Pirtûka Yûnis Şêx Nasan derket

Pirtûk 04:19 PM - 2021-09-17

Di nivîske xwe de derbarê weşandina pirtşka xwe ya nû de, nivîskar Yûnis Şêx Nasan wiha di rûpela xwe de nivîsiye:

Pirtûka min bi navê" Pirzimanî û Veguhastina di Navbera Zimanan de" derket.

Ev pirtûk lêkolînek zimanzanî ye li ser herdu diyardeyên pirzimanî û veguhastina di navbera zimanan de bi giştî û bi taybetî di navbera kurdî û erebî de di civaka Efrînî ya pirzimanî de, her wiha, ev lêkolîn hoker, sedem û cureyên herdu diyardeyan vedikole.
Gelek spas ji bo xwediyê weşanxaneya Sersera, Dr. Beşar Mistefa. Herwiha, ez dêndarê Dr. Ebdilmecît Şêxo û mamoste Mehmod Birimce me.
Hêjayî gotinê ye ku ev pirtûk li Pirtûkxaneya Shana li bajarê Worms li Elmanya heye.

Em jî bi navê stafa PUKmedia`yê ya Kurmancî germtirîn pîrozbahiyên xwe aresteyê mamoste Yûnis dikin bi boneya nivîsa pirtûka xwe ya bi zimanê kurdî.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket