Li başûrê Êranê erdhejek dijwar rû da

Cîhan 10:21 AM - 2022-07-02

Li gorî encamên destpêkê yên erdheja ku îro şemiyê danê sibê bi hêza 6.1 rêxterê li parêzgeha Hirmozgan a başûrê Êranê hejand, 3 kes mirin û 19 kes jî birîndar bûn.

Endamê Meclîsa Şaredariya Îslamî ya gundê Saye Xoş Mihemed Bîban Roo derbarê mirina 3 kesên ku termên wan di bin kavilan de hatine derxistin ragihand.
Hêjayî gotinê ye ku erdhejek bi hêza 6.1 rêxterê li derdora bendera Xmîr a parêzgeha Hirmozgan a başûrê Êranê rû da.
Û Navenda Erdhejê ya Peymangeha Jeofîzîkî ya Zanîngeha Tehranê di raporekê de ragihand ku ev erdhej danê sibê roja Şemiyê rû da.
Got jî: Erdhej li kûrahiya 10 km ji rûyê erdê rûda û navenda wê erdhejê li ser hev 26.78 û dirêjahiya 55.30 pile bû.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket