Herdu hevalên me azad bikin

Kurdistan 03:49 PM - 2023-01-16
PUKMEDIA

PUKMEDIA

Hêzên asayîşa Duhokê ku bindestê Partiya Demokrata Kurdistanê de ye 2 kadroyên komîteya rêkxistinên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê bi bê kaxezên pejirandina yasayî û dozgeriyê destgîr dike .

Herdu hevalên me Asif Hisên Hemu, Mihemed Emîn Xidir ku wek endamên komîteya rêxistinên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê ne û li gorî daxuyaniya heval Mihemed Emîn Şêrwanî berpirsê malbenda rêxsitinên Duhokê ê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê ji malpera fermî ya YNKê PUKMEDIA`yê re ragiahnd: "Hêzên Asayîşa PDKê dest bi revandina du kadroyên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê kir ku bi bê tawan û tenê ji ber ku ew herdu kadroyên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê ne".
  Ev ne carê yekê ye ku asayîşa Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK)ê bi vê rengî û bi bê berpirsyaretî li gel kadroyên partiyên din tevdigere û bi taybetî kadroyên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê ku bi bê belgehên yasayî, lê tenê ji bo tirsandin û tengkirina siyasî ji partiyên din re di navçeyên zonê zer de ye.

Mixabin, wek van nûçeyan ku dibe wek nûçeyên normal bin ku di navçeya Badînanê de pêkhatiye, wek nûçeyên avûba û jîngehê  û baranbarînê ye gelo çima we ye.? Ji ber ku asayîşa Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK)ê ev kar dubare kir ku êdî nirxên xwe ên nûçegeriyê weunda kir, lê asayîşa Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK)ê  her rahatiye ku stemê û revandinê bike, bi vî karî dilgeşe û rihet nabe ji bilî vê rengî desthilatdarî û zordariyê.

Sînaryo herdem kevine û hatiye cerbandin, tawan û belgeh û kaxezên girtinê ên asayîşê bi awayekî fermî amadene, ti kêmanî nîne û ji bilî ku tenê navûnîşanê li ser binivîsin û biryasra bicihkirinê bidin.
Carekê bi dermafê
Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê û carekê din bi dermafê Yekgirtuya Islamî, û Tevgera Goranê û dîsan vedigerin bo
Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê. Bê guman eger ev yek wiha berdewam bike, wê demê wê sire were ser kadroyên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK)ê  jî, bi bihaneyên ku ne PDKeyên temamin.

Dem hatiye ku Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK)ê dest ji şêwazên hizbî û hikûmî wiha berde, ev rêk di danustandinê bi diyardeyên piralî partîtî re ne çaresere ji ber ku  êdî her tişt zelale û kes rexnê me nake.

Banga me ji Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK)ê re ew e ku şêwazekî modêrintirîn ji bo rêkeberetiya siyasî bigre ber, ji ber ku ev dem ne dema hefteyane ku dest bi karên zordestî û neliheviyê û zordariyê bike.
Ev şêwaz ji danustaninê gelek şerme ku partiyên din fey dikin ku xwe li wê yekê danînin, pêwîst bû ku em behsa Kurdistan û dewlet û sedsala 21ê bikin, ne behsa zonê di sînorê gundewariyê de bikin ku ji demên buhorîn e.
Ey rêzdaran...Yekser hevalên me azad bikin û nekin bi kaxaz li ser masê gotûbêjên dahatu. Ji ber ku ti kes li ser azadiyê û bikaranîna mafên siyasî giftugoyan nake. Her weha rêxistina mafên mirovan ê navnetewî jî di vê barê de, bi xwe jî ji we re gotibû, her wê kurdeyetiya resen û demokrasiya serdem van agahiyan ji we re bibêje.

PUKMEDIA

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket