Kampa Holê: Jinek serjêkirî hate dîtin

Kurdistan 12:05 PM - 2022-05-31

Duh Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Kampa Holê termê jineke serjêkirî dît, ku tê texmînkirin Êraqî ye. Bi vê yekê, ji destpêka îsal ve û heta niha li kampê 18 kes hatine kuştin.

Nûçegihanê Ajansa Hawarnewsê ji Kampa Holê ya kantona Hesekê ragihand ku duh Hêzên Ewlekariya Hundirîn li koorîdora di navbera beşên duyemîn û sêyemîn ên kampê yên taybet bi penanberên Iraqê, cenazeyê jineke serjêkirî dîtiye.
Ajansa ANHA`ê wiha daye weşandin ku li gorî rêveberiya kampê, nasnameya jina hatî serjêkirin nehat zanîn lê tê texmînkirin ku esil iraqî be, ji ber ku di beşê penaberên iraqê de hate dîtin.
Bi vê yekê, ji destpêka îsal û heta niha li Kampa Holê 18 kes hatine kuştin, di nav de jin û mêrên ji Sûriyê û Êraqê hene, her wiha 13 kesên din rastî hewldanên kuştinê hatine û birîndar bûne.

PUKmedia-ANHA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket