Rizgar Hecî: Yekîtî û partiyên kurdistanî ligel lidarxistina hilbijartinan e
Kurdistan 11:42 AM - 2023-12-11Rizgar Hecî Heme
Berpirsê Ofîsa Hilbijartinan li Yekîtiya Niştimanî ya
Kurdistanê Rizgar Hacî Heme di hevdîtinekê de ligel malpera fermî ya Yekîtiya
Niştimanî ya Kurdistanê PUKMEDIA tekez kir ku, Komîsyona Bilind a Serbixwe ya
Hilbijartinan hemû amadekariyên lojîstîk, teknîkî û rahênanê ji bo lidarxistina
hilbijartinan bi dawî kirine û Serokê Yekîtî Bafil Celal Talebanî û aliyên
siyasî tekez li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan di roja diyarkirî de
dikin.
Naveroka civînê:
* Ofîsa hilbijartinan a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê çawa
amadekariyên xwe bo beşdarbûna hilbijartinên Kerkûkê kir?
- Em li ofîsa hilbijartinan a Yekîtiya Niştimanî ne û li gor
roja ku ji aliyê hikûmeta federal ve bo lidarxistina hilbijartinên encumenên
parêzgehan hatiye destnîşankirin, me hemû amadekarî kirine ji bo beşdarbûna
hilbijartinên encumenên parêzgehan di 18.12.2023an de. û li hin parêzgehan jî
em li gel hejmarek ji aliyên siyasî ketine hevpeymaniyan.
* Li Dadgeha Federalî ti aliyek ku daxwaza paşxistina
hilbijartinan bike heye?
- Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal
Talebanî û aliyên din ên siyasî tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina
hilbijartinan di roja diyarkirî de dikin. Diyar e ku hinek aliyên siyasî bi
taybet li Kerkûkê giliyên paşxistina hilbijartinan pêşkêşî Dadgeha Federalî
kirine û ew aliyên ku wê dozê tomar kirine, hemû postên parêzgeha Kerkûkê heta
parêzgariyê jî digrin û di wê baweriyê de ne. hilbijartinên dahatû dê di hemû
postan de guhertinên mezin bi xwe re bîne, bi taybetî postê parêzgar.
Amadekariyên hilbijartinê gihîştin ku derê?
- Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê wek hemû aliyên siyasî yên
Êraqê amadekariyên pêwîst ji bo hilbijartinên encumenên parêzgehan kiriye û
piştevaniya lidarxistina hilbijartinên dadmend û şefaf bi taybet li Kerkûkê
dike.
Got jî: Her hewildanek bo paşxistina helbijartinên Kerkûkê,
ji bilî hewldaneka bê encam û têkçûyî, di heman demê de mafê dengdanê ji nêzîkî
800 hezar welatî bêpar dike û Yekîtîya Niştîmanî ya Kurdistanê dê li hember wê
hewlê raweste.
Berpirsê Ofîsa Hilbijartinan diyar kir: Hilbijartinên Kerkûkê
zêdetirî 17 sal in nehatine kirin û eger zêdetir were paşxistin dê baweriya di
navbera dengder û desthilata siyasî li Êraqê lawaz bibe, lê belê kampînên
hilbijartinan ev zêdetirî mehekê berdewam dike, û bûdceyeke mezin hatiye
terxankirin Ji aliyê hikûmetê ve û paşxistina hilbijartinan dibe sedema
xerakirina pereyên gel, û da zanîn ku “Ti hincetek ji bo paşxistina
hilbijartinan nine.
* Heta çi radeyê hûn ji qeyda dengderan razî ne?
- Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan xwediyê
tomareke paqij û dadmend e û tomareke biyometrîk heye û li gor heman tomarê
hilbijartinên Encûmena Nûneran di sala 2021ê de hatine kirin û ti pirsgirêkek
bi vê tomarê re nîne. Ti hincet bo paşxistina hilbijartinan nîne, û divê ew di
roja diyarkirî de bên kirin ji ber ku ev mijar berevajî destûrê ye.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Encumena Nûneran dê hefteya bê serokê xwe hilbijêre
04:50 PM - 2024-05-09 -
Hêzên Dijî Terorê û Koalîsyonê 3 terorîst girtin
11:40 PM - 2024-05-08 -
Serok Bafil ji Dengê Amerîka re got: Hêzên Amerîkî yekser ji Îraqê dernakevin
10:58 PM - 2024-05-08 -
Daxwazên bazirganên bazara Qeyser li Hewlêrê rewa ne
09:22 PM - 2024-05-08
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil: Têkiliyên me bi welatan re ji bo bidestxistina berjewendiyên neteweyî ne
04:39 PM - 2024-05-09
Berpirsê navenda yasayî: Nêta Partî paşxistina hilbijartinan e
10:28 AM - 2024-05-09
Serok Bafil: Baweriya min bi diyaloga bi dijminan re heye
09:08 PM - 2024-05-08
Îstiqrar û rêveberiya saxlem helwesta me ya neguherbar e
06:04 PM - 2024-05-08
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil: Baweriya min bi diyaloga bi dijminan re heye
Kurdistan 09:08 PM - 2024-05-08 -
Berpirsê navenda yasayî: Nêta Partî paşxistina hilbijartinan e
Kurdistan 10:28 AM - 2024-05-09 -
Çar bazirganên narkotîkê yên navneteweyî hatin girtin
Êraq 09:15 PM - 2024-05-08 -
Daxwazên bazirganên bazara Qeyser li Hewlêrê rewa ne
Kurdistan 09:22 PM - 2024-05-08 -
Serok Bafil ji Dengê Amerîka re got: Hêzên Amerîkî yekser ji Îraqê dernakevin
Kurdistan 10:58 PM - 2024-05-08 -
Hêzên Dijî Terorê û Koalîsyonê 3 terorîst girtin
Kurdistan 11:40 PM - 2024-05-08 -
Serok Bafil: Têkiliyên me bi welatan re ji bo bidestxistina berjewendiyên neteweyî ne
Kurdistan 04:39 PM - 2024-05-09 -
Qubad Talebanî: Paşxistina hilbijartinan zirarê dighe pêgeha Herêmê
Kurdistan 07:40 PM - 2024-05-09