MAM LI ŞAM (Xeleka Dawî) (50)

Nêrîn 11:19 PM - 2024-01-13
Elî Şemdîn

Elî Şemdîn

Vaye em di destpêka sala nû (2024)‘de, gihiştin dawiya vê zincîrê ji gotarên ku me di rojnameya (Kurdistanî Niwê)‘de, belav kirine bi navnîşana (Mam li Şam), ku me xelaka wê ya pêşî di (18.12.2022)‘de, belav kirbû, bê ku wê çaxê naverûka xeleka dawî di hişê min de zelal be, û her di wê çaxê de jêder û çavkaniyên pêwîst li ber destê me tunebûn ji bo cîbicîkirina vê lêkolîna hestiyar li ser aliyekî winda ji jiyana kesatiyeke bi saw mîna Mam Celal ku serî li rexnegir û şirûvekaran gêj kirbû, ev ji bilî ku ev karê min yê yekem bû di warê nivîsandinê de ji bo goşeyeke heftane û dîkomentkirî bi jêder û çavkaniyan, ji rojnameyeke bi rêz re mîna (Kurdistanî Niwê).
 Bi rastî ez dûdil bûm derbarê vê ezmûnê ku encamê wê ji bo min baş zelal ne bûn di destpêkê de, lê navtêdana nivîskar û rojnamevanê hêja mamoste Stiran Ebdulle ji min re, ku ew wê çaxê berpirsê dezgihê ragihandina (YNK)‘ê ya navendî bû, dawî bi dûdiliya min anî, û ez handam ku derbasî vê ezmûnê bibim, û ez jî bi dilxweşî bi vî karî razîbûm û min bi berdewamî xelek li dûv xelekê nivîsî bê rawestan ta ku ez gihiştime xeleka dawî ya (50), û di seranserê van xelekan de hestek li cem min hebû ku ez bi dûv xwe de radikişandim, ew jî hestê wefadariyê bû ji vî kesê mezin re ku jiyana xwe hemî terxankiribû ji bo pirsa xwe ya netewî, û bi serkeftî derfet peyda dikirin ji naxê bêhêvîtiyê, û weke dêwekî ji bin xweliyê di hate der ji bo ku milet û welatê xwe rizgar bike ji nav pencê xwînmijê serdemê Sedam Husên, û bibe yekem serokê hilbijartî ji dewletekê re mîna dewleta îraqê, herwiha ev hewildana min di vî warî de mîna rêzgirtinekê bû ji rola Mam Celal  ya dîrokî re di damezirandina tevgera kurdî de li sûriya, û berdewamiya wî di alîkariya vê tevgerê de..
Belê, nivîsandin li ser Celal Talebanî bi hemî navnîşanên xwe ve wek (Mirov, Siyasetmedar, Pêşmerge, Rewşenbîr û Serok..), ji bo min ciyê dûdiliyê bû, ji ber ku kesayetiya wî bûbû meydaneke berfireh ji gelek lêkolînan re, û bûbû ciyê guhdana dihan nivîskar û lêkolîner û pisporan, her wiha bûbû babetek balkêş ji naverûka gelek gotar û nameyên master û dektora yên ku hatine nivîsandin li ser aliyên cuda ji jiyana Mam Celal û li ser hemî aliyên çarenivîs yên xebata wî nivîsîne, ew xebata ku sînorên netewî û niştimanî derbas kiribûn û gihişt bû nav sînorên cîhanî jî, lewma nivîsandin li ser vî babetî ciyê metirsiyê bû ku mirov derbasî nav bazinê dûbarekirinê bike, û bê ku karibin tiştekî nû zêdebike di vî warî de. 
Em dikarin vê nûbûnê di wan xelekên xwe de bixwînin, û wek zêdebûneke bi sûd ji paşmayên Mam Cela re bi hejmêrin, û wek zengînbûnekê ji pirtûkxaneya kurdî re nîşan bidin, ev nûbûn jî ewe ku me karî bû em derbasî nav aliyekî giring û ne naskirî ji jiyana wî bibin, ku pêştir van nivîs û lêkolînan tu guhdan weke pêwîst nedabûyê de, ew alî bi xwe pêwendiyên ku Mam Celal bi Şamê ve girêdidan wek bajar û wek cugrafiya ku pêkdihat ji (Sûriya, Libnan, Urdin û Filestîn), û me hewil da ku em roniyê bixin ser vê pêwendiya ku hatibû avakirin ji sala (1955)‘ve, ew jî çaxê ku Mam Celal hîna xortekî nûhatî bû di Şamê re derbas bûbû û di çû Warso ku beşdarî mehrecana cîhanî ya xwendevan û xortan, û serdanên wî berdewam bûn û nehatin birîn ta salên dawî ji jiyana wî, êdî Şam bûbû hêlînek ew hembêz dikir çi dema ku rê lê dihatin girtin, û bûbû piştîvaneke merd hemî pêdawistiyên xebatê û berdewamiya wê jêre pêşkêş dikir, herwiha bûbû wistgehek ji wir ber bi herçar aliyên cîhanê ve diçû, ew cîhana bê ol ku sînorên xwe li pêşiya pirsa wî ya netewî girtibûn ta demeke nêzîk, herwiha nûbûn di lêkolîna me de ewe ku me hewil da em rola Mam Celal ya karîger û çarenivîsaz ku lîstiye di meyandina bîrokeya damezrandina yekemîn partiya kurdî li sûriya, diyar bikin û bidin nîşandan, û piştgîriya wî ji damezrênerên pêşî re, û alîkariya wan bi hemî karîbûna xwe, ev rola ku mixabin ti guhdan pê nehate kirin, lê belê hate piştguhxistin û jibîrkirin, bi mebest yan bê mebest.
Vê lêkolînê aliyekî giring ji jiyana Mam Celal diyar kir, ew jî ciyê şûna penca Şamê ye di avakirina kesayetiya wî ya karêzmî de, û peydakirina keşûhewayeke guncaw ji bo avakirina kenalên giring ji pêwendiyên dîblomasî yên berfireh li gel aliyê erebî, û dîdara wî li gel rêberê erebî Ebdul Nasir di sala (1963)‘de, bûbû kilîla serekî ji bo kunkirina wî dîwarê bilind dinavbera kurd û ereban de, herwiha Şam bûbû mîna hêlînekê (YNK) têde hate avakirin, û her ji wir dest bi amadekariyên pêwîst bûbû ji bo vêxistina şoreşa nû li çiyayê kurdistanê, û Şam wê çaxê mîna pirekê bû derfet ji Mam Celal û partiya wî û kadirên wî yên siyasî û çekdarî re dabû peydakirin ku bi hesanî hat û çûna kurdistana îraqê bikin, di demekê de ku hemî sînor li pêşiya wan girtî bûn, ev ji bilî ku ev lêkolîn li ser pêwendiyên diqolî sekiniya dinavbera Mam Celal û aliyên tevgera kurdî de li sûriya, û bi taybet (PDPKS), û sekretêrê wê heval Ebdul Hemîd Derwîş, di seranserê nîv sedê derbasbûyî de.
Me ev zaniyarî û buyerên ku di vê lêkolînê de hatine belavkirin, me ew ji nivîsar û dîdarên Mam Celal yên rojnamevanî û telviziyonî wergirtine, û me ew guhestine ji nivîsar û bîrhatinên ku komelek nivîskar û siyasetmedarên navdar nivîsîne, ku di naverûka xwe de li ser rola wî ya siyasî û dîplomasî li ser hemî astên netewî û niştimanî û cîhanî axivîne, ev ji bilî pêwendî kirin divê derbarê de bi jimareyek ji hevalên wî ku li gel wî jiyabûn di qonaxên cuda de, û hîna jî li jiyanê ne, ewan jî bi zanyariyên xwe yên dîrokî ev lêkolîn zengîn kirin, û li vir em ji wan kwsan dixwazin, ewên guhdanê bi vî babetî dikin, ku me zengîn bikin bi her zaniyariyekê yan dîkomentekê yan belgeyekê ku vê lêkolînê xurtir û bi hêztir bike, û wê valahiya ku heye dagire..
Min ev zincîra gortaran bi zimanê erebî nivîsîne, û mamoste Goran Fethî (Ew yekek ji nivîsarên rojnameya Kurdistanî Niwê ye), ev zincîr wergerande ser zimanê kurdî (Zaravê Soranî), û min bi xwe jî wergerandiye ser (Zaravê Kurmancî), û ev gotar li dûv hev hatin belavkirin her roja yekşemê di rûpelê (6)‘de, ji rûpelên rojnameya (Kurdistanî Niwê), herwiha hatine belavkirin bi zimanê erebî û kurdî (Soranî, û Kurmancî), di tevaya malperên elîktironî de yên ser bi dezgihê ragihandina (YNK)‘ê ya navendî’ve (Pukmedia.com, marsaddaily.com, Xelat.org, knwe.org..), herwiha biriyare ku bi dengî jî were xwendin û weşandin di radiyoya (Dengê Gelê Kurdistan)‘de, û ev xelek bi zimanê erebî û kurdiya soranî hatine belvkirin di malpera dezgihê Serok Mam Celal de (pjtfoundation.org), û bi kurmancî tê belavkirin di kovara Deng de (kovaradeng.com), ku partiya sosiyalista kurdistan (PSK), werzeyî çap û belav dike, û di malpera xwede jî belav dike (Roja Welat), û di malpera eliktironî ya (PDPKS)‘de belav dike, û di malpera (Dîmoqratî.info)‘de jî tê belavkirin..
Di dawî de, pêwîste were gotin ku ev lêkolîn ne dûre ji hin kêmasî û şaşiyan, ji ber ku lêkolîn di vî warî de, weke me berê jî gotiye, gelek zehmet û dijware, nexasim di warê jêder û zaniyariyên taybet bi vî aliyî ji jiyana Mam Celal, lê tevî vê yekê jî ez gelek asûdeme û dilxweşim ku ez derbasî sala nû dibim û min ev karê xwe bi dawî aniye, û ez vî karê xwe bi rêz pêşkêşî canê Mam Celal dikim, wek wefadariyekê û rêzgirtinekê ji rola wî ya pêşeng re, ku ew yekem kes bû dendikê damezrandina tevgera kurdî li sûriya çand, û yekem bû ku ji Şamê destpêkir pêwendî û têkilî avakirin li gel aliyê erebî, û her yekem kurd bû ku piyê xwe li ser xaka baregiha neteweyên yêkgirtî danî wek serokê îraqê yê hilbijartî, û li ser sikoya wê bi zimanê dayika xwe bi şahnazî axivî.
Elî Şemdîn

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket