MAM.. LI ŞAM (23)

Nêrîn 10:36 PM - 2023-06-17
Elî Şemdîn

Elî Şemdîn

(Qezafî: Ez amademe ji her alîkariyekê re..)

Elî Şemdîn

Piştî wan guhertinên ku di encamê rêkeftina sala (1970)‘de, rûdabûn, û piştî yekxistina herdû baskê (Partî Dîmoqratî Kurdistan), Mam Celal hest kiribû ku êdî pêwîste xwe ji wê piştguhxistinê rizgar bikê ku wê çaxê wî li kurdistana îraqê gazin jê dikir bi sedema hilweşandina baskê mekteba siyasî û tevlîbûna wî nav baskê Berzanî, lewma biriyar da ku derkeve ewrupa di sala (1972)’de, ev biriyar di demekê de sitand ku hîç post û pileyeke wî ya rêxistinî nemabû ji bilî ku endamê serkirdayetiya di partiya yekxistî bû bi serokatiya Berzanî ku wê çaxê sitêra wî geştir bûbû, û hatibû naskirin weke rêberekî netewî piştî imzekirina wî ji rêkeftinê avdarê re li gel rêjîma îraqî, û Mam Celal dijayetiya şoreşa kurdî nekir, tevî ku ji karê serkirdayetiya wê partiyê ne razî bû jî, û ji wê zêdetir jî Mam Celal nameyek ji Berzanî re şand û têde amadekariya xwe nîşan dabû ji bo xizmeta wî û xizmeta şoreşê bike, meger li her ciyekî be.

Û ji ewrupa ber bi Şamê ve çû, û ji wir jî çû Beyrûtê, û li wir pêwendî li gel hemî dostên xwe yên filestînî kirin, û bi taybet li gel Bereya Gelêrî bi serokatiya dostê xwe yê nêzîk Corc Hebeş, û karîbû li gel wan bingiheke bi hêz ji pêwendiyên xebatgêrî ava bike, û piştî ku li Libnan jiyana wî ketibû metirsiyê de, wî xwe veguhestibû Qahîre sala (1973), û li wir pêwendî kiribûn bi (Enwer Sadat, Mu‘emer Qezafî û Hafiz Esed)‘re, û bawerî di nav wan de xurt bûbû ta astekî ku ewan ew gelekî zû agahdar kiribûn ku pîlanak tê amadekirin di pişt perdê de ji bo têkbirina şoreşa kurdî li kurdistana îraqê, ew pîlan jî bi riya Cezayir bû ku hewil dida herdû rêjîmên îran û îraqê haşt bike,  êdî Mam Celal di vê derbarê de pêwendiyê dike li gel serkirdayetiya şora kurdî ji bo bi hevre kar bikin ku rê bigirin li pêşiya cîbicî kirina wê pîlanê, lê ev hewildan bê encam bûn.

 Û li ser daxwaza serkirdayetiya şoreşa kurdî, Mam Celal vegeriya Beyrûtê sala (1974),  ji bo ku kar bike di ofîsa karûbarê erebî de, ya partiya demoqrata kurdistan, ev di dema ku rêjîma îraqî bi eşkere hewil dida xwe vedize ji cîbicî kirina naverûka rêkeftina avdarê, her di wê demê de jî Mam Celal gotarek di rojnameya libnanî (El‘sefîr)‘de, nivîsî û têde got: (Ez amojgariya hikûmeta îraqî dikim ku şer li dijî mele Mustefa neke, ji ber ku ew îro rêberê tevgera kurdiye, û ew li ser erdê heye û nayê windakirin, yan jî hikûmet nikare wî ji nav bibe, lewma ez ji hikûmetê di xwazim ku hinekî riyalist be, û bi vê serkeşî û mûxamereyê ranebe..), bi rastî vê gotarê vedengek berforeh dabû ku hikûmeta îraqî tore û aciz kiribû, û wê jî ji aliyê xwe de navtêdana tabûrê xwe yên ragihandinî kirbû û ji wan xwestbû ku bersiva Mam Celal bidin û êrîşê bibin ser bi gotinên pîs û kirêt, Mam Celal jî ji aliyê xwe ve han da jimareyek kesayetiyên erebî ku birûskan bişînin ji rêjîma îraqî re û di wan birûskan de daxwaz ji rêjîma îraqî dikirin ku vegerê ser hişê xwe û nekeve şerekî de li dijî miletê kurd, û rê bide çareseriya aştiyane ji vê dijberiyê re.

Soviyêt jî dûrî van guhertinan neman, lê wan ji nêzîk ve di şopand, û divî warî de Yevxînî Birîmakov ku wê çaxê nûnerê rojnameya Piravda bû li rojhilata navîn û paşî bû wezîrê rûsiya yê derve û bû serok wezîr jî, bi lez hat li Beyrûtê Mam Celal dît û li gel civiya di sala (1974)‘de, Mam Celal di (Dîdara Temen)‘de dibêje ku Birîmakov got: (Dixwazim te agahdar bikim ku em te wek kesekî şoreşgêr û pêşketî dibînin, û em dibînin jî ku mele Mustefe şaşiyeke mezin kiriye ku tu dûr xistiye û daye aliyekî, min jî lê vegerand: Hevalê Birîmakov, îro hemî kurd li dor Berzanî kom bûne, û hewildana dijberiya wî karekî ne diruste, û li şûna vê yekê were em bi hevre pêwendiyên we xweşbikin li gel tevgera kurdî, ji ber ku ev yek ji me herdû aliyan re baştire.. Brîmakov jî pûşwazî li vê pêşniyarê kir, û got: Em hêvîdikin ku em karibin pêwendiyên xwe bi riya te tevgera kurdî xweş bikin, û em hêvî dikin ku tu hewil bide di vî warî de.. lê paş ku hilweşandina şoreşê hate ragihandina êdî hîç qazancek di hemî derfetên alîkariyê de nemabû..).

 

Di pirtûka (Dîdara temen)’de, Mam Celal dibêje ku Berzanî berî destpêka şer, bi riya nûnerê xwe li Beyrût Ezîz Riza, ji Mam Celal xwestibû ku bi geşteke dîblomasî rabibe li rojhilata navîn, ji bo piştgîriya şoreşê, û (10) pelên sipî imza Berzanî li ser wan pelan bû, ji Mam Celal re şandibû, û ew azad kiribû çawa wan pelan dabigire û ji kêre bişîne, û Mam Celal di vê derbarê de dibêje: (Pêwendiyên min li gel Berzanî gelekî başbûn ta astê ku ji min re li ser pelên sipî imze bike, û bi vê baweriyê me bi hev re dest bi kar kir, lê vê yekê dirêj nekir zû şoreş hilweşiya û derfe ji me windabûn û ji dest me çûn..).

Mam Celal bi riya pêwendiyên xwe yên berfireh agahdarî wan buyeran bû ku li paş perdê rûdidan, û her di vê pirtûkê de dibêje ku Qezafî jê pirsiye: (Ti çarenivîsa we çawa dibîne eger îraq û îran aşt bibin? Min jêre got: Bê goman emê şer berdewam bikin û emê bergiriya xwe bikin, êdî wî ji min pirsî: Aya tu dilniyayî? Min bersiva wî da û min got: Belê ez dilniya me, lê dibe ku pêwîstiya me bi alîkariya cenabê te çêbibe, wê çaxê em dikarin arasteya tevgerê bi guherin, û li şûna serçimandinê ji îranê re, wê çaxê em dikarin alîkariyê ji dostên xwe yên Lîbî û Sûrî wergirin, Qezafî bersiv da û got: Eger we arasteya xwe guhert bi vî şêweyê ku te got, ez jî wê çaxê amademe ji pêşkêşkirina her tiştê ku hûn bixwazin ji alîkarî û piştgîriyê, min jî jê pirsî: Mebesta te bi her tiştî hemî rengê alîkariyê ye? Wî got: Belê Celal, hemî rengê alîkariyê..).

Piştî vê hevdîtinê li gel Qezafî, Mam Celal ji serokatiya şoreşê re nameyekê di nivîse û bi riya Ezîz Riza di şîne, lê serokatiya şoreşê gotina Mam Celal bi çavekî giring temaşe nekirin, û sozên Qezafî wek piroboganda hijmartin, ne kêm û ne zêde, û piştî ku rêkeftin di (6.3.1975)’de, li Cezayirê hate imzekirin di navbera îran û îraq de, Qezafî xwest Mam Celal bibîne, û piştî ku Mam Celal hate cem, Qezafî jê xwest ku bi lez biçe cem mele Mustefa û wî agahdar bike ku wê hemî alîkariyê jêre pêşkêş bike, eger ew di şoreşê de berdewam bibe û li gel Komela Niştimanî Îraqî rêkeve, û Mam Celal dibêje ku ew ji cem Qezafî vegeriya Şamê, li wir dît ku hemî li bendî vegera wîne, û di nav wan de jî Umer Debabe û Ehmed Ezawî û komelek kesayetiyên dinê ji hemî hêzên opozisiyona îraqî, êdî li wir ew hemî li gel hev rêkdikevin li ser ku pêwîste tevgerekê bikin li dijî vê rêkeftina kirêt û rûreş, lewma Mam Celal bi lez Umer Debabe di şîne cem mele Mustefe ji bo wî agahdar bike ku Qezafî amadeye ji bo alîkariya wan bike, û jêre bibêje ku wî serok Hafiz Esed jî dîtiye, û ew jî ji aliyê xwe ve amadeye ji bo alîkariyê û bi taybet di warê çek û teqemeniyê de, û Mam Celal dibêje ku Umer Debabe bê bersiv vegeriya, yekser Mam Celal nameyeke din jî bi riya (Hîro Xan), di şane, lê dema ku ew gihişt bû wir her tişt bi dawî hatibû, û hîç derfetek nemabû.

 

PUKMEDIA

 

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket