Kerkûk nasnameya Kurdistanbûna rasteqîne ye

Nêrîn 05:47 PM - 2023-12-12
Hozan Efrînî

Hozan Efrînî

Kerkûk bajrekî Kurdistanî bi nasnameya kurdî di hundirî sîstema federal a Êraqê de ye.
Bajarê Kerkûkê navenda çand û huner û kûltura resen a kurdeyetî û hemû pêkhatên resene. Navenda mirovdostî û pêkhatperwerî û giyana hevbeşî û pêkva jiyanî ye.
Girîngiya Kerkûkê ne ji îro ve ye, belku ji berê û heya îro û wê di demên pêş de jî her berferehtir be. Ji berk u Kerkûk, rastiya tekoşîna gelê kurd û Kurdistanê dide nîşan kirin. Ji berk u Kerkûk nasnameya Kurdistanbûna rasteqîne ye. Ji berk u Kerkûkê xwediyê dîrokeke dûr û dirêje ku hemû pêkhatên Kurdistanî û Êraqî û navçeyî li xwe digre.
Ji berk u bajarê mirovperwera ye, bajarê tekoşera ye, bajarê xwendekara ye, bajarê helbestvana ye, bajarê jîr û jêhata ye, bajarê mêrxwes û agîda ye, bajarê pêkhatên ku mirovdostiya rasteqîne dikin û xwezayiya Kurdistanê diparêzin û rastiya maf û azadiya ye.
Dîroka Kerkûkê bi rastiyên pak û zelal tê naskirin. Kerkûk xwediyê nasnameya parastina mafên mirovan û mafên pêkhatên wê deverê ye ku herdem xwedî helwest û erkên mirovahiyê bûne û hîn jî dirêjpêder e.
Ez di sala 2006`an de, bi qasî mehekê li Kerkûkê bûm, bi armanca beşdarîkirina li perwerdeya rojnamegeriyê ku taybet bû bi rojnamevanên Kurdistanê, di avahiya saziya Xendanê ya çap û weşanê de li navçeya Rehîm Awa bû. 
Dema ku perwerde ber bi dawîbûnê ve çû, ku ji aliyê mamosteyên zanîngeha Silêmanî û yên biyanî ve hate serpereştîkirin, ji me hat xwestin ku em raportan saz bikin, beşa min jî raportek derbarê jiyana hevbeş û pêkvejiyanî li Kerkûkê bû. Ez derketim nava bajarê Kerkûkê û min dest bi dîdar û hevpeyvînan kir, min sardana hinek mal û malbatan kir û min ji wan dipirsî rewşa jiyana wan û peywendiyên pêkvejiyanî û derxistina kurdan û destpêkirina guhertina demografî ji aliyê rêjîma berê ya Beesê ve. Li gorî nerîn û gotinên gelê kurd û pêkhatên ereb û xiristyanî û Turkman ku ew kêfxweşin bi jiyana heyî û ti cudabûn di navbera wan de nine û ewê ku di serdema rêjîma berê de hebû, niha nemaye û niha rewşa wan baştir e.
Lê hinek malbat bi Turkman dihatin nas kirin û dema ku min pirsyar ji wan dikir, digotin em kurdin ne Turkmanin, min ji wan re digot: Ê ji bo çi cîranên we ji we re dibêjin Turkman, di bersivê de wiha digotin: Di serdema rêjîma Besê de, em neçar dibûn ku xwe wek Turkman an jî ereb bidin nîşandan tako em ji Kerkûkê dernexînin û bi dare zorê koçber nekin.
Ev rastî min bi xwe şopand û lêkolînên kûr û dûr û dirêj kir û hate diyarkirin ku Kerkûk bajarê pêkvejiyanê ye, lê rêjîma rûxayî siyaseta bi erebkirin û guhertina demografîk dida pêkanîn û sîstema pêkvejiyanê têkdida.
Piştî ku parêzgar û endam parleman ji aliyê kurdî ve hatin hilbijartin û her weha YNKê serpereştiya proseya siyasî di Kerkûkê de bidest xist û bi destpêşxeriya rewan şad serok Mam Celal dirêjahî pê hat dayîn, rewşa kurdan û pêkhatan ber bi başiyê ve çû.
Her weha di gotareke serok Mam Celal ku taybet bi pêkvejiyan û biratî li Kerkûkê pêşkêşî xelkê Kerkûkê kiribû rastiya proseya pêkvejiyan di Kerkûkê de bi zelalî anîbû ser ziman.
Her di wê gotarê de de ku di roja şemiyê 12/4/2003 rewanşad Serok Mam Celal Talebanî li gel rûsipî û serokên êlên Ereb û Tirkmanan li bajarê Kerkûkê civiyabû û gotarek pêşkêş kiribû wiha têde nerînên xwe ên rasteqîne dabû zanîn.
"Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNK`ê û hemû tevgera Kurdî dibêje ku; Bajarê Kerkûkê bajarê biratiya netewane û bajarekî Kurda û Tirkmenan û ya Erebane, her weha bajarê birayên me yên Kelduaşûriyane jî û para wan jî têde heye."
"Bajarê Kerkûkê divê bibe sembola biratî û hevwelatîbûna Êraqê ya rasteqîne li ser binemayê wekheviya di navbera hemu pêkhateyan de."
"Divê me hemûyan mafê jiyanê hebe li her parçeyekî Êraqê lê belê ji bo egerên rasteqînê be, wek nimûne em ne li dijî nîştecihbûna birayên Erebin li Silêmaniyê yan li Hewelêrê yan li Selahedînê yan li her devereke Êraqê di heman demê de divê Kurd û Tirkmen jî li Bexdadê hebin, lê du curên nîşteciuhbûnê hene, nîştecihbûna normal û ya din nîştecihbûna şofînî ji bo guherîna demografiya navçeyan."
"Em dixwazin ji nûve Êraqê yek bixin û emê wê yekbûnê ji Kerkûkê destpê bikin çûnkî Kerkûk hatibû parçe kirin, Kifrî xistibûn ser parêzgeha Diyale û Çemçemal ser bi Silêmaniyê û Dozxurmato ser bi Selahedînê, di demekê de divê ew hemû navçe ser bi Kerkûkê bin, Kerkûka kevin û ev jî siyaseta me ye." Ev nerîn û gotinên rewan şad serok Mam Celal bûn ku derbarê rastiya bajarê Kerkûkê de ji bo pêkhatên Kerkûkê anîye ser ziman.
Li vir rastiya Kerkûkê di peyvên rewan şad serok Mam Celal de derdikeve hole ku bajarê Kerkûkê bajarê birayetiya pêkhatan û pêkvejiyanê ye. Lê tê wê wateyê ku Kerkûk nasnameya Kurdistanbûna rasteqîne ye û parêzvanên çand û hunera resen ê pêkhatên resen e jî.
Hozan Efrînî

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket