Qubad Talebanî: Hemû erk ber bi çareserkirina pirsgirêkan de ye
Kurdistan 08:28 PM - 2024-02-29Qubad Talebanî
Qubad Talebanî cîgirê
serokwezîrê herêma Kurdistanê îro pêncşemê li bajarê Hewlêrê digel Vahakin
Xaçaturyan serokê komara Ermenistanê civiya.
Di hevdîtinê de ku bi
amadebûna Rêber Ehmed Wezîrê Navxwe, Dara Reşîd Wezîrê Plandanînê, Saman Barzancî
Wezîrê Tendirustiyê û Daban Şadla Cîgirê Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve
ya Herêma Kurdistanê hat lidarxistin, her du aliyan li ser bihêzkirina
peywendiyên di navbera Ermenîstan û Herêma Kurdistanê de gotûbêj kirin.
Di hevdîtinê de her du aliyan
tekezî li ser bihêzkirina peywendiyên hevkariyê di hemû waran de bi taybetî di
warên teknolojî, bazirganî, veberhênan, çandinî, tenduristî û xwendina bilind
de kirin û li ser mekanîzma û rêkarên ku ji bo bihêzkirina peywendiyên dualî ji
aliyê sûdmendiyê ve dibe alîkar gotûbêj kirin.
Li beşekî dinê vê hevdîtinê de
Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel Serokê Ermenîstanê rewşa siyasî
û emnî ya navçeyê bi giştî gotûbêj kir û her du alî tekez li ser wê yekê kirin
ku aramiya navçeyê xizmeta berjewendiya ti gelan nake. û divê her kes ji bo
çareserkirina pirsgirêkan siyaseta gotûbêj, têgihiştin û aştiyê bişopîne û rê
nede zêdebûna nakokiyan.
Her du alî di hevdîtinê de
behsa peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de jî kirin û Cîgirê
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê eşkere kir: Em hemû hewlên xwe didin ji bo
çareserkirina kêşeyên di navbera Herêm û Bexdayê de li gor destûrê bi awayekî
ku li gor berjewendiya hemû pêkhateyên gelê Êraqê be.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Hêzên Dijî Terorê û Koalîsyonê 3 terorîst girtin
11:40 PM - 2024-05-08 -
Serok Bafil ji Dengê Amerîka re got: Hêzên Amerîkî yekser ji Îraqê dernakevin
10:58 PM - 2024-05-08 -
Daxwazên bazirganên bazara Qeyser li Hewlêrê rewa ne
09:22 PM - 2024-05-08 -
Çar bazirganên narkotîkê yên navneteweyî hatin girtin
09:15 PM - 2024-05-08
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil: Baweriya min bi diyaloga bi dijminan re heye
09:08 PM - 2024-05-08
Îstiqrar û rêveberiya saxlem helwesta me ya neguherbar e
06:04 PM - 2024-05-08
Serok Bafil li Washington: Em piştgiriya çaksazî û yekxistina hêzên Pêşmerge dikin
03:43 PM - 2024-05-08
Serok Bafil ji Kimberly Harrington re: Em bi enerjiyê bi berpirsiyarî tevdigerin
10:49 PM - 2024-05-07
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil: Baweriya min bi diyaloga bi dijminan re heye
Kurdistan 09:08 PM - 2024-05-08 -
Serok Bafil li Washington: Em piştgiriya çaksazî û yekxistina hêzên Pêşmerge dikin
Kurdistan 03:43 PM - 2024-05-08 -
Îstiqrar û rêveberiya saxlem helwesta me ya neguherbar e
Kurdistan 06:04 PM - 2024-05-08 -
Berdevkê YNKê: Tenê partiyek hilbijartinan naxwaze
Kurdistan 06:21 PM - 2024-05-08 -
Berpirsê navenda yasayî: Nêta Partî paşxistina hilbijartinan e
Kurdistan 10:28 AM - 2024-05-09 -
Daxwazên bazirganên bazara Qeyser li Hewlêrê rewa ne
Kurdistan 09:22 PM - 2024-05-08 -
Çar bazirganên narkotîkê yên navneteweyî hatin girtin
Êraq 09:15 PM - 2024-05-08 -
Talebanî: Ez spasiya hewlên balyozê Spanyayê dikim
Kurdistan 06:27 PM - 2024-05-08