên bê firokevan de lêkolînek berfireh bê kirin
10:21 PM - 2024-04-26
zortrin xwendraw
-
Êrîşa balafirên bêmirov ên Kormorê bû sedema bertekên navneteweyî
Kurdistan 10:56 AM - 2024-04-27 -
Emê zêdetir hevkariya Iraq û Herêma Kurdistanê bikin
Kurdistan 05:33 PM - 2024-04-27 -
Îmarat: Êrîşa li ser Kormorê teror û binpêkirineke navdewletî ye
Kurdistan 06:07 PM - 2024-04-27 -
Du şandên Herêma Kurdistanê û Iraqê dê serdana Kormorê bikin
Kurdistan 12:59 PM - 2024-04-27 -
Yemen navên kuştî û birîndarên li qada Kormorê eşkere kir
Kurdistan 07:53 PM - 2024-04-27