MAM LI ŞAM (41)

Nêrîn 06:48 PM - 2023-10-28
Elî Şemdîn

Elî Şemdîn

(Metirsiya derbasbûna Dicle)
Bê goman xwendina Mam Celal ji guhertinên dawî re ku navçe û îraq bi giştî û kurdistana îraqê bi taybeî, têre derbas dibûn, û şopandina wî ya hûr û kûr ji buyerên raperîn û serhildana berfireh re, ku kurdistan bi tevayî dabû ber xwe û ji hêzên Sedam Husên rizgar kiribûn, ev guhertin bi xwe bûn ku hiştin Mam Celal bilez ji Şamê vegerê kurdistana îraqê ji bo ku beşdarî serhildanê bibe, û ji nêzîkve serkêşiya wê bike û bi rêve bibe, li ser bingiha biriyarên kongirê Beyrûtê yê oposiyona îraqê, herwiha li ser bingiha wê rêkeftina li gel hikûmeta turkî rêkeftibûn ji bo ruxandina Sedam Husên, evan sedeman hiştibûn ku Mam Celal Şamê bi şûn xwe de bihêle, û bi lez vegere kurdistanê ji bo ku ji wir rewşê bi rêve bibe.
di (21.3.1991)‘de, Mam Celal bi otombîlê û dibin baranê de ji Şamê ber bi Qamişlo ve birêket bi armanca ku di nêzîktrîn dem de ji wir derbasî nav xaka kurdistana îraqê bib, lê ew li bajarê Qamilêlo sê roj û sê şevan dereng ma di çavnêriya ku ew baran bi sekine ku bi xurtî dibarî û bûbû sedemê bilind bûna astê ava çemê Dicle û rabûna lehîyê, û di encam de rê jî hate girtin li pêşiya derbasbûna Mam Celal û şanda li gel wî ku pêk hatibû ji komelek hevalên wî (Cebar Ferman, Yûsiv Zozanî, Ehmed Bamernî..), û hijmarek ji rojnamevan û peyamnêrên rojnameyan û nûnerên rêxistinên mirovî yên navdewletî, çimkî derbasbûna aliyê dinê yê çemê Dicle bi riya belemeke piçûk gelekî metirsîdar bû, ku wê çaxê ew belem (qeyik), tenha alav bû ji bo derbasbûnê di dergihê Sêmalka ve, û wê çaxê Sêmalka tenha dergeh bû ji bo çûna kurdistana îraqê.
Di wê çaxa ku Mam Celal li bajarê Qamişlo bû, ciyê rûniştina wî li otêla (Medînet El‘şebab), bûbû qerebalix û bi biran xelkê bajêr dihatin wir ji bo bixêr hatina wî bikin û piştgîriya xwe li gel serhildana tevayî ku li kurdistana îraqê destpêkiribû, bidin nîşandan, herwiha bi dihan şandên siyasî û kultûrî û cemawerî di hatine wir ji bo bixêr hatina Mam Celal bikin û wî bibînin, û di vî warî de hevalên partiya demoqrata pêşverû ya kurdî li sûriya bi erkê rêkxistina hatina wan şandan radibûn bi hemahengî li gel ofîsa Qamişlo ya (YNK), ku wê çaxê bi rehmet bê Bozê Mîranî (Bavê Elî), ew ofîs bi rêve dibir. 
Û di êvara (24.3.1991)‘de, dezgehên ewlekariyê li bajarê Qamişlo Mam Celal agahdar kirin ku sibe baran radiweste li gor zaniyariyên keşnasiyê, û êdî dema ku ew bixwazin dikarin biçin, û di vê derbarê de Dr. Ehmed Bamernî ku li gel Mam Celal bû, dibêje piştî bihîstina vê nûçeyê Mam Celal yekser got: (Ehmed li otêlê dengoyekê belav bikin ku Mam Celal vedigere Şamê, û serok Haviz Esed dixwaze wî bibîne berî ku vegerê kurdistanê..) , û ev bi xwe tektîk bû ji bo ku Mam Celal dema vegera xwe veşêre, lewma serê sibiha roja (25.3.1991), hemî matmayî man çaxê ku dîtin karwanê Mam Celal ber bi dergihê sînorî yê Sêmalka (Fîşxabûr)‘ve birêket û çû.
Her li Şamê cîgirê serokê rêxistina pizîşkên bê sînor (Marsêl Lorwa), û nûnerê wî jî li sûriya (Nîkol Domîtiz), tevlî şanda Mam Celal bûn, ku herdiwan dixwestin vê serdanê bi nehînî bikin û bi bê ku kes bizanibe, lewma ewan xwe wek rojnamevanên serbixwe nîşan didan, û tevlî wê hijmara gelek bûn ji rojnamevanan yên ku ji hemî dewletên cîhanê hatibûn, û hewildidan ku zû derbasî îraqê bibin ji bo rûmalkirina buyerên wê serhildana ku hemî bajar û bajarok û gundên kurdistan îraqî girtibûn û dabûne ber xwe, û ji bo ku bibin şahidhal li ser rizgarkirina wan.
Her li ser riya dergihê sêmalka, Bamernî ji nişka ve ji Mam Celal dipirse aya ew avjeniyê dizane yan na, lê Mam Celal bersiva wî bi na dide, û piştî gihiştina wan dergihê sêmalka dibînin ku çem har bûye û ava wî bi heriyê sor bûye û qurmê daran û şaxê wan jî li gel xwe dibe, û dibînin ku çawa xortekî nûhatî belemeke piçûk dajoyê û bê rawestan ji vî aliyê çem diçe aliyê dinê, û hercarê ji sê kesan zêdetir na rahêjê wan, ev ji bilî ku motorê qeyikê carcaran di nîvê çem de di sekinê û vedimre, lê şifêrê wê zû pêve digihe û îş pê dike, û evê yekê pasewanê Mam Celal nîgeran kiribûn, û tirseke mezin xistibû dilê wan de, û didîtin ku derbasbûn bi vê belemê jiyana Mam Celal dixe metirsiyê de.. û di vê derbarê de Ehmed Bamernî dibêje ku ew yek kêlîkê ji Mam Celal dûrnediket, û didît ku jiyana Mam Celal erkekî dîrokiye li ser milê wî, û ew berpirsiyare li beramberî wicdanê xwe û li beramberî miletê xwe: (Bi rastî min di zanî bû eger em bikevin nav avê de, şens qet arîkariya me nake ku em bi hev re sax ji nav vê ava xurt derkevin, û eger kareseteke weke vê rû bide ez qet lêbûrînê li xwe nakim ku min nikarî bû nehêlim rû bide, herwiha miletê kurd jî qet lêbûrînê li min nake, ji ber ku hebûna Mam Celal di vî çaxî de gelekî giring û çarenivîse, lewma pêwîst bû ez gelekî şiyar bim, û ez bi her şêweyekî wî bi selametî bigihînim aliyê dinê..) . 
Bi şêweyekî metirsîdar ku nêzîk bû ji xwekujiyê re, Mam Celal bi wî laşê xwe yê giran li ser pişta wê belema piçûk siwar bû û rûnişt, û Ehmed Bamernî li aliyê wî yê rastê rûnişt, û li aliyê çepê jî xortek rûnişt ku baş şareza bû bi avjeniyê, û belemê dest bi meşê kir di nav pêlên ava çem re, û riya xwe vekir ta ku bi zehmetî gihişte aliyê dinê, ku li wir Hîro Xan û komelek pêşmergeyên sekirtariyeta Mam Celal û bi sedan xelkek di pêşwaziya wî de sekinî bûn, tevan çend kêlîkek zehmet û metirsîdar derbaskirin ta ku Mam Celal ji avê bi selametî derbas bû, û di vê derbarê de Ehmed Bamernî dibêje: (Raste derbasbûn me çend kêlîkan bi tenî dirêjkir, lê li cem min weke çend katjimêran bû..) .

Elî Şemdîn 

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket