Komeleya Piştgiriya Gelên Jêr Gefê civîna xwe li dar xist
Tarawgeh 05:18 PM - 2021-09-15
Komeleya Gelên Jêrgefê (GFBV)ê bi serkeftî û bi aramî civîna salane lidarxist û spasdarê alîkar û hevkaran bû.
Serbarî belvbûna vîrusa Koronayê li sertanserî cîhanê û bi taybet li Almanyayê ku komcivîn û lihevkombûnên mezin û berfereh nayên lidarxistin, lê Komeleya Piştgiriya Gelên Jêrgefê (GFBV)ê bi liberçavgirtina rewşa tenduristiyê û xweparastin ji vîrusa Koronayê, civîna xwe ya salane bi serkeftî û aramî li darxist.
Dr. Kemal Sîdo Rêveberê Nivîsingeha Rojhilata Navîn ya Komeleya Piştgiriya Gelên li Jêr Gefê di wê barê de ragihand ku di roja yekşemê, 11.09. 2021 `an de, li bajarê Göttingen'a Almanya civîna salane ya Komeleya Piştgiriya Gelên li Jêr Gefê Gesellschaft für bedrohte Völker (GfbV) liqê Almanya bi şêweyekî rêkupêk derbas bû û rêveberiyeke nû hat hilbijartin.
Her weha Rêveberê Nivîsingeha Rojhilata Navîn a Komeleya Piştgiriya Gelên Jêr Gefê Dr. Kemal Sîdo wiha nerîna xwe di rûpela xwe de aniye sernivîs; Ji ber pendêmiya Korona yê û di bin şert û mercên parastina tenduristiyê de tenê endam dikarîbûn amade bibin.
Her weha di heman nivîsê de, Dr. Kemal Sîdo spasiya xwe ji bo wan kesên amadebûne nîşanda û wiha pêdeçû; Spas ji bo hemî wan endam û dostan yên amade bûn yan bi nameyên pîrozbahiyê piştgiriya xwe nîşandan.
Di nivîsa xwe de, derbarê piştîvanîkirin li maf û azadiyên gelan de, Dr. Kemal aşkire kir ku piştevaniya mafên mirovan, mafên gelên bindest li her devera Cîhanê pêwîste bête berdewam kirin.
Sîdo di dirêjahiya gotinên xwe ên derbarê lidarxistina civîna salane ya Komeleya Piştgiriya Gelên li Jêr Gefê, Gesellschaft für bedrohte Völker (GfbV) got; Ev yekemîn civîn bû piştî destpêkirina pendêmiya Corona. Spas ji bo her kesê piştgiriya komeleya me dike! Spas ji bo her kesê piştevaniya mafên mirovan, mafên gel û olên di bin gefê dike!
Hin wêne ji civîna giştî ya salane ya Komeleya Piştgiriya Gelên li Jêr Gefê.
PUKmedia
hewal ziyatr
-
Encumena Nûneran serokekî nûh hildibjêre
11:27 AM - 2024-05-17 -
Serok Bafil: Em hewil didin hêzên neteweyî xur dûr ji berjewendiyên hizbî ava bikin
04:19 PM - 2024-05-16 -
Serokkomar pêşwaziya Serokê Filistînê dike
11:21 PM - 2024-05-15 -
Saadî Pîra: YNK dixwaze jiyana xelkê xweş bike
05:49 PM - 2024-05-15
zêdetir tamaşe bike
YNKê li gorî destûrê hewl dide pirsgirêkan çareser bike
02:02 PM - 2024-05-18
Di salvegera koça dawî ya têkoşer Adil Murad de
10:19 AM - 2024-05-18
Serok Bafil: Pêwîstiya me bi hilbijartinên dadmend heye
07:38 PM - 2024-05-17
Derbaz Kosret: Amrîkî giringiyê didin serencên serok Bafil
04:04 PM - 2024-05-17
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil: Pêwîstiya me bi hilbijartinên dadmend heye
Kurdistan 07:38 PM - 2024-05-17 -
Di salvegera koça dawî ya têkoşer Adil Murad de
Kurdistan 10:19 AM - 2024-05-18 -
YNKê li gorî destûrê hewl dide pirsgirêkan çareser bike
Kurdistan 02:02 PM - 2024-05-18 -
Nêrweyî: Nûçeya Xebat peyameke îstixbaratê ye
Kurdistan 06:27 PM - 2024-05-18