MAM LI ŞAM (42)

Nêrîn 08:48 PM - 2023-11-04
Elî Şemdîn

Elî Şemdîn

(Tapo Şikên..)
Di encamê wan guhertinên wêranker de ku li îraqê rûdabûn piştî şerê Sedam Husên li gel îranê (1980- 1988), û bi karanîna wî ji çekê kîmawî re li dijî miletê kurd li kurdistana îraqê û cîbicîkirina piroseyên Enfalan yên kirêt di sala (1988)‘de, û dagîrkirina hêzên wî ji dewleta Kiwêt re di sala (1990)‘de, û derxistina wî ji kiwêt bi darê zorê ji aliyê hêzên nav dewletî ve, û raperîna berfireh ku li kurdistana îraqê rûdabû, û koçberiya melyonî di sala (1991)‘de, evan guhertinan tevan derî vekirin ku tevaya miletê îraqê û miletê kurd bi taybet doza ruxandina rêjîma Sedam Husên bikin ku bûbû ciyê metirsiyê li ser tevaya cîhanî.
Û di vî warî, Mam Celal bi dûrbîniya xwe ya zelal zanîbû ku ev rêjîma xwînmij nayê ruxandin eger komelgiha navdewletî û bi taybet dewleta emerêkî li tenişt miletê kurd ne sekine, û piştgîriya wî neke ji bo avakirina sîstemeke fîdralî li îraqê ku mafê kurd yê netewî têde parastî be, herwiha Mam Celal têgihiştbû ku ev yek girêdayî ye bi astê nêzîkbûna serkirdayetiya kurdî li kurdistana îraqê ji hikûmeta turkî re, çimkî emerîka nikare piştgîriya kurdan bike bi bê razîbûna aliyê turkî ku li gel aliyê emrîkî di yek hevbenda leşkerî ya hevbeş de ye ew jî di çarçewê hevbendiya Nato de, û her di wê çaxê de jî Mam Celal zanîbû ku nêzîkbûna tevgera kurdî ya îraqî ji aliyê turkî re li dîwarê wî şerî di sekine ku bi salan berdewame dinavbera hikûmeta turkî û partiya karkerên kurdistanê de, ku xwe di çiyayên Qendîl de asê kiriye û cîgirtiye, evê yekê hiştibû Mam Celal li riyekê bigere ku karibe pencereyekê veke di wî dîwarê bilin de ku ketiye navbera kurd û turkan de, ku nahêle hîç pêwendiyeke yekser û rastûxo bi serkirdayetiya îraqî re ava bibe.
Mam Celal hewil dida ku kilîlekê bibîne karibe jêre dergehê koşka komarî li turkiya veke, û ew kilîl jî (Cengîz Candar)‘bû, ku Mam Celal li Beyrûtê ew naskiribû di sala (1973)‘de, ew têkoşerê turkî yê çeprew ku reviyabû sûriya di encamê kodeta leşkerî de ku li turkiya rûdabû di (12.3.1971)‘de, û derbasî nav rêzên tevgera rizgarîxwaz ya felestînî bû, û dawî bû rawêjkarê serok komarê turkî (Torgot Ozal), û karîbû wî bide razîkirin ku doseya pirsa kurdî veke, û hewil bide Mam Celal jî bibîne û pêşwaziyê lê bike di koşka komarî de di (14.6.1991)‘de, û di vî warî de Candar di pirtûka xwe de ya bi navnîşana (Şemendefira Mîzobotamiya ya bilez..), dibêje: (Min yekem pêwendî avakir dinavbera serok komarê turkî Torgot Ozal û Celal Talbanî de, û vê pêwendiyê dîwarek ji bûzê şikand ku di dîroka komara tirkî de hatibû avakirin ji berî heştê û nih salan ve..) .
Wê çaxa ku Mam Celal li Şam bû di dawiya salên heştêyî û destpêka salên notî de, rêberê partiya karkerê kurdistanê (Ebdule Ocelan) jî li wir bû, û pêwendiyeke xurt dinavbera wan de hebû, lewma Candar ji serok komarê turkî (Torgot Ozal)‘re pêşniyar dike ku ew amadeye têkiliyê li gel Mam Celal bike bi mebesta ku hevdîtinekê jêre li gel Ocalan rêkbixe, û li gel hev hewil bidin çareseriyekê bibînin ji vê pirsê re, ji ber ku Candar bawer dikir ku turkiya qet nikare dergehê xwe li ser rojhilata navîn bide vekirin bê ku pirsa kurdî li turkiya bide çareser kirin, û Ozal jî vê pêşniyara Candar erê dike bê ku ti sozan di vî warî de pêşkêşî bike, Candar jî di vî warî de dibêje: (Ez bûm yê ku pêşniyar kir Ocelan were dîtin, û çaxê ku min ev baweriya xwe ji Ozal re eşkere kir û got, wî tiştek pozetîv yan jî nîgetîv negot û xwe bi ti sozan ve girêneda, tenê ev got: Tu pêşî biçe û vegere, paşî emê bibînin çi bikin..) .
Bê goman, Ozal zanîbû ev hingav çendî metirsîdare, ku ji wîre nêzîktirbû ji xwekujiyê, çimkî turkiye ditirsiya ku qewareyeke kurdî li kurdistana îraqê were avakirin piştî hilweşandina rêjîma navendî li Bexdadê, û di tirsiya ku karîgeriya xwe bide ser miletê kurd li turkiya, lewma ew berdewam nîgeran bû ji bidestxistina miletê kurd ji her destkefteke netewî re li îraqê, ji tirsa ku bandora wê bigihe kurdan li turkiya jî, lê tevî vê yekê jî Ozal wêrabû vê gava dîrokî bavêje li ser bingiha baweriya wî bi pêwistiya çareserkirina pirsa kurdî li turkiye bi her buhayekî be jî, lewma Candar ji ser zimanê Ozal dibêje: (Ez qerzdarê miletê xwe me û ev qerzê wî yê dawiye li ser milê min.. çareserkirina vê pirsê qerze di situyê min de ez wek serok komar..) .
Bi vê baweriya xurt Torgot Ozal biriyar da ku pêşwaziya Mam Celal bike di koşka komarî de di (14.6.1991)‘de, û ev cara yekê bû di dîroka kurdî de ku serok komarekî turkî li koşka komarî pêşwaziyê bike li rêberekî kurd mîna Mam Celal, ku Mam Celal bi xwe ev dîdar bi dîrokî binav kir, û got ku ev dîdar ne weke tu dîdarên dinê ye, û li gor ku Candar li ser zimanê Mam Celal dibêje: (Eger ne kurd be, tu kesekî din tênagihê wateya pêşwaziya serok komarê turkî ji kurdekî re di postê min de.. û bi vê yekê serok Ozal mezintirîn tapo şikand di dîroka komara turkî de, û ev yek ne mumkin bû bê hebûna serok komarekî tapo şikên mîna wî di koşka komarî de..) .
Êdî Cengîz Candar gilopa kesik ji serok komar Torgot Ozal sitand, ku biçe Şam û li wir Mam Celal bibîne û bi hevre kar bikin ji bo razîkirina serkirdeyê kurd (Ebdule Ocelan), ku di kongireyekî rojnamevanî de li bajarokê Bir Eliyas ya libnanî agirbestê ragihîne di (20.3.1993)‘de, hijmareke gelek ji rojnamevana li wî kongirî beşdar bûn, û di vê derbarê de Cengîz Candar dibêje: (Min Celal Talbanî rêberê YNK agahdar kir bi hatina xwe, ku wê çaxê ew li Şam bû, û roleke giring û yekalîker lîst di ragihandina vê agirbestê de..) .
Elî Şemdîn

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket