Efrîn; Welatiyek bi eşkenceyê jiyan jidest das

Kurdistan 03:57 PM - 2021-12-18

Roja înê 17-12-2021`an li bajarê Raiyê ya Azazê hevsînorê Efrînê, ciwanekî kurd di zîndanê de jiyan ji dest da.
Li gorî Desrteya Yasayî ya Kurd ku di daxuyaniyeke xwe de amaje bi wê buyerê kiriye wênyek bi dest PUKmedia`yê ketiye têde dibêje ku ciwanê kurd Ednan Mela Elî xelkê Efrînê ê resene, ji ber têkçûna rewşa tenduristiya wî di yekek ji nexweşxaneyên Tirkiyê de jiyana xwe ji dest daye.

Aşkire kir ku ew ciwanê kurd 30 salî ye û xelkê bajaroka Recoyê ya herêma Efrînê ye hevjîntî kiribû, xwediyê 2 zarokan bû, wek tê gotin ku ew di zîndana Raîyê de, rastî eşkence û lêdana ser rû ş çavan hatiye û diran û fekê wî tev şikandine û bi wê sedemê rastî wermandinê bûye û nehatiye dermankirin taku rewşa wî têkçû, ji ber wê jî, ew şandin nexweşxaneyên Tirkiye tako di zîndanê de nemire û li ser wan hesab nebe.
Hêjayî gotinê ye ku Mihemed Mela Ednan di sala 2018`an de ji aliyê polîsên leşkerî ve hate girtin bi bihaenya ku li gel Rêvebiriya Xweser kar dikir.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket