Serok Bafil: Ji bo çareserkirina pirsgirêkan bijardeya herî baş diyalog e
Kurdistan 02:54 PM - 2024-02-17Serokê Yekîtiyê û Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Emîrê Qeterê
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî di çarçoweya duyemîn roja Konferansa Asayîşa Munchenê de ligel Şêwirmendê Asayişa Netewî ya Mîrê Qeterê Mihemed Bin Ehmed Bin Ebdullah El-Mesned civiya.
Di hevdîtinê de behsa girîngtirîn pêşhatên siyasî, emnî û aborî yên li Herêma Kurdistanê û Iraqê hat kirin û tekez li ser wê yekê hat kirin ku aramî li navçeyê de were parastin, daku hemû hêz û aliyên siyasî hewl bidin ku pirsgirêkan çareser bikin û diyalog û jihevtêgihiştin bibe bingehê karên pêşerojê.
Serok Bafil Celal Talebanî got ku divê hemû alî li hember alozî û nakokiyên li Rojhilata Navîn bi hişyarî tevbigerin û got;Bê guman pêşeroja herêmê bi biryarên biaqilane ve girêdayî ye, bijardeya herî baş ew e ku vegerin diyalogê û derbaskirina wan pirsgirêkên ku rê li ber aştî û aramiya herêmê vebikin.
Di hevdîtinê de Serok Bafil tekez li ser pêşxistina peywendiyan û hemahengiya di navbera Qeter û Herêma Kurdistanê de kir bi awayekî ku hevkarî bikeve xizmeta berjewendiyên bilind ên her du aliyan û bihêzkirina asayîş û aramiya navçeyê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Hêzên Dijî Terorê û Koalîsyonê 3 terorîst girtin
11:40 PM - 2024-05-08 -
Serok Bafil ji Dengê Amerîka re got: Hêzên Amerîkî yekser ji Îraqê dernakevin
10:58 PM - 2024-05-08 -
Daxwazên bazirganên bazara Qeyser li Hewlêrê rewa ne
09:22 PM - 2024-05-08 -
Çar bazirganên narkotîkê yên navneteweyî hatin girtin
09:15 PM - 2024-05-08
zêdetir tamaşe bike
Îstiqrar û rêveberiya saxlem helwesta me ya neguherbar e
06:04 PM - 2024-05-08
Serok Bafil li Washington: Em piştgiriya çaksazî û yekxistina hêzên Pêşmerge dikin
03:43 PM - 2024-05-08
Serok Bafil ji Kimberly Harrington re: Em bi enerjiyê bi berpirsiyarî tevdigerin
10:49 PM - 2024-05-07
Serok Bafil bo Koordînatorê Têkoşîna li Dijî Terorê: Teror hîn jî metirsî ye
10:07 PM - 2024-05-07
zortrin xwendraw
-
Komîsyonê karê darayî û teknînî ya ji bo hilbbijartinên Parlematoyê rawestand
Kurdistan 10:32 AM - 2024-05-08 -
Yekîtî îtirazê li biryara rawestandina rêkarên hilbijartinên parlementoyê dike
Kurdistan 12:43 PM - 2024-05-08 -
Serok Bafil li Washington: Em piştgiriya çaksazî û yekxistina hêzên Pêşmerge dikin
Kurdistan 03:43 PM - 2024-05-08 -
Îstiqrar û rêveberiya saxlem helwesta me ya neguherbar e
Kurdistan 06:04 PM - 2024-05-08 -
Berdevkê YNKê: Tenê partiyek hilbijartinan naxwaze
Kurdistan 06:21 PM - 2024-05-08 -
Serok Bafil: Baweriya min bi diyaloga bi dijminan re heye
Kurdistan 09:08 PM - 2024-05-08 -
Talebanî: Ez spasiya hewlên balyozê Spanyayê dikim
Kurdistan 06:27 PM - 2024-05-08 -
Daxwazên bazirganên bazara Qeyser li Hewlêrê rewa ne
Kurdistan 09:22 PM - 2024-05-08