Kampa Holê; Koçberekî din serjêkirî hat dîtin

Kurdistan 03:51 PM - 2022-07-10

Çavkaniyekî ewlehiyê ji Kampa Holê ragihand ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn li beşa 3`yemîn a kampê cenazeyê koçberê bi navê Besam Xidir Sewadî dît ku serjêkirî bû û rakirin Navenda Heyva Sor a Kurd da ku radestî malbatê bê kirin.

Li gorî çavkanî, kuştî sala 1982`yan hatiye dinê, ji şêniyên Dêrazorê ye û li beşa 4`emîn bi cih dibû. Ew kes ji aliyê şaneyên çeteyên DAIŞ`ê ve li beşa 3`yemîn a kampê hatiye kuştin.

Birayê kesê kuştî Mihemed Xidir Sewadî got 3 kesên rûgirtî yên biçek roja çarşemê (6`ê Tîrmehê) derdora saet 11’ê şev birayê wî biriye. Her wiha diyar kir ku birayê wî li dibistana beşa 4`emîn nobetdarî dikir.

Bi vê bûyerê re, ji destpêka îsal ve li kampê zêdetirî 28 jin û mêr hatine kuştin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn di 28`ê Hezîrana borî de li beşa 6`emîn a koçberên sûrî, cenazeyê mêrekî ku bi guleyan hatibû kuştin, dîtibû.

Kampa Holê ji xeternaktirîn kampên cîhanê ye, malbatên çeteyên DAIŞ`ê yên ji Sûriye, Iraq û welatên din lê bi cih dibin. Nexasim ên di Sibata 2019`an de di Operasyona Bagera Cizîrê de ji bajarokê Baxozê derketine û xwe radestî Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) kirine.

Li Kampa Holê 9 beş hene. Li gorî belgeyên rêveberiya kampê, li kampê 56 hezar kes dimînin, ji wan 29 hezar penaberên iraqî ne, koçberên sûrî jî 18 hezar in.

Hejmara jin û zarokên çeteyên DAIŞ`ê yên biyanî jî digihêje 8 hezar û 109 kesî û ji 54 nasnameyên biyanî ne û li beşa 9`emîn a “Muhacîrat” dimînin.

PUKmedia-ANHA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket