Hoşeng Derwîş: Daxuyaniyên PDK ji rastiyê dûrin
Kurdistan 10:34 AM - 2023-08-10Partiya Demokrat a Kurdî ya Sûrî
Endamê mekteba siyasî ya Partiya Demokrata Kurdê Sûrî (Hoşeng Derwîş) bû mêvanê bernama "Rojava" ya radyoya Dengê Gelê Kurdistanê diweşîne. Pêşkêşkarê bernamê rojnamevanê navdarê Kurd da nasandin ku rêzdar (Hoşeng Derwîş) ev demek dirêje li Herêma Silêmaniyê ye û gelek caran çavê xwe bi rewanşad (Mam Celal) keftiye û danûstandin li gel kiriye.
Di derbarê damezrandina
Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNK`ê li Şamê paytexta Sûriyê, Hoşeng Derwîş
got, Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê giringiyeke dîrokî û netewî bû li ser
gelek astan pêwîstbû ku bihata damezrandinê ne tenê ji bo başûrê Kurdistanê
belku ji bo her çar parçeyên Kurdistanê. Her weha diyar kir ku, YNK`ê gelek
guhertin di nexşeya siyasî ya Kurdistanê de kir bi taybet di bin serokatiya
rewanşad Mam Celal û hevalên din yên damezrêner û serkirdeyên destpêkê yên
şoreşa nû wek şehîd (Elî Eskerî û Dr. Xalîd û Hisên Baba Şêx) û hevalên dinê
yên ku di karesata Hekarî de şehîd bibûn.
Hozan Efrînî, derbarê ew
gotinên çewt ku ji aliyê hin kes û aliyan tên kirin ku rastiya karesata Hekarî
vedişêrin pirs kir, nûnerê MSD`ê li Herêma Kurdistanê (Hoşeng Derwîş) di wê
derbarê de got; di wê karesatê de xelkê me yê Rojavayê Kurdistanê jî têde şehîd
ketin ku li ser şopa rêbaza YNK`ê û Mam Celal bûn ku beşdarî di şoreşa nû de
dikirin, her weha bi saya xebat û tekoşîna Serok Mam Celal û hevalên şehîdên
destpêkê îro ev destkeftiyên mezin hatine afirandin. Diyar jî kir ku ew şoreş
ne tenê siyasî bû belkû şoreşeke dîplomasî û ragihandinî û wêjeyî û çandî û ya
jinê û li ser gelek astan bû. Her weha ew kesên li ser karesata Hekarî dixavin
dixwazin dîrokê çewt bikin û ji rastiyan dûrxînin û kiryarên xwe yên qirêj pê
veşêrin. Hoşeng Derwîş got, "Ma ne ew kes bûn di sala 1996`an di 31`ê
tebaxê de ala Êraqê û ala Partiya Baasê li ser perlemana Kurdistanê bilind kirin
û tankên Sedam Husên derbasî Kurdistanê kirin.
Hoşeng Derwîş dibêje ku di bîra
wî de ye, rojnamevanekî biyanî ji serokê Partiya Demokrata Kurdistanê PDK`ê
dipirse û dibêje hûn şerê YNK`ê dikin niha gelo kî dijminê te ye (Sedam
Husên)e? Mesûd Barzanî bi rengekî zelal bersiva rojnamevanê biyanî dide û
dibêje dijminê min (Celal Talebanî) ye.
Derwîş, amaje bi wê yekê jî kir
di demekê de ku xelkê Herêma Kurdistanê di rewşek xirap re derbas dibe û
hilbijartin nêzîk bûne û Kak (Bafil Celal Talebanî) Serokê Yekîtiya Nîştimanî
ya Kurdistanê berê xwe daye Bexdayê daku rewşa Herêmê baş bike helwên mezin
dide ku peywendiyên Bexda û Herêmê baş bike PDK`ê tê û bombeya xwe biteqîne ev
daxuyaniyên weha tên dayîn daku hewlên tên dayîn beravêtî bikin.
PUKMEDIA /
DGK
hewal ziyatr
-
Hêzên Dijî Terorê û Koalîsyonê 3 terorîst girtin
11:40 PM - 2024-05-08 -
Serok Bafil ji Dengê Amerîka re got: Hêzên Amerîkî yekser ji Îraqê dernakevin
10:58 PM - 2024-05-08 -
Daxwazên bazirganên bazara Qeyser li Hewlêrê rewa ne
09:22 PM - 2024-05-08 -
Çar bazirganên narkotîkê yên navneteweyî hatin girtin
09:15 PM - 2024-05-08
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil: Baweriya min bi diyaloga bi dijminan re heye
09:08 PM - 2024-05-08
Îstiqrar û rêveberiya saxlem helwesta me ya neguherbar e
06:04 PM - 2024-05-08
Serok Bafil li Washington: Em piştgiriya çaksazî û yekxistina hêzên Pêşmerge dikin
03:43 PM - 2024-05-08
Serok Bafil ji Kimberly Harrington re: Em bi enerjiyê bi berpirsiyarî tevdigerin
10:49 PM - 2024-05-07
zortrin xwendraw
-
Yekîtî îtirazê li biryara rawestandina rêkarên hilbijartinên parlementoyê dike
Kurdistan 12:43 PM - 2024-05-08 -
Serok Bafil: Baweriya min bi diyaloga bi dijminan re heye
Kurdistan 09:08 PM - 2024-05-08 -
Serok Bafil li Washington: Em piştgiriya çaksazî û yekxistina hêzên Pêşmerge dikin
Kurdistan 03:43 PM - 2024-05-08 -
Îstiqrar û rêveberiya saxlem helwesta me ya neguherbar e
Kurdistan 06:04 PM - 2024-05-08 -
Berdevkê YNKê: Tenê partiyek hilbijartinan naxwaze
Kurdistan 06:21 PM - 2024-05-08 -
Berpirsê navenda yasayî: Nêta Partî paşxistina hilbijartinan e
Kurdistan 10:28 AM - 2024-05-09 -
Çar bazirganên narkotîkê yên navneteweyî hatin girtin
Êraq 09:15 PM - 2024-05-08 -
Daxwazên bazirganên bazara Qeyser li Hewlêrê rewa ne
Kurdistan 09:22 PM - 2024-05-08