Serok Bafil ji Argosê re: Xeletiya herî piçûk bandorê li rewşê dike
Kurdistan 06:37 PM - 2024-02-17Malpera Argos
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) yek ji beşdarên konferansa ewlekarî ya Munichê ya du roje berdewame, ku dê heta roja 18/2/2024’an wê bidome ji Mediya Agrosê re di hevpeyîvînekî de got:“ "Rewşa di navbera hikûmetên Bexda û Hewlêrê de, ku bûye sedema rawestandina hinartina petrolê, ku gelekî hestiyar e, di vê qonaxê de, gaveke biçûk a şaş jî dikare bandorê li rewşê bike."
Malpera petrolê ya Brîtanî Argos di raportekê de dibêje:Boriya ku nefta xav a Herêma Kurdistanê dişîne Tirkiyê, di Adara 2023an de piştî ku Enqere di doza hakemê ya li gel Bexdayê de winda kir, hat girtin berî girtina boriya petrolê, asta veberhênana petrolê li Herêma Kurdistanê rojane nêzîkî 470 hezar bermîl bû, rojane nêzîkî 400 hezar bermîl ji vê petrolê ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve dihat firotin, rojane jî nêzîkî 70 hezar bermîl ji aliyê kompaniya bazirganiya petrola Iraqê Pargîdaniya Kirrûbirra Neftê (SOMO)ve dihat firotin.
Tirkiyê di destpêka meha cotmehê de gotibû ku boriyên boriya petrolê amade ne ku hinartina petrolê ji nû ve bidin destpêkirin, lê derengxistin ji ber polîtîkayên navxweyî yên Iraqê bû."Hikûmeta Herêma Kurdistanê çendîn hevdîtin ligel berpirsên hikûmeta Iraqê pêk anîne, lê nakokiyên li ser girêbestên kompaniyên petrolê yên navdewletî û erkên Hikûmeta Herêma Kurdistanê li hember wan kompaniyan, rê li ber dubarekirina hinartina petrolê girt."
Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî di Kanûna Duyem de gotibû ku Bexda li ser guhertina bûdceya federalî ya ji bo dayîna pereyên şîrketên petrolê yên biyanî yên Herêma Kurdistanê difikire, ev yek dikare nakokiyên di navbera Bexda û Hewlêrê de li ser mesrefa derxistina petrola Kurdistanê zelal bike. Sûdanî got, qanûna bûdceya Iraqê hikûmeta federal ferz dike ku bo her bermîlek petrolê 8 dolar bide, lê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje, lêçûna berhemanîna petrolê li Kurdistanê nêzîkî 30 dolar e.
Ev çend meh in, kompanyayên navdewletî yên petrolê li Herêma Kurdistanê bi Amerîka re diaxivin, ji bo razîkirina Bexdayê ji bo vegerandina hinartina petrolê ji Kurdistanê re, bi rêya Komeleya Pîşesaziya Nefta Kurdistanê (Epicor) ku nûneratiya wê kompaniyê dike, bi Amerîka re danûstandinan dikin da ku Bexdayê razî bikin daku hinartina petrolê ji Kurdistanê re dest pê bike.Di Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê de jî heman bang li rayedarên Amerîkî kir.
Aykur bang li Kongreya Amerîkayê kir ku ji bo vekirina xeta boriya navbera Iraq û Tirkiyeyê demildest tedbîran bigire û got: "Ev xet ji ber nakokiyên siyasî girtî ye û rasterast bandorê li berjewendiyên Amerîka û bazara enerjiyê ya cîhanê dike.’’
Çavkaniya malpera Argos a Brîtanî-PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Hêzên Dijî Terorê û Koalîsyonê 3 terorîst girtin
11:40 PM - 2024-05-08 -
Serok Bafil ji Dengê Amerîka re got: Hêzên Amerîkî yekser ji Îraqê dernakevin
10:58 PM - 2024-05-08 -
Daxwazên bazirganên bazara Qeyser li Hewlêrê rewa ne
09:22 PM - 2024-05-08 -
Çar bazirganên narkotîkê yên navneteweyî hatin girtin
09:15 PM - 2024-05-08
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil: Baweriya min bi diyaloga bi dijminan re heye
09:08 PM - 2024-05-08
Îstiqrar û rêveberiya saxlem helwesta me ya neguherbar e
06:04 PM - 2024-05-08
Serok Bafil li Washington: Em piştgiriya çaksazî û yekxistina hêzên Pêşmerge dikin
03:43 PM - 2024-05-08
Serok Bafil ji Kimberly Harrington re: Em bi enerjiyê bi berpirsiyarî tevdigerin
10:49 PM - 2024-05-07
zortrin xwendraw
-
Komîsyonê karê darayî û teknînî ya ji bo hilbbijartinên Parlematoyê rawestand
Kurdistan 10:32 AM - 2024-05-08 -
Yekîtî îtirazê li biryara rawestandina rêkarên hilbijartinên parlementoyê dike
Kurdistan 12:43 PM - 2024-05-08 -
Serok Bafil: Baweriya min bi diyaloga bi dijminan re heye
Kurdistan 09:08 PM - 2024-05-08 -
Serok Bafil li Washington: Em piştgiriya çaksazî û yekxistina hêzên Pêşmerge dikin
Kurdistan 03:43 PM - 2024-05-08 -
Îstiqrar û rêveberiya saxlem helwesta me ya neguherbar e
Kurdistan 06:04 PM - 2024-05-08 -
Berdevkê YNKê: Tenê partiyek hilbijartinan naxwaze
Kurdistan 06:21 PM - 2024-05-08 -
Berpirsê navenda yasayî: Nêta Partî paşxistina hilbijartinan e
Kurdistan 10:28 AM - 2024-05-09 -
Çar bazirganên narkotîkê yên navneteweyî hatin girtin
Êraq 09:15 PM - 2024-05-08