MAM LI ŞAM (40)

Nêrîn 08:19 PM - 2023-10-21
Elî Şemdîn

Elî Şemdîn

(Mam Celal bû serokê kongirê oposiyona îraqî li Beyrût)
Piştî dagîrkirina Kiwêt ji aliyê hêzên Sedam Husên ve, di (2.8.1990)‘de, her weke ku Mam Celal bi xwe ev kar zû pêşbînî kiribû, û piştî ku hêzên leşkerî yên hevpeymana navdewletî bi serokatiya Emerîka hatin ji bo rizgarkirina Kiwêt û derxistina leşkerê îraqê bi zorê, û di çarçewê wan guhertinên li dûv hev ku van buyerên diramatîkî bi şûn xwede anîbûn, di vê çaxê Mam Celal roleke giring û navendî lîstibû dinavbera aliyên opoziyona îraqî de bi hemî rengê wê yên netewî û olî ve, nexasim ew aliyên ku Şam ji xwere kiribûn bingih ji xebata xwe re ji bo ruxandina Sedam Husên û rêjîma wî ya xwînmij, ew aliyên ku di bin sîwana Komîteya Karê Hevbeş de kar dikirin, û di vî warî de Mam Celal di (Dîdara Temen)’de, vê yekê dibêje: (Rojekê Ebdul Helîm Xedam nameyeke devkî ji min re şand û têde gotibû: Silavê serok jitere hene, û ji te dixwaze ku tu hewil bide oposiyona îraqî yek bixe û aliyên wê di kongirekî de kom bike, û dibêje ji ber pêwendiyên te yên baş li gel hemî aliyan, tu tenê dikare vî erkî cîbicî bike..) , û bi rastî jî ew hewlên Mam Celal serkeftin û di encam de jî kongireyekî berfireh ji oposyona îraqî re li Beyrûtê di (10.3.1991)’de, hate lidarxistin bi serokatiya Mam Celal. 
Merasîmê destpêkirina kongir bi çend se’etan dereng ketibû bi sedema ku Mam Celal dereng gihiştibû hola kongir, evê yekê nîgeranî û dûdilî xistibû nav dilê beşdaran de ji tersa ku kongir têk biçe ji ber negihiştina Mam Celal di dema ku hatibû nîşankirin ji destpêkirina karûbarê kongir re.
Çimkî kesekî ji beşdaran nizanî bû ku Mam Celal di wê çaxê de bi serdaneke nehînî çûye Enqere bi hevaltiya Mihsin Dizeyî ku nûneratiya Mesûd Berzanî dikir di vê serdanê de, û li wir guftûgoyeke dîrokî dikin li gel hikûmeta turkî, ku paşî ew giftûgo bûne rêxweşker ji dîtina serokê turkî (Torgot Ozal)’re, li koşka cimhûrî di (14.6.1991)’de, ev serokê ku Cengîz Çandar ew bi (Tabo Şikêner) , bi navdikir, û li ser giringiya van giftûgoyan Kamîran Qeredaxî di gotareke xwe de dibêje ku di malpera (Derac)’de belavkiriye: (Ew giftûgo bi serkeftî bi dawî hatin, û aliyê kurdî ew giftûgo mîna pêşveçûneke mezin li qelem dida, nexasim ku ew cara yekê bû kurd karibin pêwendiyeke rastûxo û rûbirû li gel dewleteke cîran û dirawse li ser astekî siyasî herî bilind bikin, ne weke caran ku bi riya dezgehên ewlekariyê û istixbaratên wan dewletan di hatin kirin..) , û piştî ku Mam Celal ji Enqere gihiştine Beyrûtê bi riya Şamê, êdî kongir di roja dinê de dest bi karên xwe kir, û civînên xwe bi serkeftî berdewam kir, tevî ku hin aliyên şofînî astengî dirûst dikirin jî li vir û li wir li pêşiya kongir, û di vî warî de Mam Celal di (Dîdara Temen)‘de, vê yekê dibêje: (Bi her hal me aliyên oposiyonê kom kirin, û me kongir jî li darxist, bi gomana min eger ne bi saya rola me ya karîger ku me di nav hola kongir de lîstibû, tu kesî nikarî bû aliyên rast û yên çep yên oposiyonê di yek holê de li tenişt hev bidane rûniştin..) , herwiha rojnamevanê kurdî Kamîran Qeredaxî ku ew jî li wî kongirî wek peyamnêrê rojnameya (El‘heyat), beşdar bûbû, di gotareke xwe de buyerekê dibêje ku wî mêjiyê şofînî li dijî kurd nîşan dide li cem hin aliyên opoziyonê, û bi taybet li cem oposiyona Islamî, û dibêje ku di nav wan beşdaran de kesekî bi şaşik û cibe hebû bi navê (Celal El’dîn Sexîr), xwe wek berdevkê girûpên islamî yên beşdar di kongir de diyar kiribû, û wî di dema bênvedanên kongir de di dawiya hola kongir de di sekinî û dest bi xwendina daxwiyaniyan dikir di derbarê operasiyonan de di axivî ku (Hêzên Islamî), li dijî hêzên îraqî cîbicî dikirin li başûrê îraqê û li kurdistanê, û ev yek ne ciyê razîbûna beşdarên kurd bû ku ewan her ew agahdar dikirin ku serhildana li kurdistan bi rêve diçe ne hêzên islamî cîbicî dikin, û jêre digotin ku hêzên pêşmerge bi xwe wê serhildanê bi rêve dibin, lê ew hewildan bê sûd bûn, û El’sexîr her berdewam kiribû li ser helwîsta xwe û navê pêşmerge piştguhê xwe dixist, û li şûna gotina pêşmerge navê hêzên islamî bi kar dianî, Qeredaxî dibêje ku: (Di dawî de, û di çaxê ku El’sexîr daxwiyaniyeke nû di xwend li ser operasiyonên hêzên islamî li kurdistanê, êdî helbestvanê kurd Şêrgo Bêkes nema xwe ragirt û nema xwe kontirol kir, û êrîş berda ser Sexîr û bi yaqa wî girt û bi hêz ew hejand, û di ruyê wî de qîj kir û got: Li kurdistan hîç hêzeke islamî tuneye, tenha hêzên pêşmerge hene, êdî ji wê çaxê û bi şûnde El’sexîr nema navê hêzên islamî li kurdistan anîbû ser zimanê xwe, û li şûna wî bi tenê navê pêşmerge di gotina xwe de bi kar dianî..) .
Di wî kongirî de ji (YNK), ev kes jî beşdar bûbûn: (Ehmed Bamernî, Umer Debabe, Daro Şêx Nûrî, Şehzad Sayib, Letîf Reşîd, Mihemed Sabir, Mihemed Tewfîq Rehîm û Selah Reşîd..), û piştî bi dawî hatina kongir van hemiyan xwe amade kirin li gel Mam Celal vegerin kurdistana îraqê ji bo ku beşdariyê bikin di raperîn û serhildana kurdî de, û di vê derbarê de Ehmed Bamernî di pirtûka xwe de ya bi navnîşana (Çend yadeweriyek li gel Mam Celal), dibêje: (Hemiyan xwestin li gel Mam Celal vegerin kurdistan, lê Mam Celal gote wan: Tenha Ehmed li gel min wê were..) .
Baran bi xurtî dibarî çaxê ku Mam Celal di sibiha roja Newrozê de ku di kete (21.3.1991)‘de, bi otombîlê ji Şamê bi rêketibû ber bi Qamişlo ve bi hevaltiya Dr. Ehmed Bamernî, û piştî ku gihiştine Qmişlo ew li ûtêla (Medînet El‘şebab), daketin, û baran jî bi berdewamî di seranserî sê roj û sê şevan de bi bê rawestan û bi xurtî her di barî, Ehmed Bamernî dibêje: (Xelkê Qamişlo bi qeflan dihatin serdana Mam Celal dikirin, û jêre digotin: Ev baran cenabê te bi xwere aniye, sipas ji xwedê re û sipas ji tere jî..) .

Elî Şemdîn

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket