Xwendekar; Daxwazên me gihîştin cihê mebest
Kurdistan 05:07 PM - 2021-11-30
Xwendekarên xwepêşandekar di hgeyama kongireyeke rojnamevaniyê de gotin; Daxwazên me gihîştin cihê mebest.
Xwendekarên xwepêşander ku ji bo paşerojeke ronak ji bo gelê kurd, di heyama kongireyeke rojnamegeriyê de, ragiahndin ku êdî daxwazên wan ji bo aliyên peywendîdar hatin birêkirin û gihîştin cihê mebest. Tako hinek kes û alî ji xwe re nekin siyaset û mijara qorxkirinê.
Îro roja sêşemê 30-11-2021`an, piştî nîvro xwendekarên zanîngeh û peymangehan li bajarê Silêmaniyê helwest û nerîn û daxwazên xw3e dane ragihandin ku wan dikanî daxwazên xwe bighînin aliyên peywendîdar.
Her weha hinek kes ên ne berpirs xwestin ku riya xwepêşandanan bighurînin û arasteya ciheke din bikin û ber bi tundûtîjî û nelihevî û yê ve bibin. Em wiha radighênin ku daxwazên me ên rewa ji bo vegerandina mafdariyên xwendekaran ên mehene û şikuya zanîngeh û peymangehan wek berê vegerînin û hikûmet careke din dest bi damezrandina xwendekaran bike.
Di dawiya wê kongireya rojnamegriyê de, xwendekarên xwepêşander aşkire kirin ku eger dîsan guhdarî daxwazên xwendekaran naye kirin û paşguh bixin, wê dubare dest bi daxwazên mafên me bêne kirin.
Her weha hinek alî û kesan dixwestin ku sûd ji xwepêandanan bigrin û li gorî ecnîdeyên xwe bidin araset kirin. Lê li vir xwendekarên xwepêşandan ti carî derfetê nadin bi wan û wê li mafên xwe xwedî derkevin.
PUKmedia
hewal ziyatr
-
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
09:56 PM - 2024-04-25 -
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
01:41 PM - 2024-04-25 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
05:53 PM - 2024-04-24 -
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
07:47 PM - 2024-04-23
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
02:16 PM - 2024-04-24
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
09:45 AM - 2024-04-24
Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
05:11 PM - 2024-04-23
zortrin xwendraw
-
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
Kurdistan 01:41 PM - 2024-04-25 -
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
Kurdistan 09:56 PM - 2024-04-25