Çar welat dahata zêr ji Rûsyayê qedexe dikin

Aborî 12:13 PM - 2022-06-26

Hikûmeta Brîtanî roja Yekşemê got ku ew, ligel Dewletên Yekbûyî, Japonya û Kenede, dê her dahatên nû ya zêrê rûsî qedexe bike, wekî beşek ji tedbîrên ku armanc jê cezakirina Moskowê ji ber dagirkirina Ukraynayê ye.

Qedexe dê di demek nêzîk de aktîv bibe û dê li ser zêrê ku nû hatine derxistin jî biryar cîbicî bibe.
Hikûmeta Birîtaniya diyar kir ku ev yek wê bandorê li zêrên bi eslê xwe rûsî yên ku berê ji Rûsyayê dihat xerckirin, neke.
Reutersê roja Şemiyê ji zarê çavkaniyek agahdar ragihandibû ku Serokê Amerîka Joe Biden û hevtayên wî yên di Koma Heftan de dê li ser qedexekirina anîna zêrê nû ji Rûsyayê li hev bikin di demekê de ku ew cezayan li dijî Moskowê berfireh dikin, ji ber şerê wê li ser Ukrayna.
Rûsya her sal ji sedî 10ê zêrê ku li seranserê cîhanê tê derxistin hildiberîne.
Qedexekirina kirîna zêr a Rûsî dê bibe ya herî dawî di rêze cezayên ku Moskova dike armanc ji dema dagirkirina wê ya 24ê Sibatê ya Ukraynayê, ku bi hezaran kes kuştin an birîndar kirin.

PUKmedia/Ajansan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket