Di roja azadiya rojanmegeriyê de hemû azadîxwez in!

Nêrîn 04:08 PM - 2023-05-09
Hozan Efrînî

Hozan Efrînî

Îro roja çarşemê ku boneya roja cîhanî ya azadiya rojnamevaniyê ye, di demekê de ku karê rojnamevanî ber bi paşveçûnan ve de ye, ku di asta navnetewî de, hejmarên mezin ji rojnamevanan li gor yasayên cuda û di bin fişarên cuda cuda de têne dadgehkirin û sizakirin ji aliya partî û kesayetiyên deshilatdar, li hemberê wê yekê nûneratiyên dîplomatîk û rêkxistinên peywendîdar yên navnetewî hişyariyeke normal didin wan aliyan û wek derziyê bencê ji milet û civaka stemlêkirî û bi taybetî rojnamevan û ragihandkar ku heya ji wê roja xwe jî bê beş dibin û têne dûrxistin.

Her weha di wê barê de, Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî Antonio Guterres di peyama xwe de dibêje: "Di heyama sî salên borî de, roja cîhanî ya azadiya rojnamevaniyê derfetek bû ji bo civaka navnetewî ji bo pîrozkirina xebata rojnamevan û xebatkarên medyayê çêkir, Ev roj rastiyek bingehîn dixe ber çavan: azadiya me bi tevahî girêdayî azadiya rojnamegeriyê ye."

Sekreterê giştî wiha pêdeçû û ragihand; "Di heman demê de, rojnamevan û xebatkarên medyayê dema ku karên xwe yên jiyanî dikin, çi li ser enternêtê be û çi li dervayî wê be, rasterast dibin hedef û rastî tacîz, tehdîd, binçavkirin û girtin tên. herî kêmî ve 67 xebatkarên medyayê di sala 2022-an de hatin kuştin - ji sala berê ji sedî 50 zêdebûnek pir sêr. Nêzîkî sê ji çar parên rojnamevanên jin rastî şîdeta li ser înternetê hatine û ji çaran jinek rojnameger rastî tehdîdên canî hatine".

Wek ez têghîştim ku di rojên baş û pîroz û serfiraziyê de, desthilatdar herdem xwe dike xwediyê wan roj û boneyan, ji xwe re baş temaşe bikin ku di roja rojnamegeriyê de, hemû kes û alî xwe dike rojnamevan, roja karkerên navnetewî, bi heman awayî hemû kes xwe dike parêzvanê karkeran, roja mafên mirovan dîsan hemû kes û alî xwe dikin bi parêzvanên mafên mirovan, di roja zarokan de, hemû kes xwe dike xwediyê mafên zarokan, di roja xwendekaran de, hemû kes xwe dike xwediyê bîrdoza xwendekaran. Her weha di roja cîhanî ya jinê, hemû kes û alî xwe dikin xwedanê mafên jinan, di roja zimanê zikmakî ya navnetewî de, hemû kes xwe dike xwedanê rasteqîne ê zimanê dayîkê di demkê de ye ku ewna ti carî nivîsek jî li ser zimanê zikmamkî neweşandine.

Di rojên girîng û pîroz de, hemû kes û alî û çîn û tiwêjên civakê xwe dikin xwediyê wê rojê.. Her weha xwediyên rasteqîne jî bê beş dimînin ji wê rojê. Ji ber ku ew kesên ku xwe dikin xwedî, ji rastiya wê rojê û têgeha wê bi yek carî dûrin. Ti peywendiyên wan bi wê rojê ve tune ye ji bilî yek tiştî ku ew jî ewe ku neyar û rêgir û kelemkar in.
Li vir dixwazim hinek rastiyên kar û xebatên xwe ên ku di riya 18 saliya xebatên rojnamegeriyê de derbas dibe ji xwendevan û şopênerên xwe re bînim ser nivîs taku ew rastiyên ku em dibêjin werin serrastkirin û li gorî rastiya wê were weşandin.

Piştî karkirin û xebatkirina bêhrtir ji 18 salan di hundir karên rojnamegerî û ragihandinê de, li gor erk û xebata ku min di warên wergerandin, nivîsandin, dizayînkirin, nûçesazî û raportên nûçeyan û hevpeyvînkirin û rêportajkirinê, bi reşkawî dibêjim; Ragihandin rastiya jiyan û vejandina rastiyên veşartî ye.
Lê mixabin ku heya niha rastiya ragihandina azad û neteweyî û jêderên rasteqîne ku ji nava rastiyan derkevin ji bilî rojnameya Kurdistan hîn tiştekî din wiha cihê xwe negirtiye û dernektiye.

Ev 18 salin ku ez wek rojnamevanekî Rojavayê Kuridstanê û xelkê Efrînê me û wek hewalsaz û serpereştyarê beşa kurmancî di ragihandinên kurdî de dirêjpêderim û bi taybet ji 2005`an ve di nava ragihandina Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê de û ji wan 13 sali di nava malper û ajansa PUKMEDIA`yê de dixwazim nimûneyekê ji karên PUKMEDIA`yê bînim ser ziman ku di heyama Salekê de bêhtir ji 1500 nûçe li ser Rojavayê Kurdistanê sazkiriye û weşandiye, ji ber wê yekê, dikanim wiha bi azadî bibêjim: "Ez ji dil vê roja azad û rewa û hêja li hemû gelê kurd û Kurdistan û li rêvebir û sernûser û karmend û rojnamevanên xwedî têgeh û bîrdoza lihevkirî û jêhatî pîroz dikim û herdem wan pêşkevtin û berhemên ku dibin hemû ji reman û bîrdoz û rêbaza rewanşadê gelê kurd û Kurdistanê serok Mam Celal e."

Ez ji sala 2005`an ve, di kar û xebatên rojnamegeriyê de li Herêma Kurdsitanê bi awayekî dirêjpêder û di nav kar de me, bi aktîvane ji 2005 heya dawiya 2009`an ez li rojnameya Aso ya ser bi saziya Xendanê dixebitîm û taybet bi beşê Rojavayê Kurdsitan û Sûriyê û Bakurê Kurdistanê mijûl bûm.
Piştre jî ez li kenala KNN ya kurdî di beşa kurmancî de jî wek hewalsaz û raport amadekirin û xwendin karî dikir.

Her weha di kovara Livîn û Xêzan û Siyaset de jî kar dikir, Di heftenameya Çavdêr de jî ji 2006 heya 2017`an jî min kar dikir. Nivîsên min di piraniya malperên Başûr û Rojava û Bakurên Kurdsitanê dihatin weşandin, ji ber wê jî, ez bi bê guman rastiya rêbaza rewanşad serok Mam Celal bi bîrtînim ku her pêşketin û berhemeke girîng û cihê serfiraziyê be, ew yê rêbaza Mam Celal e..

Ji sala 2010`an ve jî ez di PUKmedia û heya niha jî dirêjpêderim, her weha ji 2017`an de, ez di radyoya Dengê Gelê Kurdsitanê de wek pêşkêşkarê bernameya Ji Rojavayê dixdixebit im.

PUKmedia ku ser bi mekteba ragiahndina YNKê ye, wek Yekem saziya ragihandinê bû ku li Başûrê Kurdistanê peyamnêra xwe taybet ji Silêmaniyê şand Kobanê û Efrînê, di germahiya şer û berxwedana Kobanê û Efrînê de jî, nûçe û raportên bi wêne û vîdyo roj bi roj hatine weşandin ku rastiya rewabûna berxwedana Kobanê ya 2014 ku ez bi xwe wek Hozan Efrînî çûm nava bajarê Kobanê ku tenê 2 taxên wê di bin kontirola YPG-YPJê de ma bûn, û ya Efrînê ya 2013`an dîsan ez bi xwe du caran çûm ku asta sere çete û komên oposizyona Sûrî bi nave Artêşa Azad û Eniya Nusre û DAIŞê êrişên pir mezin û hovane li dijî Şêrawa û gundên başûrê Cindirêsê dikirin û  jibo Berxwedana Efrînê ya 2018`an dîsan peyamnêreke keç hat şandin û rastiya neyartî û hovîtiya DAIŞ li dijî Kobanê û hovêtiya artêşa tirk û çeteyên Sûrî ku bi fermanên wan li Efrînê tevdigerîn aşkire û zelal dikir.

Di piştgiriya şoreşa Rojavayê Kurdistanê de, li gor rastiya rêbaza Mam Celal PUKMEDIA her pêşenga ragihandina başûr bû ye û heya niha jî wiha ye serbarê ku gelek aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê nerazîbûnên xwe li hemberî PUKmedia`yê dabûn nîşandan û bi awayekî çewt dabûn nirxandin ku piraniya nûçe û raportên PUKmedia`yê di xizmeta Rêvebiriya Xweser de ne.

Ez dikarim ji jêderên rastiya dîroka karê min di hundirî stafa PUKMEDIA`yê de hinek rastiyan bênim ser ziman û ser nivîs ku ji sala 2010`an ve ez di vê malperê dêrîn de wek hewalsaz p wergêr û rêportajger tevdigerim, lê heya roja îro, min ne dît ku sansor an jî qedexekirina weşandina nûçe û raportekê ji min hatibe kirin.

Ji ber wê jî, ez heya roja îro jî, dilgeşim bi kar û xebatên PUKMEDIA`yê ku wek ajans û kenal û jêdereke pir çalak di xizmeta veghustina rastiyên veşartî û ên li berjewendiyên doza gelê kurd û Kurdistanê, her çiqas ji aliyê darayî û aborî ve, PUKMEDIA ne wek hinek kenal û malperên din bihêz e, lê tiştê ku ez tê de dilgeş dibim û bi dilê mine, xizmetkirina biwarê rojnamegeriya kurdî resene ku ji aliyê xizmetkirina dozê de, bê dudilî ye û bi helwest e.

Em vê rojê li tevahiya rojnamevan û ronakbîr û rewşenbîr û çalakvanên doza gelê me yê kurd pîroz dikin û serfirazin bi rêbaza Mam Celal ku bû ye rastiya yekrêzî û xebata xizmetkirtina di riya doza gelê kurd e. Weku tê dîtin ku piraniya ragihandin û kenalên ku li gor rêbaza serok Mam Celal in, hemû di xizmetkirina doza kurd li perçeyên din ên Kurdistanê de pêşengin. Rewanşadî ji giyana nemir serok Mam Celal re û rizgarî û azadî ji doza gelê kurd re.

Ez ji dil û can û bi giyanekî mirovane vê boneya pîroz li hemû hevpîşeyên xwe li Kurdistan û li Cîhanê pîroz dikim. Salvegera 30'mîn ya roja azadiya rojnamegerî û derbirînê ya navnetewî li hemû rojnamevan û azadîxwazên bîrûra û bîrdoza rewa û rasteqîne di cîhan û gerdûnê de pîroz û lawîq dibîn im.





zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket