Teyra Xerîb-Seyran

Wêje û Huner 01:36 PM - 2022-01-25


Teyra xerîb nenasî,
Tenê-tiko difirî,
Hêlîna xwe digerî,
Kon dixwezî tu vegirî?
Di cîhana firehda,
Tûne sitar ji bo te,
Ev dunya xweş, rengînde,
Gelekî tenge cêh te.
Hildikşîy ber bi ezmîn,
Dikevî kûrahyêde,
Sîng û berê wê hêşîn,
Tera dibe mal û milke.
Teyra xerîb windayî,
Xwe teyrede dûr digrî,
Pê per-baskê simirî,
Pir dûr diçî, dibezî.
Teyra xerîb cûdayî,
Her dera mihacirî,
Dilê te kûr disoje,
Ne dûye, ne dermane.
Teyra xerîb bê warî,
Loma hewqas  melûlî?
Di zerya van çevan de,
Herdem hêsir kıvş dibe.
Teyra xerîb înkarî,
Çima wisa tu xeydî?
Serî ber xwe ranakî,
Bedhal û birîndarî.
Teyra xerîb bê kesî,
Lê nişkêva qut nebî,
Tu wek padşa hewayî,
Bê tirs, kubar, ser xweyî.
* * *
Carna bi guhdarkirina peyvek,
Bal me çê dibe helbestek...
##Seyran
Ez û Rostem

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket