YNK ji bo xelkê Kurdistanê ye
Nêrîn 11:27 AM - 2023-07-13
Nivîsîn: Stran Ebdulah
YNK`ê
ji bo gelê Kurdistanê ye, piştre YNK`ê ji bo hevalane. Zehmete mirov van herdu
cêwiyan ji hev cuda bike, bi taybetî di nav hizba pan û fereh û mezin de ku ev
pirsyar derdikeve holê, cûnkî em pirin bi hevalan û pirtirîn bi xelkê xwe ve,
lê belê rastiya van herdû cêwiyan eger pêkve bin divê rêzbendiya xwe biguherin.
Pêşî ji bo gelê Kurdistanê ye, dêrên ciwan û cawîdan ya Mam Celal e piştre ji
bo hevalan e, çûnkî gelê Kurdistanê ji mezintirîn partî mezintirin, bi hejmar û
qebare û qeware û armancê jî, Ji ber ku edebiyata me dibêje em ji bo gel in û
heger gel tune be çima em hene? Eve ne awaz û ne jî straneke ku bêje Şîrîn nema
ye Ferhad, ji bo ku tu bimînî? Na Na, mijar ji wê yekê kûrtire, çûnkî bîngeh,
rewt û wêjeya me weha ye ku partî ji bo gel ava bibe.
Bîranîn
û serpêhatî dibêjin; Gelê Kurd di şoreşa nû de bi dûv YNK`ê keft ji ber ku
YNK`ê ji bo gel ava bû. Di ezmûna dunyayê de jî di jiyana hizbayetiya tu
welatekî de girseya gel parçebûn di partiyê de çênekiriye, bi berovajî, hizbê
ku ji bo nakokî û xweperestiya xwe parçe dibe piştre girse jî parçe dibe, deng,
reng û giranî dubendî li hemberê radiwestê.
Ev
ezmûna siyasî ya hemû welatên cîhanê ye. Amaje û diruşm û logo hûrgilî ne ji bo
partiyan û di nava xwede girîngin û balê dikşînin, lê belê ji bo cemawer
siyaset û armanc û kiryar çarenûsazin îca logo û amaje ji bo naskirin û
nazkêşanê derdikevin holê û her weha encam.
Wek
kevneşopî geşeya siyasî piraniya xwe hêjmara endamên partiyan, ji bo qonaxa
hukumranî û hilbijartinê û cadeyên pan in û kêmtirîn jî yê serdemê şoreşê û
zehmetî û navçeyên azadkirî ne. Organên partiyê li çiya bi rêxistinên veşartî
li nava bajaran bi hezaran bûn û di dîmenên aşkira de masî jî di nava çem û
rûbar û avên mezin ya girseya gel ya deverên azadkirî ne, lê gundan û bajarokên
azadkirî jî ew degmen û kêm in û bi hêja, jêhatî û bedew bûn. Partî li
çiya û şoreşê de bi hêjmarek kêm hatiye damezrandin û desteyek ya rêxistinî ya
xurt û bihêzîn û bi hezaran dost û alîgirên wê hene ku bi amaje û peyama
partiyê û şoreşê leşkerkî siyasî amadeyne di demên tengasiyê de.
Eve
ye ku "Mao Çîtong" wek ezmûnê hizbayetî û şoreşê li Çînê digot:
Girseya gel piyanoyek dest û tilî piyanojen sihîrbaze û dikare li ser awaza xwe
ahengek xweş lê bixe.
Helbet
endam û hevalên partiyê baskên bihêz yên partiyê ne, lê belê ya pêşî û dawî
pîrozî bê rexne û nirxandin nîn in, bi berovajî, pîrozî tenê û tenê ew armanc û
ew girseya gele ku bi hezaran têkoşer ji bo wê şehîd bûne û eger hebin mafê
xudantiya wan divê hebê ew jî gel û şehîdin. Di demên weha de partî, di kêmî û
zori de baskê xebatê ye, neku xebat û xelke.
Ji
ber vê eger siyaset ji bo xelkê be, her weha karê pêşîn ji bo xizmeta xelkê bû,
hizb jî dibe ew hêza ku bi şanazî ve binasê. Di rewşa weha de giring mirov weha
ezmûna hizbayetî binirxînin ku hizb nabê Gettoyek girtî ya endaman be. Her xemê
wan be û xema wan bixwe. Getto diyardeyeke civakên etnîkî û olî ne ku di nava
hev de li hev tên. Girtîne û zêde nabin û hestekî ku xwe qure dibînin
curekî wan heye ku qet zêde û kêm nabin.
Heger
partî wek Siwarên baş yên Heykel bin, yan komên wek Hesen Sabah dê bibin
elîteke ku xwe ji girseyê û armancên din ên netewî dûr dixe.
Wateya
cemawerîtiya partiyekê wekhevî nîne bi hebûna zortirîn hêjmara endaman ku eve
tenê sîstemek yek hizbî ya totalîter de serdikeve û ji nişkêve jî dikeve xwarê.
Cemawerîtiya hizbê wekheve bi razîbûna giştî ji siyasetên wê û li xwe girtina
daxwazên girseyan ji aliyê hizbê ve ye, ku padaşta wê jî li dengdanê ya li qada
rizamendiya giştî li partiya xwe dibe. Ez ewqas li ser ser vê babetê dinivîsim
bi mebesta ku giftûgoyên zêdetir li ser bikîn.
PUKMEDIA - Sekoya Kurmancî
zêtir bibînin
-
Berdevka Çavdêrên Şefafiyet: Ji bo çavdêran pirsgirêk hene
05:45 PM - 2025-11-11 -
Şalaw Kosret Resûl: Îro rojeke dîrokî û çarenivîse
02:09 PM - 2025-11-11 -
Serokkomar daxwaza beşdarbûna berfireh di hilbijartinan de dike
01:29 PM - 2025-11-11 -
Berdevkê YNK: Dengê xwe bidin partiya ku xizmeta we dike
10:12 AM - 2025-11-11
zortrin xwendraw
-
Serokê YNKê serkeftina hilbijartinê li welatiyan pîroz dike
Kurdistan 08:23 PM - 2025-11-11 -
Dest bi Proseya hejmartina dengan hat kirin
Kurdistan 05:59 PM - 2025-11-11 -
Serok Bafil: Ji bo xizmetê ya çar salan bi lez biçin ser sindoqan
Kurdistan 05:18 PM - 2025-11-11 -
Li Silêmanî, Kerkûk, Helebçe, Raperîn, Koyê û Germiyanê, YNK hêza yekem e.
Kurdistan 07:54 PM - 2025-11-11 -
Xalid Şiwanî: Baweriya me bi dengderên me heye
Kurdistan 03:48 PM - 2025-11-11 -
Komîsyon: Hilbijartin pir baş birê diçe
Kurdistan 11:26 AM - 2025-11-11 -
Serokkomar daxwaza beşdarbûna berfireh di hilbijartinan de dike
Êraq 01:29 PM - 2025-11-11 -
Berdevka Çavdêrên Şefafiyet: Ji bo çavdêran pirsgirêk hene
Kurdistan 05:45 PM - 2025-11-11



Aplîkêşin

