Oman dîtina mezin a petrolê ragihand

Aborî 01:23 PM - 2022-06-04

Wezîrê Enerjî û Madenê yê Saltanit Omanê Mihemed Bin Hemed Al Rimhî ragihand ku li şîrketên petrolê yên li Saltanê dixebitin ciheke nû yên neftê dîtin.

Mihemed Bin Hemed di daxûyaniyekê de ji Ajansa Nûçeyan a Omanê re, destnîşan kir ku ev keşf "dê di du-sê salên pêş de hilberîna di navbera 50,000 û 100,000 bermîlan de zêde bike
Wezîrê Enerjiyê yê Umanê tekezî li ser berdewamiya hewlên Wezareta Enerjî û Madenê bo pêşxistina warê lêgerînê kir, da ku berhemanîna nefta xav li Omanê wek niha bimîne yan jî li gorî rewşa bazarê zêde bibe, di dema pêş de.
Wî amaje bi wê yekê jî kir, ku rezervên nefta xav a Saltanit Umanê niha 5.2 milyar bermîl in, lê rezervên gazê jî nêzîkî 24 trîlyon metrekup in.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket