Serokê Encumena Dadwerî hewlên Serok Talebanî bilind nirxand

Aborî 01:19 PM - 2022-06-15

Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî li Bexdayê bi Serokê Encûmena Bilind a Dadwerî Fayq Zeydan re civiya.

Di hevdîtinê de her du alî tekez li ser rola dadwerî û serxwebûna dadgehan kirin û li ser danîna yasa û parastina destûrê ji bo aramiya siyasî, aborî û civakî li welat hemfikir bûn.
Her wiha di civînê de li ser yekkirina hewlan û temamkirina rêkarên yasayî û destûrî ji bo pêkanîna hikûmeta niştimanî ya xizmetguzarî bi beşdariya hemû aliyên siyasî hat gotûbêjkirin, hikûmetek ku bibe sîwanek ji bo hemû Êraqiyan û kar bo avakirina paşarojeke aram bike.
Serokê Encumena Bilind a Dadwerî Fayq Zeydan bi balkêşî behsa rol û rewşa serokkomarê rihmetî Celal Talebanî kir û ragihand ku divê Êraqa nû spasiya Serokomar Celal Talebanî bike, ji ber ku ew berhevkarê hemû deng û rengên cuda bû. Herwiha destxweşî li hewlên Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê Bafil Talebanî kir ku di dema borî de roleke erênî di yekxistina hêz û aliyên siyasî de lîst û nebû sedem ku alozî û dubendî çêbibe û got: Em bi rêya van gavên rast û bi bandor, siyaseta aqilane ya serokê nemir Celal Talebanî bi bîr bînin û em piştrast in ku Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê dê li ser wê rêyê berdewam be.
Ji aliyê xwe ve Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî daxwaz ji Serokê Encûmena Bilind a Dadwerî kir ku rola xwe ya dîrokî bilîze û bibe parêzvanê mafên hemû pêkhateyên Êraqê yên ji netewe û mezhebên wan. bibe alîkar û piştevanê parastina mafên yasayî û destûrî yên Herêma Kurdistanê.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket