107 salvegera komkujiya Ermeniyan tê bi bîranîn

Cîhan 05:08 PM - 2022-04-24

107 salvwegera komkujiya Ermeniyan li cem weatî û saziyên Ermeniyan tê bi bîranîn.
Îro roja yekşemê 24-4-2022`an, 107 sal berê komkujiyek bi dermafê Ermenî û kurdên Êzidî ku ji aliyê alayên Hemîdî yên Osmaniyan ve pêkhatibû.

Her weha li ser vexwendnameya fermî ya Rêxistina Dostaniya Ermenî-Kurd û Komîsyona Rêxistinên Ciwanên Ermenîstanê, şandek ku ji rêheval Cerai Omer Sabir, berpirsa Desteya Şehîd û Qirkirinê ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê, Komeleya Baran yê pisporê karûbarên şehîdan û enfalê û Rêxistina Ciwanên Kurd ên Navdewletî pêk tê ji bo beşdariya di Salvegera jenosayda li dijî Ermeniyan de serdana paytexta Ermenistanê Êrîvanê kirin.

Berê jî di yekek ji salevgerên komkujiya Ermeniyan de, Papa Firansês wiha gotibû: Komkujiyên bi ser gelê Ermenî de di destpêka sedsala bîstem de pêk hatine bi yekem kumkojiya bi ser gelan de di sedsala bîtem de hatine kirin daye nas kirin.
Papayê Vatîkanê di nimêja yekşemê de ya bi armanca bibîrxistina komkujiya bi ser Ermeniyan pêk hatî, ev da xuyaniyên xwe dabû û gotibû; Komkujiya bi ser Ermeniyan pêk hatî yekem komkujiya bi ser gelan de bû di sedsala bîstemîn de.
Çav li rê ye ev daxuyaniyên  Papa Tirkiyê bê zar bikin, Tirkiyê ji aliyê xwe ve konkujiya bi ser Ermeniyan de ji aliyê dewleta Osmanlî pêk hatî nas nake û red dike.

Ermenistan biryara Meclîsa Nûnerên DYE silav kir
Serokwezîrê Ermenistanê Nicole Pashyanian silav li biryara Meclîsa Nûnerên Amerîkayê kir ku qirkirina Ermeniyan sedsal berê bi "jenosîd" da naskirin.
Pashyanian li ser Tiwêtterê weşand ku ez dengdana dîrokî ya Kongrêsa Amerîkî ku bi qirkirina Ermenî nas dike silav dikim, biryara 296 pêngavek wêrek e ber bi xizmeta rastiya dîrokî û dadmendiyê dike, û dê rihet û aramiyê mîlyonan Ermeniyên ku ji jenosîdê xelas bûn" bîne .
Her weha Meclîsa Nûnerên DYE’yê roja Sêşemê  “qirkirina Ermeniyan” pejirandina ku bi 405 dengan berember11 deng de bidest xisbûn .
Gelê Ermenî di navbera salên 1915 , 1917 an de rastî qirkirinê hatin lê Tirkiyê vê yekê bi tundî red dike.

Berdevka bi navê wezareta derve ya Emerîkayê Marî Harf şeva borî li ser beyannameya serokê Emerîka Barak Obama ragihand ku, ew dizanin ku hineek dixwazin ew gotarek cuda bikar bînin lê em dizanin ku eve ya raste.
Beyannameya Obama derbarê Ermeniyan beriya 7 salan ango di salvegera 100 ya komkujiyê de bû.

Harf ji rojnamevanan re got: Beyannameya serok Obama derbarê bûyerên dîrokî gelekî bihêz bûye.

Pêştir Obama di beyannameya xwe ku roja pêncşemê bi şev ragihandibû gotibû: Îsal sed sal bi ser karesata mezin derbas dibe. Ew yekemîn karesata sedsala bîsteme, di destpêka sala 1915`an de Eremenî li nava împeratoriyeta Osmalî hatin derkirin, koçberkirin û serjêkirin û bi ligê wan ew şandin mirinê.

Hêjayî gotinê ye ku xelkê Ermenî dewleta Osmanlî bi koçberkirina bi zorê û bikomî kuştina Ermeniyan di sala 1915`an tometbar dike.

Ji aliyê xwe ve jî Tirkiyê daxwaz dike ku komisyonek ji dîroknasên Tirk û Ermenî bête avakirin daku arşîvên derbarê bûyerên 1915`an ên liba Tirkiyê û welatê Ermîniya hene lêkolîn bikin  û encamên wê bi awayekî bêalî ji raya giştî ya cîhanî re bê parve kirinê.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket