Aliyên Kerkûkê li benda diyarkirina kese bo postên parêzgehê ne
Kurdistan 01:31 PM - 2024-04-13Serokwezîrê Iraqê bi aliyên serkeftî re dicive
Endamekî encumena parêzgeha Kerkûkê ragihand, kesên serkeftî yên hilbijartinên encumena parêzgeha Kerkûkê li benda sêyemîn civîna li gel serokwezîrê Iraqê ne ji bo pêkanîna encûmena parêzgehê û biryarê li ser postê parêzgarê Kerkûkê bidin û got: “Divê encûmen weke parêzgehên din ên Iraqê karbidest be û posta parêzgariya Kerkûkê jî were diyarkirin.’’
Partiyên serkeftî yên Kerkûkê dê bi serokwezîr re dicivin
Endamê encumena parêzgeha Kerkûkê ji Fraksiyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Ehmed Fatîh ji PUKMEDIA re ragihand: ““Piştî vegera serokwezîrê Iraqê ji Amerîkayê, aliyên serkeftî yên Kerkûkê dê careke din ji bo avakirina encûmena parêzgehê bicivin û pirsa posta parêzgarê Kerkûkê çareser bikin.’’
Fatih got: “Tê çaverêkirin di civînê de pirsa encûmen û parêzgarê Kerkûkê were çareserkirin, ji ber ku piştî hilbijartinên encumenên parêzgehên Iraqê, niha tenê parêzgeha Kerkûkê maye ku çalak be û parêzgar destnîşan bike.’’
Ji aliyê din ve, Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî û serokwezîr Mihemed Şîe Sûdanî li Bexdayê du caran civiyan û li ser pêngavên avakirina hikûmeta xwecihî û destnîşankirina parêzgar û serokê encûmena parêzgeha Kerkûkê gotûbêj kirin dîsa aliyên serkeftî yên Kerkûkê li ser maseya danûstandinan li Bexdayê dicivin.
YNKê li Kerkûkê herî zêde deng bidest xist
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li parêzgeha Kerkûkê dengên herî zêde bidest xistiye û li gorî şarezayên hilbijartinan xwe mafdar dibîne ku bibe xwedan parêzgar.
Berpirsê NMalbenda YNK’ê ya Kerkûkê Rewend Mela Mehmûd ji PUKMEDIA’yê re axivî û got: “Weke me berê jî gotibû, YNK amade ye li gel partî û pêkhateyên Kerkûkê danûstandinan bike ji bo pêkanîna hikûmeta xwecihî û dabeşkirina postan li gorî encamên hilbijartinên parêzgehê.’’
"YNK'ê ku li parêzgehê herî zêde deng bi dest xistiye, mafê wê ye ku li gorî nirxê hilbijartinê parêzgarê bajêr û aliyên din werbigire, para xwe ji parêzgehê werbigire û em hemû dikarin xizmeta xelkê Kerkûkê bikin." got.
YNKê li parêzgeha Kerkûkê 5 kursî bidest xist
Hilbijartinên encûmenên parêzgehên Iraqê di 18ê Kanûna 2023an de li 15 parêzgehan hatin lidarxistin û niha tenê parêzgeha Kerkûkê maye ku encûmenê aktîf bike û kesekî ji bo posta parêzgarê wî bajarî destnîşan bike.
Hevpeymaniya Kerkûkê ku di navbera YNK û Partiya Komunîst de bû, li parêzgeha Kerkûkê herî zêde deng bidest xist.Yekem bû bi 157 hezar û 639 dengan, ku %43ê dengên parêzgehê ye û pênc kursî bi dest xistine, lê çar meh bi ser hilbijartinên encûmena parêzgehê re derbas bûne, encûmena parêzgehê nehatiye hilbijartin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Encumena Nûneran dê hefteya bê serokê xwe hilbijêre
04:50 PM - 2024-05-09 -
Hêzên Dijî Terorê û Koalîsyonê 3 terorîst girtin
11:40 PM - 2024-05-08 -
Serok Bafil ji Dengê Amerîka re got: Hêzên Amerîkî yekser ji Îraqê dernakevin
10:58 PM - 2024-05-08 -
Daxwazên bazirganên bazara Qeyser li Hewlêrê rewa ne
09:22 PM - 2024-05-08
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil: Têkiliyên me bi welatan re ji bo bidestxistina berjewendiyên neteweyî ne
04:39 PM - 2024-05-09
Berpirsê navenda yasayî: Nêta Partî paşxistina hilbijartinan e
10:28 AM - 2024-05-09
Serok Bafil: Baweriya min bi diyaloga bi dijminan re heye
09:08 PM - 2024-05-08
Îstiqrar û rêveberiya saxlem helwesta me ya neguherbar e
06:04 PM - 2024-05-08
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil: Baweriya min bi diyaloga bi dijminan re heye
Kurdistan 09:08 PM - 2024-05-08 -
Îstiqrar û rêveberiya saxlem helwesta me ya neguherbar e
Kurdistan 06:04 PM - 2024-05-08 -
Berpirsê navenda yasayî: Nêta Partî paşxistina hilbijartinan e
Kurdistan 10:28 AM - 2024-05-09 -
Berdevkê YNKê: Tenê partiyek hilbijartinan naxwaze
Kurdistan 06:21 PM - 2024-05-08 -
Çar bazirganên narkotîkê yên navneteweyî hatin girtin
Êraq 09:15 PM - 2024-05-08 -
Talebanî: Ez spasiya hewlên balyozê Spanyayê dikim
Kurdistan 06:27 PM - 2024-05-08 -
Daxwazên bazirganên bazara Qeyser li Hewlêrê rewa ne
Kurdistan 09:22 PM - 2024-05-08 -
Serok Bafil ji Dengê Amerîka re got: Hêzên Amerîkî yekser ji Îraqê dernakevin
Kurdistan 10:58 PM - 2024-05-08