Firokeyên derun kampa Memûrê bombebaran kirin

Kurdistan 03:00 PM - 2022-07-05

Firokeyên derun ên Tirkî kampa Memûrê bombebaran kirin.
Îro roja sêşemê 5-7-2022`an li navçeya Mexmûrê kampa Şehîd Ristem Cudî ji aliyê firokeyên bê firokevan ên Tirkî ve hat bombebaran kirin.
Di wê abrê de, berpirsê komîteya rêxistinên YNKê li Mexmûrê Reşad Gelalî ji PUKmedia`yê re ragihand: ku îro firokeyên bê firokevan ên Tirkî êrişî bo ser kampa Şehîd Ristem Cudî kirin ku tê de kurdên penaber ji Bakurê Kurdistanê nîştecihbûne.

Her weha di berdewambûna daxuyaniya xwe de, berpirsê komîteya rêxistinên YNKê li Mexmûrê Reşad Gelalî aşkire kir ku di encama wê êrişê de, ti ziyanên canî nebûne, lê ziyanên madî gelek hene ku gihîştiye mal û milkên welatiyên sivîl ên di kampê de.

PUKmedia-Taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket